Li Ser Mebdeyên Birdozîya Rizgarîya Jinê Hebûn, Zanebûn û Teşe-form Girtin

2021-03-02 çand

RÊBER ABUDLLAH OCLAN
Pirsgirêk û derdekî me yê pir mezin heye. Hebûna xwe avakirin, hezimkirina hebûna xwe, nasnama vê hebûnê çêkirin û sazkirina vê, ji bo vê heşmendî qezenc kirin, ji bo me pirsgîrêgek mezine. Berpirsîyarîyek me bi sosyolojîya azadiyê, xwe jiyanîkirina dîyalektîka zanebûn, avabun û hebûnê heye. Ji bo vê gerek astengiyên li pêşîya diyalektîka pêşveçûna azad werin rakirin. Ji ber vê sedemê şikandina xeleka qirkirinê gelek muhîme. Ger bikaribin di vê mijarêde biserbikevin, wê deme zemînê azadîye jî avadibe.
Her ferd-kesayet divê girêdana hebûn, zanebûn û teşegirtinê baş fêm bike û daxîne kesayeta xwe. Ji ber ku her ferd hem weke gerdûnî hem jî weke yekane-tîkel xwediyê hebûnekêye. Hebûna me hemûyan maneya xwe ya ferdî û kolektif li ser bingeha cîh û dem dibe xwedî hebûn. Çand û kevneşopiyên ku li ser erd û coxrafya ye, çîroka ku li ser vê zemîn û demê tê jiyan kirin dibe hebûn. Teşe (Form) jî dibe avanîya (sazbuyîna) vê û yekitîya çavanî û taybetmendîyane. Mana vê jî sazîbuyîne. Mînak li Dersim zanebûn başe lê di aliyê hebûnê de ne wihaye. Botan di aliyê hebûne de başe lê zanebûn paşve maye.
Li ser vê mijarê em dikarin kesayet û derketina hevala Bêrîtan bibîrbînîn û binîrxînîn. Ji ber ku çalakîya heval Bêrîtan di rastiya xwe de çalakîyeke wegera cewherê xwe ye. Ji bo vê jî bandoreke pir bi mane hiştîye û mohra xwe li demê daye. Berî her tiştî em bi hesanî dikarin bêjin ku Bêrîtan temsîla-nûnera kesayeteke radîkal ya ku xwe ji bandora modernîteya kapîtalîst qut kiriye û xwe gîhandiye rastîya Kurdatiyê ye. Rexmî ku li bajarê herî xweşîk yê di pergala kapîtalîst de jîyan kiriye, xwe ji vê jîyanê qut dike. Di nav tekoşînê de jî li dijî feraseta xayîn, teslîmkar û ji rêderketî di xeta tevgera azadiyê de, ji kesayeta sosyalist de tavize nade. Min helbesta ku nîvîsandibu xwend. Helbesteke ku naveroka wê bi mane bû. Li gor rastiya tekoşînê bû. Nameyek nîvîsadîbu. Di vê nameyêde nîvîsandina romana tekoşînê gotibêj dikir. Wê demê bala min kişandîbu. Min gotibû divê bi vê rêhevalê re em eleqedar bin. Lê mixabin min nikaribû ev pêk bînanîna. Hûn hemû dizanin ku ez helwestên xwe kuştînê, xwe şewitandinê rast nabînîm û qebûl nakim. Lê di derketina hevala Bêrîtan de helwesteke bi vî avayî nîne. Berovajî vê li hember îxanetê berê xwe dide biryara berxwedan û teslîm nebuyîna dîrokî ya jinên Kurd. Helwesteke weke Besê heye. Di vê maneyê de wegera cewherê xwe heye. Ev jî pir bi hesanî dikarîbû bi çanda xwe ya cewherî re biketa nakokîyan û weke bi sedan kesên ku ji bo xwe teslimbuyîn hilbijartin, teslîmbûyîn hilbijartana.
Li şûna teslîmkariyê ew tercîha kesayeta dîrokî û ya kêliyê dike. Vê tercîhê pêk tîne. Nasnameya xwe ya cewherî nûjen dike, tercîha eşkerekirina nasname û kesayeta xwe dike. Bê kokbûyînê tercih nake. Îro tişta ku heval Bêrîtan bi nirx û pîroz dike jî ev tercîha wê ya azad û helwesta wê ya zanebûnê ye. Di aliyê dîrokî de Besê û bi hezaran jinên weke Besê di kelîyê de û di kesayeta Bêrîtan de xwe cardîn nûjen kirine, îradeya cewherê xwe yê çandî parastine. Ev zanebûn cardin bibîr anîne. Avabûyîna kesayeta Bêrîtan yekbûyîn û hembêzkirina Kurdayetîya rast ya ku di şexsê herêma Botanê de hatiye parastin dibe gavên bingehîn. Bi gotineke din em dikarin bêjin Bêrîtan dibe yekbûn û hevdîtina herêma Dersim û Botanê, Botan û Dersim ê.
Wegera cewherê xwe ewe; vegera cewherê xwe ji zanebûna ku dûrî heqîqetê Ketiye, ji wateya civakî bêpar maye, ji qirkirinê xwe qutkirin û rizgarkirine. Her wiha xwe ji bandorên qirkirinê rizgar kirin û bi nasnameya cewherî bi xwebûnê re hevdîtine. Vegera cewherê xwe, vegera çavkanîya xwe ya dîrokî ye. Nîşandana îradeya jiyana ku di bin deshilatdarîya derev û xapandinê, xiyanetê re rubiru maye, jiyana ku belawela buye cardin gihandina rastiyê ye. Ji ber vê sedemê gerek em wegera cewherê xwe bi çandê re giredayî bigirin dest. Çand wek mîrasa çavkaniyên civakî ku şêwe digire û bi ziman dibe. Her wiha vegera cewherê xwe bêyî çandê nayê bidest girtin. Her çand cewherekê, her cewher çandeke destnîşan dike.
Yên ku nikarin şoreşa çandî pêk bînin ne dikarin muhaseba şexsî bikin ne jî dikarin di siyasetê de bi ser bikevin. Şoreşa çandî şoreşa vegera cewherê xwe ye. Ger hûn nikaribin van pêk binîn, hûnê nikaribin tekoşîn û siyasetê jî bikin û nirxên xwe yên cewherî jî hûnê nikaribin derxin holê. Hûnê nikaribin bikin felsefeya jiyana xwe. Şoreşa çandî ji bo hebûna zanebûna xwe, xwebûyînê ye. Bi şoreşa çandî hûnê bikaribin xwe birêvebibin, ji kaosên kêliyê rizgar bikin, pergal û dîsîplîna xwe ya cewherî ava bikin. Pîvana serkeftina kesayetê; bi avakirina gel û li gor pêşxistina rêxistinê ye. Ev jî dibe bidestxistina azadiyê ye.
Ez dikarîm bejim ku tekoşîna me ya li gor rastiya jinê di bingeh de tekoşîneke çandî ye. Şerê min bi Kesire re jî di cewherê xwe de şerêkî wiha bû. Kesîre weke kesayateke di nav çanda faşîzma spî de hatibû helandin, bi çavê ku em kesên li ber derîyê mala wan kombûne, kûçîkên ku li ber derîyan benda parîyek nanin, qiymetê me jî evqas bû. Ji xwe ev eşkere digot. Ji bo bikaribin çandeke wiha ava bikin dewlet wala wala heta quncikên herî dûr, gundên dûr neçûye û di serî de kecîk û jin qezenc nekirine. Her jina ku qezenc kirine ji bo wan qezenckirina malbatekê, eşîretekê û qezenckirina civakê ye. Ev lîstok bi çanda jiyana azad û berxwedêr ya tevgera azadiyê hat xerakirin. Hêrsa wan li hember me ji bo vê ye. Me hem ev lîstoka ku bi sedan salan berdewam dike xira kir, hem jî bi heşmendîyek bilind jin nirxê xwe yê dirokî naskirî. Bi vê avayê jinan ev zincirên koletîya hezaran salan parçekirin û me rê vekir ku jin di nav jiyanê de cihê xwe yê rast cardin bigirin. Ma gelo şoreşeke çandî ji van bi nirxtir û mezintir heye? Hevildan û îddîaya Mao jî şoreşeke çandî çêkirin bû. Lê we bixwe jî dît ku di nêzîkatiya wî ya şaş li hemberî jinê. Ev bû sedem ku di şexsê Mao de cerîbandina Welatê Çîn ya sosyalîzmê bibin bikeve. Ferqa me eve ku em vê wek mijara dirokek bi hezaran sale devam dike bidest digirin û şoreşa çandî ne weke şoreşeke çêbû û bi dawî bûye bidest digirin. Ji bo me ev pevajoyek dewam dike, her daîm xwe nujen dike, pêş dixe, daimîye. Em wiha dinîrxînîn.
Di her kêlîyê de xwe avakirin, pêşxistin divê weke mebdeyeke esasî were bidest girtin. Ji ber ku pergala kapîtalîst rojane hezar çeşîd erişê pêş dixe. Êrîşa herî mezin jî bi tekîlîyên derdora jinê û bi qulibandina têkilîyên deshilatdarîya siyasî, li ser vê tekilîya deshilatdarî bi cinseltiya ku derxistiye pêş li hemberî jinê pêk tîne. Bi vî avayî ji rêderxistina qada cinseltî, encamên pir mezin û ciddi derxistîye holê. Kapîtalîzm cinseltiyê ji bo civakê weke afyonekê bikartîne û bi vî avayî darbeya herî mezin li civakê dixe. Bi vê civaka seksîst, însanîyet ber bi felaketek mezin ve diçe. Di roja me de cînseltî ji olperestî û netewperestî xerabtir, weke afyonekê tê bikar anîn û belav dibe. Cînseltîya ku di xwezayê de bi plan û bi hinek sînoran, li gorî deman tê jîyan kirin rastiya însan gîhandiye têkîlîyên rojane, di nav rojêde jî hatîye belavkirin. Însan ji rastîya însanîyetê derdixîne û civakî jî ji civak bûyîne derdixîne. Di aliyê moral û heşmendî de însan tê tinekirin û însan tenê dibe hebûneke ajoyî an jî gûdûsel. Her wiha însanbûyîn ji holê tê rakirin. Di roja îro de civaka seksîst ya ku pergala kapîtalîst ava kiriye mînaka vê rewşê ya herî şênbere. Di vê civakê de hema em dikarin bêjin jiyan bi giştî ajoyî û bîyolojîk e. Di cihê ku jiyan dadikeve asta bîyolojk de faşîzm şîn dîbe. Heşmendiya jiyana faşîst eve. Em dikarin bêjîn ku jiyana di sînorên ajoyên bîyolojîk de, ew jiyan di nava xwe de faşîzmê di afirîne.
Şert û mercên ku cewherê civake parçê parçe dike, mane û heqîqeta civakê şelû dike, di heman deme de hevsengî û tevazûna civake jî xera dike.
Cardin li ser nirxên cewherî ya civakî xwe nûkirin, bi pêşketina civakî xwe avakirin, bi terikadina taybetmendî û heşmendiyên ku civakê ji civakbûyîne derdixîne û bi dijwarî rexnekirina van re girêdayî derdîkeve hole. Dema ku çeka rexnekirinê di dema xwe û cihê xwe de tê xebitandin wê demê kesayet enerjîya xwe di alîyê tiştên baş yê civakî bikar tine û ev kesayet li hember êrişên dij-civakî jî qaîm dibe. Ji ber vê jî famkirin û rast penasekirina guhertinên Apocî divê bizanîbin ku di despêkê de weke şoreşa kesayetê. Her wiha di belavbûyîna nav civakê de dibe weke şoreşa çandî.
Ma gelo Şoreşa Apocî ya ku di mêzekirin, destgirtina jiyanê de, di mebdeyên jiyane de nûbûyîneke kok çedike, şoreşa zîhnî bingeh digire, nêzîkatîyeke zanîstî û felsefî hembez dike hatîye fehmkirin? Em şoreşa Apocî li hember paşverutî, qelstî, bê heşmendî, bê rêxistinbûyînên xwe, weke tekoşînekê, bi derbaskirina vana xwe bi hêzkirinê û guhertinê avakirinê digirin dest? Ger wiha be bi heşmendî û rêxistinbêyînê hêz avakirin û ev hêz xistina tevgerê de em çiqas encam digirin? Me dînamîzmeke civakî ya ku di her cihîde dikare hebûna xwe û azadîya xwe bipareze avakirîye? Ji bo tekoşîneke rast em gerek ji van pirsan re bersivê rast bidin. Bê gûman cihê ku hebûna însan têde hebe li vê derê hewildanek jî divê hebe. Însanê be ked û hewildan nîne. Lê tişta ku kedê bi nirx dike cewherm vê ye ne çawanîya vê ye. Pîvana bingehîn asta tevlîbûna hevpariya civakê û sûd dayîna vê ye. Ji ber vê sedemê ger keda însan li gor heqîqeta hebûna xwe, li gor armancên cewhera civaka xwe be û ked bide, nirx ava bike, ev kedeke hêjaye, kedeke bi nirxe. Keda ku bi afirandina xwe dinamîzma civakî devlemend dibe û mohra xwe li şoreşan dide jî keda bi vî avayî ya naveroka wê dagirtî û hêjaye.
Di çanda APOCÎ de ku weke diyalektika hebûn û azadîyê ye ked tê wateya azadiya xwe hertim nûkirinê. Cihê ku jiyan di fikire ye û fikrandina jiyanê ye. Ji ber ku di gerdûnê de her tişt di nava tevgerê de ye. Tu tişt tu carî na sekine. Tu tişt di kêliyekê de weke resm na cemide û na sekine. Hemû hereket di hindir û derve de di nava herikandinê de ye. Çanda APOCÎ weke xwezaya ku Ketiye ferqa xwe, famkirina jiyanê bi yekparebûna gerdûnî û civakî re girêdayî ye. Piştgiriya xwe ji vê rastiyê digire. Çawa ku her hebûn dixwaze berbi derve de bi teyise, bê ser ziman û di daxwaza famkirinê de be, çanda APOCÎ di rastiya Rêbertî de xwe tîne ziman. Rastiya ku her kêlî di nava guhertin û veguhertinê de ye bi vî awayî xwe bi şêwe dike. Ev jî bi awayeke xwezayî dixwaze ku were famkirin, binavkirin, bi hevparên xwe re di nava ahengê de be û bi vê rêbazê di nava têkiliyê de be.
Gav avêtinên kesayetan li ser mijara hebûn, zanebûn û şêwe girtinê girînge. Mînak ji bo ku ez bi fikar û tirsên xwe re rubiru bêm û ji hebûna xwe ya giştî re derketinê bidim çêkirin, bawerdikim ku ez vê zemîna tenêbûyînê baş bikarbînîm. Di dîrokê de derketinên bi hêz di zemînên tenêbuyînê ava dibin û ev jî xwedî risteke mezinin. Hz. Muhammed û Zerdeşt di şîkeftê de, Yunus Emre di tekkeyê de, Gramsci di hucreya hepsê de ev hêza xwe bikar anîye.
DEWAM DIKE….

Pirtûk

Nivîs