beşa duyemîn
RÊBER ABUDLLAH OCLAN
Xwe gîhandina kesayata sosyalîst ya ku em penase dikin bi famkirina denklema-hevkêşeya zanebûn, avabûyîn, hebûn re girêdayî ye. Îdeolojîya sosyalîst û dîroka civakê çiqas were famkirin evqas zanebûn tê qezenckirin. Dema ku hûn vê zanebûnê bikarîn bixin pratîkê û hêza jiyanê hûn dibin hebûneke avabuyîna xwe, nasnemaya xwe ya cewherî, kesayate xwe. Kesayeta sosyalîst bi zanebûna civakî û avabûyîna civakî her daîm mane dide zîrekîya hebûna xwe. Bi vê dibe kesayateke berxwedêr û afirîner. Di be xwedî kesayeteke ku tiştên rojane re têkilîya xwe zindî û herikbar dike, xwe ji tiştên rojane re qut nake, em dikarin bejin kesayeteke li hember her tiştî şîyar û hilberînere.
Bi rastî jî ji derveyî vê yekbûna hebûn, zanebûn û şêwe girtinê bi sernakeve. Bi hebûna qels zanebuneke têrker çênabe, di heman demê de şêweyeke dewlemend jî naye zeftkirin. Pêwistîya herî mezin hebûn, zanebûn û şêwe girtineke hevdû temam dike, têr dike, çavanîya hevdû zêde dike bidest xistine. Bandora hebûnên çewt, zanebûnên çewt, şêwe girtinên çewt jî ne kêmin.
Lêpirsîn û muhasebeya çavkaniya çandî ya ku hebûnê ava dike, bi avayeke tendurîstî nehatîye çêkirin. Hebûna me encamê kijan kombûyînên çandî, kîjan zemînê sosyolojik û sîyasî ye? Di vê çavkaniyê de para modernîteya kapîtalîst, xeta lîberalî terzê ‘jiyana spî’ çiqas heye? Bandora qirqirkirina candî çiqase? Cîhê kevneşopî û paşverutîyan di çi astêde ye? Di vê çavkaniyê de nasnama cewherî ya hebûnê yanê çanda ku bibe esasê nasnameya kurdayetî çiqas heye? Di encam de tiştê ku tê zanîn eve ku, tişta ku hebûnê avadike çande, ya pêş dixîne zanebûne, şêwe girtin jî gîrêdayî van herdûyane. Şêwe girtin halê rêxistinbuyîna zanebûnêye.
Mînakên ku hebûn têrkere lê zanebûn qelse, şêweya xwe pêşneketî, her wiha mînakên hebûna xwe qels, zanabuna xwe pêşketî, şêwe girtina xwe belav jî gelekin. Hînek mînakên ku zanebûn qet şêwe negirtî jî ne kêmin. Hûn dikarîn vana weke kesayetên nîvço, şêweyê kesayatên tevlîhev, kesayetên yêk alî an jî kesayetên gelek nakokîyan jîyan dikin jî penase bikin.
Bê gûman bûyîna lêgerînvan an jî şervanên heqîqetê bi zanebûna xwe, bi derbaskirina xwe bi xwebûyînê re girêdayî ye. Ev eşkereye ku em di vê mijarê de gelek kêmasîyan jîyan dikin. Hûn lêgerîna heqîqetê û bûyîna şervanê heqîqetê ji bo xwe çiqasî dikin armanc, ev mijara nîqaşê ye. Fikrandina li ser heqîqetê di alîyê felsefi, zanîstî de bi zîmane rojane, bi fikrandina kuantumik çêdibe. Kêlî di dîrokê de, di dîrokêde kêlî ditîn, tê wateya ku di dîroka roja me ya îro de xwe bi awayeke qutkirî bidest negirtinê. Ji bo vê jî bi perspektîfa civaka dîrokî mêzekirin, tiştên tê gotîn bi vî awayî nirxandin û destgirtin pêwîste. Bi vî avayî em dîkarin bizanibin ku em encamê çi ne?
Gelek kes ne dikarîn xwebûyîna xwe çêkin, ne jî hebûna xwe li ser bingehekên bidin runişkandin û xwe avabikin. Zanebûna we pir zêde paşveru û seransere, şêwe girtina we jî li ortê ye. Tişta ku serê min mijûl dike eve ku li hember lîstokên pergala kapîtalîst hûn çi dikin û bersivên çava didin? Ez van fam nakim. Zanebûna we pir qelse, ji bo vê jî di kêliyê de famkirin û bûyîna bersîv çênabe. Di vê mijarê de hûn pir di paşde mane, hestên we jî gelek avamîye. Di nêrîna Hegel de ev şêweya herî paşketîye. Li sêr vê huner, çand, huquq, dewlet weke şêweya herî bilind jî felsefeye. Di nêrîna Hegel de şêweya herî bi nirx şêweya felsefî, zanebûne. Hûn hîn di dema herî paşketî de mane, berbi jor ve derketina we jî nîne, ger hebûna we ya vê demê be we yê bikaribûna teqandin çêbikirana.
Hegel mijarên malbat, eşq, cînseltî jî, di nav vê forma herî jêr de digire dest. Lê li gor vê ya herî bêhempa eve. Derveyî vê tişteke nafikirin, xevn û xeyalên vê jî bi vê nevarokê re girêdayî ye. Çima hûn nabin sîyasetmedareke baş, tekoşînvanek baş? Ev sedema xwe ji vê rewşê digire. Ev tişta ku her daîm li ser zimanê we, ji eqlê we dernakeve, ev mijara eşqê jî muhtacê xweserî û azadîyê ye. Xweserî û azadî nebe eşq jî nabe. Di bin sîya deshilatdarî, mêtîngerîya pergala kapîtalîst de azadî kulîlk venade, eşq kulîk venade. Ger cîheke aîdî we, cîhekî hûn dikarîn li ser xwe revabibin, cîhekî xweser nebe hûnê çawa têkîlîyek jiyanî û têkilîya eşkê pêş bixin? We hîn ev jî fam nekirîye.
Nakokî û xwe xapandina we eve ku hûn wiha bawer dikin ku dikarin hem kurdîyatîyê hem jî pergala kapîtalîst bi hevre jiyan bikin. Ev ne mumkune. Ji ber ku pergala şarîstanîyê xwe li ser tunebûyîna Kurdan daye avakirin. Tişta ku ji Kurdan re hatîye hîştîn derveyî qada jîyana biyolojik tiştek din nîne. Rastîya Kurd jî bi gîranî bi vê razî bûye û di jiyana biyolojik de asê maye. Wiha bawer dike ku bi zayînê xefka qirqirinê bişkîne. Ji bo vê sazbuyîna malbata Kurd de jin weke makineya zarok anînê tê bikaranîn. Encamê vê çîye? Civakeke buye hezar parçe, dijminê hevdû û sînorên jîyana biyolojîk, civakek binketî. Êdî hûn ji vê re bi awayeke bi gûman bibêjin civak.
Dema ku berhemdayîna îdolojîk-polîtîk, çênabe tişta ku derdikeve pêş ajo ne. Xêrîzîya birçîbûyîn û cînsletî weke dighêjin lutkeya bilind. Gelê Yahudî jî di qirqirindan de derbas bûn. Lê mêzekin di qada zanîst, felsefe, huner, wêje û aborî de weke ekolekê mohra xwe lê dane. Tu qada têde pêşengtîyê nakin nemaye.
Ji ber ji qirkirinê re bi hilberîneke wiha ya birdozî-polîtîk, zanebûnê bersiv dan, bawer dikirin kû encax bi lêhûrbûneke wiha bikarin hebûna xwe biparêzin û berdewam bikin. Jîyanê jî ew piştrast kir. Eger hûn wan baş fehm nekin hûn hêza fehmkirina rewşa Kurditîyê ya kûr a kû hatîye xistin jî nikarin nişan bidin.
Di nava civakên kolebûyî, gelên pîrekbûyî de – di nav gelên wekî me de- koletî, li ser nasnameya jin, bi şêwazekî herî qirêj û gemar tê hûqmê xwe berdewam dike. Me ji ve koletîyê re, koletîya jinê re helwesteke azadîyê ya mezin ferz kir. Wekî her qadekî, me di vê qadê de jî azadîbûn da destpêkirin, herî kêm me xwest bidin destpê kirin. Lê belê di kesayeta we de ev hêz nîne. Hêza we ya kû nasnameya jin îspat bike, hesab ji koletîyê bixwaze, ji cîhekî bigihêje cîhekî din nîne. Hûn zêde nayên nêzikbûnên wekî birêgez tevgerandin, azad hilbijartinê, şexsîyetê xwe kirina ewlehîya azadî yê. Çima hûn nayên vana? PKK di şênberbûna xwe de – wekî kû di giştî de jî wiha ye- qada kû ji azadîyê re vekirîye çî ye? Cîhê kû we herî zêde eleqedar dike kûdera wê ye? Hêza kû hûn bigrin û bidin çî ye? Pirsên wekî vana hûn zêde nakin pirsgirêk.
Ji asta kû her tişt hatîye bin erd kirin ji bo em bigihêjin astekî karibe were qebûlkirin, were jiyîn dema kû me her tiştekî xwe danî hole; ji bo em we ji asta herî binî de bigrin bînin astekî kû werin qebûl kirinê kedên kû me dane hene. Di rastî de ji bo em bînin asta kû pê re were jîyan kirin, were qebûlkirinê gelek hewldanên me hene. Pêwîste jîyana xwe hûn li gor rêgezên azadîye pêşbixin. Kesayeteke bê rêgez, çi dibe bila bibe, mehkûmê windakirinê ye. Ew tê wateya wekî zarokekî xwe xapandinê. Bi hestên xwe, bi niyetên baş ve tevgerandina we, dikare bi rehetî we bike rewşekî kû hûn bi rêgezê azadîyê re bikevin nava nakokiyên. Îddîayê we lewaz e, xwe bi dest girtin û bandor kirina we lewaz e. Hûn nikarin xwe bidin xebitandin. Dema kû hûn ji bo pirsgirêkên xwe di çerçoveya berpirsîyartîyan de hewl didin derketinekî bikin, çi tê pêşîya we, hûn hema wana hembêz dikin.
“Taybetmendiyên we yên kû asoyê mirov fireh bike, hilbijartinê wê mezine û rûhê mirov hembêz bike, yek jî mirovan bikişîne aliyê xwe li kûderê ne? Di nava civakê de li hemberî zilam di vê mijarê de , ma qey hûn tiştek in? Di nava xwe de nirxê we tê çi wateyê? Wekî kû hemû şîrove û dahûrandinên we yên kesayetî, nûbûyînên kû hûn taybetmendiyên xwe ava bikin u hwd., gelek encamên kû hûn ji vêderê bikaribin derbixin hene. Ji feraseta we ya zewacê bigre heya feraseta we ya evinê, ji nirxandinên we yê zayendî bigre heya nêzikbûnên we yên felsefîk wê ferqeqî me ava bibe, nasnameyekî we pêşbikeve. Pêwiste hûn ji gihaştina pêşxistina şexsîyeta xwe netirsin.
DEWAM DIKE…..
Li Ser Mebdeyên Birdozîya Rizgarîya Jinê Hebûn, Zanebûn û Teşe-form Girtin
2021-03-05
eşq
arşîv
hashtag:
Abdullah Ocalan
abori
aşitî
bîrdozî
cinsiyetparêz
civaka çînî
demokrasi
dîrok
ekolojî
ekolojîk
estetîk
ETÎK û ESTETÎK
exlaq
eşq
felsefe
femînîst
femînîzm
hebûn
Heqîqet
hevjiyan
hevjiyana azad
jiyan
Jîneolojî
kapîtalîst
kapîtalîzm
kevneşopi
koçberî
krîz
lêdana hişmendiya desthilatdarî fêzîkî
lêkolîn
Mezopotamya
modernîteya kapîtalîst
polîtîk
pozîtîvîst
Rojhilata Navîn
saziya malbatê
sosyalîzm
sosyoloji
tekoşîn
utopya
Xanedantî
XEYAL
Zilamê Rojhilata Navîn
zîhniyeta mêr
ŞÎDET