’
JI PIRTUKA DESTPÊKEK JI JINEOLOJÎ:
Jineolojî, dema li ser rêya duyem a rêwîtiya ber bixwe ve, yanê di rêya emê bixwe navê xwe lixwe bikin dimeşe; tiştê destpêkê wê bike; li hemberî hebûna ew jina ji xwebûnê hatiye derxistin, belavkirin û dişibe dijberî xwe, refleksa nepejirandina xwezayî wê nişan bide. Nasnameyên dixwazin bikin aydî me û em çiqas li ber xwe bidin jî nasnameyek e ku me bi giranî pejirandiye. Gavên em ê destpêkê bavêjin; mirov bizanibe ev nexwezayî ye û li gor vê ji vê nasnameyê xelas bibe û hebûna jinê pêş bixe. Ji bo van gavan divê em argumanên xwe yên bîrdozî saxlem biafirînin. Emê bi zanebûna di çavkaniya pirsgirêkên hebûna me de, dîrokeke qirase heye tevbigerin. Emê bikevin ferqê ku her pirsgirêkek, di nav pêvajoyeke dîrokî de hatine avakirin.
Di rêwitiya li ser vê rêya duyem de, em ê bi pîvana zêrîn a dibêje; “ya bi destê mirov hatiye avakirin, bi destê mirov jî dikare were guhertin” tevbigerin. Em ê bi şikandina radestiya îdeolojîk ya li ser jinê hatiye ferzkirin dest bi guhertina ya hatiye avakirin bikin. Ger em vê radestiya hatiye avakirin bizanibin êdî em dikarin vê biguherînin û hilweşînin. Em ê ji navlêkirinên şaş ên êrîş û tundiyeke bîrdozî ya cidî ku li me hatine kirin xwe rizgar bikin û navên xwe li xwe bikin, her wiha dest bi guhertinê bikin. Dîsa çanda şermkirin, erz birin, qedexekirin û tunekirina li derdora nasnameya jinê hatiye pêşxistin, êrîşeke îdeolojîk ya berfireh û demdirêjî ye ku li ser hebûna me kirine. Em dikarin operasyonên van êrişan ên li ser nasnameyên me fêm bikin, bi baweriyeke bi xwe ya mezin, parastina hebûna xwe ya cewherî pêş bixin. Em dikarin, di serî de li ser cinsîtiya me, hêza beden û hestên me, ferzkirinên biçûkxistin, metakirin û bazarîkirinê bidin sekinandin. Vê hêzê bi dest bixin. Teoriyên beden û aqlê jinê, ruh û dilê wê ji hev vediqetînin, parçe dikin û dijberî hev dikin birizînin. Dualîzma ku jin û mêr weke cotên diyalektîk ên xwezaya civakî wêdetir dibîne, zêdetir dijberî hev dike û li hember hev bi cî dike, em dikarin derbas bikin.
Hebûneke civakî ya baş, ji hebûneke baş a jinê derbas dibe. Eger em di rêya duyemîn a rêwîtiya ber bi xwe ve de, pênaseyên derbarê hebûna xwe de rast bikin, em dikarin derçûnekê bi civakîbûna xwe jî bidin kirin. Divê em bizanibin ku di vê xalê de, hêza dayîka me ya xwedavend di genên her yek ji me de dijî. Beriya her tiştî divê em pê bawer bin ku girîng e di roja me ya îro de jî ev çand were jiyankirin. Divê em bizanibin îro jî bi xwezayî em xwedî wan qabîliyetên xwe yên serdema Neolîtîkê ne ku civakê têr dikirin, diparastin û berdewamiyê pêk dianîn. “Tevî hemû hewldanên qedandin û qelandinê yên li ser hatin meşandin, jin xwedî potansiyel e ku bi wêrekî, têkoşerî û rûmetî mînakên jiyanê nîşan û raber bike. Tevî hewldanan hemûyan jî bîrdoziya civaka cinsiyetparêz … bi sazî nebûye. Di avakirina civaka demokratîk de ku wekhevî (bi cudahiya xwe) û azadiya jinê pîvana bingehîn e, ev taybetiyên çandî yên dewlemend di nava hev de dijîn, potansiyeleke mezin di nava xwe de dihewînin.” Ev potansiyela bêhempa, tenê bi baweriyeke xwe bixwe ya saxlem dikare were çalakkirin. Ji ber ku ji bo jinan çavkaniya hêzê ya herî girîng, beriya her tiştî hêza wê ya hundirîn e. Eger ev tune be yan jî gav bi gav neyê afirandin, wê hemû baweriyên pê heye vala derkevin. Di çavkaniya çanda dayîka xwedavend û seknên jinên xurt ên di pêvajoya dîrokî de jiyane, baweriyeke cewherî ya saxlem heye. Afirîneriyeke xurt a ji vê baweriyê xwedî dibe heye. Di rêwitiya ber bi hebûna me ve, çavkaniya me ya herî xwirt ku wê ji bo me bibe palpişt divê ev baweriya bi xwe be.
Di afirandina çanda dayîka xwedavend a bi baweriya cewherî de, li derdora beden û cinsîtiya jinê pîroziyek heye. Jin û bedena wê yekpare ye, zayokiya bedena wê, xweşikî û cinsîtiya wê ya çavkaniya bereketê hatiye dîtin û pîrozkirin, ji nirxên sereke yên nasnameya jinê ya wê demê hatibûn afirandinê. Ne bedena jinê, ne jî ya mêr biçûk nedihat dîtin, cinsîtî tabû yan jî guneh nebû. Pişt re aqlê mêr ê desthilatdar pêş ket û tevahiya serdestiyê yekalî girt destê xwe, tam jî di vê xalê de êrîşî ser hebûna jinê kir. Jin û bedena wê, dijberî hev û dijmin pênase kir, li ser hebûna jinê parçebûneke esas ferz kir. Eger jin bêbeden û cinsîtî bimaya tenê wê çaxê dikaribû dûrî gunehan bimaya. Xweşikiya wê bela serê wê, cinsîtiya wê bi qasî mêr ji karên wî yên cidî û girîng qut bike xapînok bû. Ji bo ku hemû bedena wê mêrekî kêm bû, jina qot û seqet, eger di bin venêrîna mêrê ku temsîliyeta xweda yê li ser rûyê erdê ye nebe, wê xeteriyeke mezin be. Hin taybetiyên bingehîn ên hêz û nasnameya jinê, di lêdana jinê de hatin bikaranîn. Çanda baviksalarî, bi demê re li derdora jinê çandeke şermkirinê, pêş xist û bi pergal kir. Jinanî, bi taybetî ji ber beden û hestiyariya wê weke hebûneke mirov jê şerm bike hat lansekirin. Bi demê re fermana xweda ya olên yekxwedayî pîroziya pêwîst temîn kirin. Ev rewşa kolekirin, biçûkdîtin û ji her cure êrîşê re vekirî hiştin, li ser jinê weke awayê hebûneke sexte hat ferzkirin. Bi her awayê kiryarên dûrxistina ji xwebûnê re rû bi rû hat hiştin, objekirin, ji aliyê destên bi rêvebirina aqlê mêr ê serdest, li eniya wê mîna çarenûs hat nivîsîn. Nasnameya li derdora wê pîrozî pêş ketin, anîn rewşa girêka kor a qedexe, guneh û eyibandinê.
Ontolojî, weke “Zanista li ser cewhera ya heyî” tê pênasekirin. Eger ontolojiya jinê pêş bikeve, destpêkê divê van girêkan ji hev veke. Ger mirov pêşî heyî dibe, piştre pênaseya xwe dike û cewhera xwe diafirîne, wê jin, pênaseya hebûna xwe ya biyolojîk û xwe bike û ji van girêkên kor dest bi afirandina cewhera xwe bike. Wê dakeve çavkaniya her girêkeke kor a bi hezaran sal berê. Arkeolojiya jinê jî, ji bo van girêkên kor veke wê were pêşxistin. Jin, “ji bo hebûn bibe heyîn, weke heyîneke nasname û azadiya xwe bi dest xistî divê wate îfade bike” Jin jî mîna hebûnên din, heta ku dijî her tim di nav pêkhatinê de ye. Derbarê hebûna xwe de bigihîje agahiyên nû, serwext bibe, diyardeyên nû bigire nav bergeha xwe. Wê ber bi hebûna xwe ve, gav bi gav wê dest bi honandina pêvajoyekê bike. Wê bihizire bê ne objeyeke ku ji hebûnê hatiye derxistin, parçekirin, biçûkdîtin, şermkirin û mêtingehkirin. Wê xwedî îdîa, rê, etîk û rêbaza pêşxistina kirdewariya kolektîf û nasnameya xwe be. Bi vî hawî wê qabîliyeta xwe îfadekirin, parastin, jiyankirineke bi azadî pêş de bibe. Bi demê re êdî pênaseyên sexte yên li bejna wê kirine wê ji xwe bike û rastiya wê ji aliyê civakî ve wê bibe hebûnek. Jin, di pêvajoya afirandina hebûna nasname û jiyana xwe ya azad de wê dîsa pêrgî hin zehmetiyan bê. Lê bi hişmendiya hebûna xwe, wê hîn bibe xwe ava bike, bibe heyînekê û parastina hebûna xwe bike. Bi kurtasî, hebûna xwe ji nû ve, wê li gor dinyaya
zîhniyetê ya bi dest bixe sererast bike û derbas bike. Di vê bidestxistinê de Jineolojî, berendam e ku bi roleke girîng rabe.
Ji bo jin û mêran zîhniyeteke nû pêwîst e. Ji ber ku zîhniyeta hemû fikir û avahiyên xwe dispêrinê, berpirsiyarê esas ê trajediyên civakî ne. “Zanistên civakî yên heyî, di şexsê jinê de civakê anîn ber kaosekê. Li şûna ku wê mîna endama civakîbûnê daye destpêkirin pênase bikin, mîna endama herî lawaz, bêhêz a civakê pênase kiriye. Di vê çarçoveyê de, di civakên roja me de jin, weke çavkaniya pirsgirêkê hatiye dîtin, wê kirine bin tecrîdeke giran. Di pirsgirêkên jin di civakên roja me de dijî de, ger zanistên civakî bi rola hêza çareseriyê ranabin, ev pirsgirêkeke bingehîn e.” Ev tespîtên sade yên Rêber Abdullah Öcalan, îfadeya Jineolojiya wê zîhniyeteke nû pêş bixe çi ye yan jî divê çi be jî dike. Zanisteke ku pênaseyên jinê yên şaş ên di bingeha pirsgirêkên civakê de red dike! Wê Jineolojî, bi zanistî şaşiyên van deyne holê û pênaseyên ku civak û jinê ber bi heqîqetê ve bibin pêş bixe. Heqîqeta jiyan, civak û jinê wê deyne holê ku nabe ji hev bên veqetandin. Wê koletiya kûr a weke forma hebûnekê li ser jinê tê ferzkirin û pêvajoyên bingehîn ên vê ferzkirinê deşîfre bike. Di heman demê de wê rê û rêbazên pêşxistina nasnameya jina azad û serbixwe û erdemên xwedavendê, li gor cêribandinên jinê lêkolîn bike. Pênaseya hebûna jinê, dîrok, civakîbûn û azadiya wê, wê bi nêrîna jinê bike. Bêyî ku ji jiyan, civak û jinê qut bibe, ji bo jin û civakan, bi jin û civakan re, wê fikra zanistî hilberîne. Dê akademiyên civakî ava bike. Zanista hebûna jinê jî li ser vê zemînê wê baş nîqaş bike. Hemû daneyên heta îro li ser jin û civakîbûna jinê wê kom bike û analîz bike. Dema li ser pirsgirêkên rojane bisekine û çareseriyên wê lêkolîn bike, wê paşxaneya dîrokî her tim li ber çav bigire.
Heta niha pênaseyên jinê yên ku bi çîrokên hebûna jinê derketibûn me girte dest. Li gorî pênaseya jinê ku em ê nasnameyên jinê jî li ber çav bigirin û ava bikin, em ê zanista xwe ya jinê pêşde bibin. Yanê pênaseya me ya jinê çi be em ê zanista xwe jî li gorî wê pêş bixin. Me di rêya yekemîn a rêwîtiya xwe de zelal kir ku em ê pênaseya xwe ya jinê li gor kîjan zîhniyet û têgihîştinê ava nekin. Tê maneya ku emê van nav û nasnameyan ji xwe bikin. Em ê di ser kîjan têgihîştin, taybetî û nirxan de pênaseya xwe ya jinê, hebûna wê pêş bixin, me gotibû wê bibe rêya me ya duyemîn. Di vî warî de Jieolojî, zanisteke wê her du rêwîtiyan jî bigihîne hev.
Bi Jineolojiyê ‘Xwebûn
2021-03-03
bîrdoziya civaka cinsiyetparêz
arşîv
hashtag:
Abdullah Ocalan
abori
aşitî
bîrdozî
cinsiyetparêz
civaka çînî
demokrasi
dîrok
ekolojî
ekolojîk
estetîk
ETÎK û ESTETÎK
exlaq
eşq
felsefe
femînîst
femînîzm
hebûn
Heqîqet
hevjiyan
hevjiyana azad
jiyan
Jîneolojî
kapîtalîst
kapîtalîzm
kevneşopi
koçberî
krîz
lêdana hişmendiya desthilatdarî fêzîkî
lêkolîn
Mezopotamya
modernîteya kapîtalîst
polîtîk
pozîtîvîst
Rojhilata Navîn
saziya malbatê
sosyalîzm
sosyoloji
tekoşîn
utopya
Xanedantî
XEYAL
Zilamê Rojhilata Navîn
zîhniyeta mêr
ŞÎDET