ETÎK Û ESTETÎK

2021-03-06 Abdullah Ocalan

JI PIRTUKA DESTPÊKEK JI JINEOLOJÎ:
Fîlozof Şehabedîn Suhreverdiyê ku bedêla lêgerîna heqîqetê bi canê xwe daye, felsefeya xwe ya bedewiyê mîna hêzeka ku tene bi zanîn û serwextiyê dikare bê hilgirtin aniye ser ziman û bi gotina “Zilm e ku mirov bedewiyê nîşanî yê ne ehlî wê (karzan û pêzan) ye bide.” vê dest nîşan kiriye. Suhreverdî, di cewher de têkiliya bedewî û zanîn û serwextiyê vegotiye. Dema gotiye bedewiya ku bi zanebûnê hatiye afirandin, divê bi kê re, çawa were parvekirin jî diyar dike, di heman demê de estetîkê jî îşaret dike. Têkiliya etîk û estetîkê pir xweş pênase dike. Ev gotina zanyarî ya hezar sal beriya roja me hatiye gotin, ji me re dibêje ku bedewî nabe karê her kesî. Ji bo mirov bikaribe bedewiyê hilgire, divê serwext û zana be. Mirova/ê zana bibe, bigihê rêgeza “xwe bizanibe”, ew mirov e ku hikmê dogma û pêşderaziyên di zîhnê xwe de hildiweşîne, yanê mirova/ê azad e. Ya/ê azad bibe jixwe bedew e.
Rêber Abdullah Öcalan jî di tevahiya dîroka têkoşîna me de di dahûrînên kirine de têgînên estetîk, bedewî, kirêtî, xweşik-nexweşik her tim bi kar anî. Her tim estetîkê bi asta azadiya jiyan û têkiliyan re girte dest. Di demen herî dijwar ên em di bin êrîşên dijmin de bûn jî bi milîtanên xwe û gelê kurd serwextiya felsefeya “erdema herî mezin di şer de jî xweşik mayîn e” da fêhmkirin. Di şerê çil salên bi Tirkiyeyê re tabloya derket holê, li gor welatên heman şeran dimeşandin, aşkereye ku trajedî, mirin û hilweşîn kêmtir bû. Sedema vê dema ji kêliyên herî dijwar ên şer re rêbertî dikir jî, ji rêgezên etîk û estetîkê tawîz nedana Rêber Abdullah Öcalan bû. Bi gotina wî, di şer de bi bedewmayînê ve girêdayî ye.
Rêber Abdullah Öcalan, ji destpêka têkoşînê heta roja me, şer, siyaset, rêxistinbûn û hedefa hemûyan afirandina kesa/ê azad, civaka azad, spart rêgezên girîng ên etîk û estetîkê. Di heman demê de vê weke divêtiyeke sosyalîstbûnê girt dest. “Bedewî hunerek e. Sosyalîstek, şert e vî aliyî jî pêş bixe. Ger wisa nebe wê ber bi şêwazê serdest û kedxwaran ve biçe. Ger kesek nikaribe vê pêk bîne, kesayeteke sosyalîst bi dest nexe, ya xerabtir, jina hînî stûxwariyê hatiye kirin bipejirîne, wê ev wî tehdît bike.” Rêber Abdullah Öcalan di vê destnîşankirina xwe de di pêkanîna hunera bedewiyê de rola berxwedan û neşibandina pergalê, îfade dike. Ji gelek serhildanên di tevahiya dîroka civakî de hatine jiyankirin, -tevî hemû heybeta xwe- pir kêm jê, vê heybeta xwe heta roja me ya îro nehêştiye ku biçelmise. Ji ber ku gelek jê, ji rêgeza etîk û estetîkê tawîz dane û şibiyane yê li dijî wan şer dikin. Ya/ê xwezaya xwe, cewher û cudahiya xwe winda kiribe nexweşik e. Ev serhildanên di dîroka mirovahiyê de jî li hev çûne û hemû sêhra xwe winda kirine. Rêber Abdullah Öcalan, di şexsê xwe, milîtanên xwe û gelê Kurdde, ji bo nexweşikiya jiyanê ji holê rake, baweriya ku em divê şerê xweşikiyê bidin, bi dersên ji van cêribandinên dîrokî derxistiye afirandiye. Dema dest bi têkoşînê kiriye, hemû taybetiyên nexweşik ên gelê kurd bi analîzên sosyolojîk girtiye dest û îfade kiriye ku ev encama qutkirina ji cewhera xwe, ji herikîna xwe ya xwezayî û ji atmosfera xwe ya çandî ye. Felsefeya, rakirina ev qas taybetiyên nexweşik tenê bi şerê azadiyê wê bê dayîn, ava kiriye. “Azadbûn xweşikbûn e, xweşikî tenê bi têkoşîneke dijwar a li dijî nexweşikiyê tê qezenckirin.” Ev formul, di heman demê de sêhra têkoşîna me ya çil salan e. Û di navenda vê sêhrê de, li hemberî nexweşikiya koletiya jinê, destpêkirina têkoşîna azadiya jinê heye. Ji ber ku di dîroka Rojhilata Navîn de xweşikî jî nexweşikî jî di çarçoveya jinê de hatiye afirandin.
“Civakeke mêr a bi nêzikahiyeke ev qas sivik, ji estetîkê bêpar, bênirx, milk û heta weke derdeke divê ji serê xwe bavêje nîşanî jinên xwe bide, îflah nabe û aşkera ye wê ji aştiyê bêpar û kirêt bijî. Civakên wiha mêr, pîroziya jinê, bilindiya niştimanê, dilpakiya rastîn, nêzikahiya xwezayeke watedar û zindî nikarin biafirînin.” Her wiha nikarin biafirînin jî.
Xwezahîbûna jiyanê, li ser wekheviya jin û mêr û yekparebûna diyalektîkî hatiye avakirin. Jiyana ji vê diyalektîkê qut bibe nexweşik e. Û li Rojhilata Navîn bi hezaran sal in jin ji jiyanê hatiye derxistin. Li her deverê dinyaya me ya hegemonyaya kapîtalîst lê serwer kirine jinê kirine “torta jiyanê”. Mêraniya ku jiyana bi vê torta jiyanê re pejirandiye jî kirêtiya jiyanê heta bin biriye. Ji ber vê sedemê şerê herî watedar, dîtina vê kirêtiyê ye, hiskirin, pênasekirin û li dijî wê têkoşîn kirine. Ev jî mijara estetîkê, yanê zanista bedewiyê ye. Bedewî, bi qasî bi kozmetîkê, bi emeliyata ‘estetîk’ê, bi cil û bergan, bi xeml û xişran neyê bidestxistin buha ye û bi dayîna berdêlên herî mezin tê bidestxistin. Jineolojîya weke zanista jiyanê pêş dikeve, yek ji îdîayên wê yên herî bingehîn, afirandina zanabûn û daneheva xweşikiyê, pênasekirina kirêtiyê û meşandina şerê bi kirêtiyê re û afirandina jina bedew û jiyana bedew e. Bihêzkirina argumanên teorîk, îdeolojîk û zanistî ne ku bikaribin têkoşîna vê bimeşînin. Ji ber vê sedemê estetîk, bi etîkê re yek ji qadên Jineolojîyê ye. Ji ber heke Jineolojî bikaribe asta kirêtkirina jiyanê derbas bike, wê çaxê dê bikaribe bibe Jineolojî.
Jineolojî, giraniya xwe bide ser guherîn û veguherîna zanista estetîkê dikare pêk bîne. Ger mirov bizanibe koletî rewşeke zîhnî ye û çavkaniya xwe ji radestiya îdeolojîk digire wê ev ji bo azadiyê bibe gava yekem. Koletiya jinê ku bi giştî di civakê, bi taybetî jî di jinê de hatiye pesendkirin û pesendkirina hest û ajoyên (xerîzeyên) mêrên ku serweriya mêr û jinê weke milk dibine heke em bi xurtî analiz bikin, em dikarin him asta azadiya jiyanê û him jî asta estetîkê pêş bixin. Rêber Abdullah Öcalan dibêje; “Mîtolojî, ol, felsefe, zanist û huner ji bo jiyanê ne û rola wan a sereke pêkanîn û avakirina wekheviyê ye. Divê ev bi girîngî bê têgihîştin, exlaqîkirin û estetîzekirin.” Her wiha Jineolojî, pêşxistina teoriya “qada hevjiyana azad, ew qade ku divê destpêkê zanista wê were kirin” di heman demê de pêşxistina teoriya estetîkê dihesibîne. Dîsa Jineolojî, bi derbaskirina nezaniya ku ekolojiyê dixe bin lingan ku ruhê Manî yê narîn dibêje “axê neêşînin”, ferqkirina ku dibêje; “Aborî, qada cikava exlaqî û poîtîk a rastin a demokratîk e. Aborî, çalakiya herî demokratîk a civakê ye.” û bi hişmendiya ku civakeke ji wateya felsefîk a zêdebûnê qut bûbe, nesîbê xwe ji bedewiyê nagire, tevdigere. Di vê maneyê de etîk û estetîkê, ekolojiyê, aborî û demografyayê di nav têkiliyekê de digire dest.
Gelek bizavên felsefeyê hewl dane estetîk yanê teoriya bedewiyê pênase bikin. Estetîk, di tevahiya pênaseyan de her tim bi etîkê re, di nav têkiliyekê de û weke coteke ji hev qut nabe hatiye destgirtin. Ya rastî ev, tevî hemû operasyonên kapîtalîzmê yên çeloxwarîkirin û ji cewher dûrxistinê, nîşan dide ku têkiliya baş, rast û bedew di bîra mirovahiyê ya kûr de cî girtiye û nayê derxistin. Têkoşîna Azadiya Kurdistanê jî di têkoşîna dimeşîne de girêdanên rast, baş û bedew baş daniye û nîşan daye ku endameke berxwedana vê ya watedar a mirovahiyê ye. Diyardeyek, divê baş û rast be ku bedew be. Divê bedew û baş bibe ku rast be. Xwedavendîtiya dayikê, ji ber rastî, başî û bedewiyê di xwe de hewandiye, karibûye bi deh hezaran sal, civaka exlaqî û polîtîk li derdora jinê rêxistin bike, têr bike, biparêze, bide jiyankirin û bîne roja me. Bi cêribandina civakîbûnê mirovahiyê bedew û exlaqî kir. Ger wiha nebûya, li hember hêza xwezayê, mirovahî yan wê tune bibûya yan jî di sînorên prîmat de asê bimaya.
Di roja me ya îro de, heke meriv bi feraseta bedewiyê ya empozeyî civakan kirine binihêre; xwedavendên ku bi peykerên xwe heta îro hatine, weke jinên nexweşik ên xwedî bedeneke qelew, nelihev wê bên nirxandin. Lê ew jinên qelew ên xwedî peykeran e, ji bo feydeya civakê, karên ku berdewamî û mezinkirina civakê keşif kirine, rêxistin kirine û kirine xwedî jêravahî û sazîbûneke fikrî ya pir xurt. Forma civakî ya jiyanê ava kirine. Ji ber vê yekê xwedî etîk û estetîkê ne. Sembola bedewiyeke jinê ya pir xurt in. Piştî ku baweriya xwedavenda dayîk hilweşiyaye jî mirovahî bi aqlekî sehekî û hestiyar ev aliyê wan her tim zanibûye û li gel êrîşên pir mezin di baweriya wê de li ber xwe dane. Ev rola ku jin di demeke pir dirêj a dîroka civakî de girtiye ser xwe rojane bibe, wê azadî û demokratîkbûna civakê jî pêk were. Tam jî ji ber vê rola stratejîk etîk, yek ji qadên bingehîn ên zanista jinê ye, bêguman bi estetîkê re di nav girêdaneke xurt de.
Têkoşîna rizgariya xwezaya civakî ku her cure qirkirin dîtiye, cêribandinên jinan, kodkirinên di bîra civakî de weke sehek, jîrekiya hestiyar û his, enerjiya herikbar a ber bi jiyanê ve diherike, dikare asoyên nû bide qezenckirin. Mîna Rêber Abdullah Öcalan diyar dike; “Li gorî pêdiviya xwezaya jinê ye ku di hêla civaka exlaqî û polîtîk de zêdetir rasteqînî û berpirsyar tevbigere di warên nirxandin, destnîşankirin û biryarkirina aliyên baş û xirab ên perwerdeya mirovan; girîngiya jiyan û aştî; xirabî û saw/erjenga şer; her wisa pîvanên mafdarî û dadwerî.” li gor vê rastiyê, ji bo asta berpirsiyariyê biafirîne bivênevêya jinê ye ku estetîkê pêş bixe.
Dema etîk tê pêşxistin, divê bi estetîkê re di nav ahengekê de hin rêgezên bingehîn ava bike. Suhreverdî dibêje, murîdê zanistê nas kiriye,derbarê zewac û ezebiyê de xwedî qabîliyeta hilbijartinê ye û bi mînakeke wiha ev tîne ser ziman: “Murîdek ji pirsa tu çima nezewiciye re gotiye ‘jinek ji bo mirovek e. Ez birastî jî nebûm mirov. Çawa bizewicim?” li ser vê mînaka balkêş mirov dikare etîkê weke; yek ji qabîliyetên mirov a herî muhteşem, zanebûna bikaranîna qabîliyeta hilbijartin û tercîhkirinê, hêz û estetîka wê, pênase bike. Di vê mînakê de mezinahiya murîd, zewac an jî ezebiyê li derveyî zextên civakî, hînbûyîn û pêwistiyên jiyanê, di hilbijartina bi biryara xwe de ye. Her wiha jiyana bi jinê re, netemambûn û girêdayî hêza xwebûnê sedema bingehîn a vê hilbijartinê ye. Dîsa bi wêrekî dikare bide daxuyakirin ku vê hêzê hê ne afirandiye. Wisa be etîk, bi qasî mirov tiştekî rast bike, hunera bi xweş gotina vê kirine ve jî girêdayî ye. Ev rêgez wê bibe yek ji rêgezên etîk ên bingehîn ên Jineolojîyê.
Di zanista etîkê de rêgezeke girîng a din; hizirkirina rastiya ku dibêje; ‘zanîna bêwicdan ruh dikuje’ ye. Di civaka xwezayî de çavkanî, kêrhatinî û hedefa her zanînê hebû, bi civakî dihat jiyankirin. Ev rastî, rastiyeke bi qasî aliyê estetîk ê jiyanê, afirandina aliyê etîkê bû jî. Aqil, jîrekî û mêjiyê mirov, îro di bin êrîşên her kêliyê yên modernîteya kapîtalîst de şekil digire. Ev êrîş, bi rêya perwerde, dibistan, dê û bavên di pergala kapîtalîst de şekil digirin û înternetê tên pêkanîn. Bi vî hawî zanîna bêwîcdan tê empozekirin û ruh tê kuştin. Nifşên ku nizanin zanîna çi, ji bo çi qezenc dikin, bêruh dibin û bêwîcdan dibin digihîjin. Ev, civaka exlaqî ji bo çi hildiweşe, sedema wê ya herî bingehîn e. Çalakî û sûcê pergala kapîtalîst a 300 salan e.
Astengkirin, teşhîrkirin û nêhêştina qetilkirina mejiyên teze û ciwan karên qada etîkê ne. Û erka herî mezin a exlaqî ye. Jineolojî, dema bi vî sûcî re têdikoşe, çandên gelên ku ji bo exlaqa civaka xwezayî li ber xwe didin, esas digire. Di vê mijarê de masîvanên qeraxên Kolombiyayê ji bo “zimanê rastiyê dibêje” tesewir bikin biwêjek derxistine “Sentîpensante”, yanê têgîna bi hiskirin fikirandin pir girîng e. Dîsa exlaqa duayeke Çermesoran ku dibêje; “Ruhê mezin! Derbarê yekî ku ez di pêlavê wî de du hefte negeriyabim, min ji hikûmdayînê biparêze!” pir girîng e. Mîtolojiyên Rojhilata Navîn, belgeyên wan ên tesewifî, kevneşopiya devkî, kesayetên mezin jî çavkaniyên gel ên girîng in ku wê feraseta me ya etîkê jê xwedî bibe. Civakeke bê etîk nikare heyî bibe. Jineolojî vê zanebûnê esas digire û ji hînbûyînên jiyan û fikrî yên pergala kapîtalîst a dixwaze vê rastiyê hilweşîne berdana heta bi hetayî, weke rêgezeke bingehîn a jiyana azad pêş dixe.
Ji bo di avakirina pergaleke civakî ya demokratîk, azad û di nav cudahiyan de wekhev bi berpirsiyarî û dildarî cî girtin, ji bêruhuya çaxê em têde dijîn parastina civaka xwe, tolê ji kapîtalîzma têkiliyên jin û mêr bi harbûnî vediguherîne dubendiya kujer û qurban bigire, weke exlaqê vê afirandina jina azad û mêrê azad, ji bo hilweşandina ekolojîk pêkanîna têkoşînê, divêtiya civaka exlaqî û polîtîk e. Ji bo vê têkoşînê fikirandina bi hisiyat, empatiyê, hilberandina zanîn, teorî, zanist û îdeolojiyê jî, karê etîk yanê teoriya exlaqe ku wê bi nêrîneke Jineolojîk were pêşxistin.
Rêber Abdullah Öcalan dibêje “Rewşa jinê ya heyî ne di etîkê ne jî di estetîkê de cihê xwe heye”. Rêbertî bala me dikşîne ser mijara, regeza destpêkê ya pêşxistina etîk û estetîka jinan, rastiya jinê ya heyî, di şexsiyetên xwe de guhertin û derbaskirin û afirandina nasnameya jina azad. Heta em vê pêk neynin, teorî û zanista etîk û estetîka em pêş bixin û di bedewkirina jiyanê de wê bêencam bimîne. Lê sêhra têgîn û teoriyên çaxên xwedavenda dayîk afirandî, di nasnameya jina azad û bi xwezayî jiyankirinê de bû. Ji bo jinûve vê sêhrê bi dest bixin, wê Jineolojî etîk û estetîkê pêş bixe.
Ji ber ziman helbestî bû, çaxên xwedavenda dayîk bisêhr bû. Yanê edebiyat bû. Ji cureyên edebiyatê helbest, çîrçîrok û çîrok jî ji berhemên vê demê ne. Ev ne tenê rasthatineke. Bi hêza jinê û dinyaya wê ya hest ve girêdayî ye ku li derdora wê hatiye honandin, bi rastiya civaka exlaqî û polîtîk a azad û xwezayî ve girêdayiye ku bê derew û hîle dijiya. Hêza gotin û vegotinê, jiyankirina hêza tiştên di hest û hisê de diyar dike. Heqîqeta serboriyan gotinê diafrîne. Ji ber wê yekê ye ku bi qiymet e gotin. Hêza gotinê ya ku ji heqîqetê tê, afirîner e, baş dike û hestiyar e. Fetla xwezayî ya jiyan-gotin û jiyanê bikar tê, dixebite. Yanê fetleke hilberîner a serborî vediguherin gotinê, yên tên gotin li jiyanê, cardin li gotinê vedigerin û berdewam dikin. Yek ji sedemên derketina Jineolojiyê jî, bi qasî dengê me yê hatiye birîn, gotina me ya hatiye bêdengkirin jî paşve girtin e. Yanê bi dest xistina edebiyata me afirandî ya ku di jiyana me ya serdemên helbestwarî de bişkivî bû. Bidestxistina qabîliyeta me ya ku jiyana xwe ber bi gotinê, gotina xwe ber bi jiyanê ve diherikîne. Ji ber vê sedemê, têkiliya jin, edebiyat û ziman, di nav bergeha etîk û estetîk a Jineolojiyê de wê were destgirtin. Lê dema hewce kir, di nav girêdana qadên cuda de yan jî serbixwe wê li serê were sekinandin, lêkolînkirin ku di serê wan diyardeyan de tê ku divê bi ciddiyet bê pêşxistin. Eger zimanê gelek zanistên ku jinan di destpêka civakîbûnê de pêş xistine û ya girîngtir jî zimanê zanyariyê helbest be, bêguman hîkmeteke vê heye. Û ev hîkmet bi hedefa exlaqîkirin û estetîzekirina jiyanê ve girêdayî ye.
Îro aşkera ye ku ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi vê heye. Ev pêwîstî, bi qasî bi zanistên him etîk him estetîkê were bicîanîn, bi edebiyatê jî destgirtin û bicîanîna wê pir girîng e. Edebiyat, di gelek merhaleyên dîrokî yên civakan de weke awayê îfadeya civaka nû pêş ketiye. Zanista jinê jî, wexta ku bi hedefa li derdora jinê jiyaneke civakî bihone pêş bikeve, bêguman wê bi edebiyat û zimanê jinê pêş bikeve. Ziman û edebiyata jinê, tevahiya nirxên me yên ku çanda baviksalarî ew kirine endustrî û dinyaya zanist û akademiyên pozîtîvîst zenûn kirine, bêwîcdan kirine û ji wateyên wan ên civakî şûştine, wê xuyayî bike. Di heman demê de bi sêhra zimanê jinê û hêza edebiyatê, wê van nirxên me zindî bike, jinûve tevlî dinyaya nirxên civakîbûn û jinaniyê bike.
Ev hêza edebiyatê heye. Pabendên di navbera jin û edebiyatê de xwedî taybetiyên wisan e ku vê hêzê dikare zêdetir xurt bike. Eger wiha nebûya, beriya bi sedsalan demên mafê xwendin û nivîsandinê ji destê jinan hatin girtin û li wan qedexe kirin ku li ser navê xwe pirtûk binivîsin û çap bikin, jinan bi qasî bi navê mêrekî pirtûk binivîsin û biweşînin çavsor nedibûn. Eger ne wiha bûya, tevî paşverûtiya ol a ku deng û gotina jinê qedexe dike, wê jinan helbest, dengbêjî û çîrokên çandên gelan ku ew li ser lingan hiştine û dane jiyankirin mîna xizneyên xwe yên mezintirîn nediparastin. Di roja me ya îro de ku tevahî çandên civakî dixwazin bi hunera populer û endustrîbûyî asîmîle bikin, wê edebiyat û zimanê jinê weke qadeke alternatîf a dikare xîtabî beşên cuda yên civakê bike şîn nebûya.
Jineolojî jî, bi edebiyata jinê ya alternatîf û azad şîn bibe wê rengê xwe bigire. Bi astengiyên li ber pêşketina ziman û edebiyata jinê ya ku ruh, ziman, etîk û estetîka wê bide jiyankirin û teyîsandin re di qada fikrî de wê têbikoşe. Li dijî şertên zehmet ên jiyana modernîteya kapîtalîst, zalimiya ku mirov ji mirov û ji civaka wê/wî qut dike û mehkûmî takekesiyê dike, herî xweş edebiyat dikare vebêje û bide fêmkirin. Dîsa edebiyat dikare zalimtiya lîberalîzma ku taybetiyên xweşikiyên jiyanê kolektîf diafirîne û parve dike tune
dike bi me bide hiskirin. Em dikarin bi edebiyatê li dijî ruhê tarî ku wîcdana xwe winda kiriye û qirra mirov, dar, çivîk, av û hewayê tîne, şerê herî xurt bidin. Zimanên ezop ên ku pergal ji bo neyên fêmkirin, bixapîne û ji lêgerîna azadiyê dûr bixîne bi kar tîne, em dikarin bi edebiyatê bi gotin bikin. Têgihîştinên mirov ên hatine gêjkirin, girtin yan jî bûcirk kirinê em dikarin bi edebiyatê vekin. Tevî ku deh hezar sal di ser re derbas bûne, xeyalên dewlemend ên ola dayîka xwedavendê û xwezaya civakî, bi qasî ku em wan û jiyanên wan di serê xwe de tesewir bikin bi hêz in. Em dikarin bi afirandina demên helbestwarî vê hêzê qezenc bikin. Jineolojî, edebiyatê weke qadeke ku zanistên civakî exlaq û wîcdana ku tevahî dinyaya zanistê, bi taybetî pozîtîvîzmê ew xesandine jinûve hîs bike û bidest bixwe, jêneger dibîne. Ji ber vê sedemê ji bo her mirov bikaribe ziman û edebiyata xwe bi taybetî bi zimanê zikmakî bide jiyankirin jî bi nêrîna jinê digire dest û têkoşîna pêşxistinê dide. Di roja me ya îro de qada edebiyatê heta bibêjî hatiye sînorkirin û li ber pêşketina wê hezar astengî hatine avakirin. Vê edebiyatê, bi armanca xurtkirina edebiyata jinê, ji bo edebiyata jinê ya di dîroka me de veşarî mane derkeve holê û pêş bikeve, lêkolîn û vekolanan dike.

Pirtûk

Nivîs