LI HIMBERÎ ÇANDA TECAWUZÊ EM XWE BIPARÊZIN

2021-03-07 artêşa jin

ŞILÊR BARAN
Di hemû zindiyan de sê xalên hevpar hene ku mirov dikare li vê derê bîne ser ziman. Yekemîn xwesteka neslê xwe berdewam kirin, duyemîn xwe têr kirin û sêyemîn jî parastina xwe kirin e. Mijara bertekên xwe parastinê dayina nîşandayinê em dikarin wek parastina cewherî jî bi nav bikin û ji bo berdewamiya jiyanê bingehîn e. Di hemû zindiyan de bi şiklê cur be cur ev xwe parastin çê dibe; bi rêya reng guhertin, jahr û deng derxistin, dirî- kok û pelê xwe ve xwe parastin, bêhn derxistin, xwe veşartin… û hw. em dikarin gelek şêwazê bertekên xwe parastinê yê bişert û bêşert bînin ser ziman.
Di mirovan de jî xwe parastina xwezayî heya astekê heye hima kêmek ji zindiyên dîtir cudatir e. Her çiqasî mirov de hêza fêhm kirin û fikirandinê di astek pêşketî de be jî li himberî êrîşên derve yê ji milê heywan û xwezayî tên zêde nikare xwe biparêze. Mesela di heywanan de çawa ji dayik dibin di nav demek kurt de dikarin li ser lingê xwe bisekinin û jiyana xwe bidomînin, lê dema em mirovan meyze dikin em dibînin ku ne wisa ye; piştî dayik bûyinê pêwistiya zarok demek dirêj perwerde kirin û parastinê heye. Ya rastî, bi tena serê xwe zêde nikare parastinek xurt bike. Ji ber vê ziîfatiya xwe pêwistî bi civakî bûyinê dîtine û bi encamê ezmûnê ji xwezayê girtine yekbûyina xwe ava kirine. Em dikarin di vir de jî bibînin ku xwe parastin, pêwîstiya xwe parastinê dîtin û civakî bûyin ji destpêkê heya niha mijarên raste rast di nav hev de ne û em nikarin wan ji hev qut bigrin dest.
Nêzîkatiyên xwe parastinê wek mijarek tenê girêdayî zor û şîdet dibîne, wek amûrek îktîdarê hildide dest rast nîne û ev terz nerîn wateya xwe parastinê ne zanîn e. Xwe parastin tenê di sînorê hukukî de dîtin û mekanîzmaya dewletî de lêgerandin encamê fikirandina hişmendiya desthilatdar e û bi zanebûn ji bo civakan ji cewherê wan dûr bixînin hatiye ava kirin. Civakek ji mekanîzmaya xwe ya xwe parastinê dur hat hiştin, girîngiya xwe parastinê nezanî ji bo hemû cure êrîşan vekîrî dimîne û pir bi hêsanî dikare têkeve bin xizmeta dagirkeran. Ji ber vê jî hişmendiya serdest herî destpêkê êrîşî mekanîzmayê xwe parastinê dike û zanista xwe parastinê dixwaze ji holê rabike.
Civaka Kurd jî di dîrokê de her tim bi êrîş û dagirkeriyê re ru bi ru maye. Li himberî van polîtîkayê îmha-înkar û tune kirine her di nava berxwedaniyekê de maye û xwastiye hebûna xwe biparêze. Îro her çiqas darbe ji dagirkeriyê xwaribe jî eger hebûna xwe heta roja me ya îro anîbe ev serkeftinek civakî ye. Bi rêka yek bûyin û hevdû girtina civakî, çand- ziman û huner heta astekê xwe parastin çêbûye. Îro jî ji her milî de li çar perçê Kurdistanê de bi êrîşên hovane yê dagirkeriya faşîzmê re ru bi ru dimîne û di nava şerê hebûnê de ye. Qetlîam û qirkirinên li ser gel tê meşandin, bi tu awayî ne kiryarê însanan e, kesê kêmek ji mirovatî fêhm dike li himberî tu însanan nakeve nav kiryarên bi vî rengî. Li taxên Kurdistanê zarok ji terafê faşîzma dewletê tên pelçiqandin, kuştin, jin tên tecawuz kirin, tên kuştin, bi buyerên faîlî meçhul re însanên li azadiya xwe xwedî derdikevin ji holê tên rakirin. Însanê ku bi îradeya xwe ya azad xwedî li rumeta xwe xwedî derdikevin dibin hedefa dijminê dagirker, tên girtin û tên kuştin û her wiha qirkirinên siyasî ve zindan hatine tijî kirin. Di her milî de civak bi polîtîkayên şerê taybet û asîmîlasyona dagirkeriya faşîst re rû bi rû tê hiştin.
Di nav civaka heyî de herî zêde jin û ciwan tên hedef girtin ji ber ku potansiyela dînamîk û aktîf ya civakê ev her du kesîmin. Di ava bûyina civakê de jî di berdewamiya wê de jî jin xwedî rolek girîng e. ji ber vê yekê dijmin bi feraseta ‘Destpêkê li jinan bidin’ ve berê xwe dide jinan û dixwaze hebûna wan ji holê rabike. Di nav civakê de ji bo bê rol û fonksiyon bihêle di her milî de êrîş dike, bê perwerde dihêle, bê îrade dihêle. Bi rêbazê cur be cur ve bi polîtîkayê şerê taybet dixwaze jinan ji cewherê wan dur bixîne, îradeya wan bişkîne û kesayetê wan lewaz bike. Jin bi nêz bûyina xwe ya ji bo azadiyê, xwezayê û jiyanê tê nasîn û wisa tê pênase kirin. Lê belê roja iro de dema rewşa niha jin di nav de ye meyze dikin, tahlîl dikin em dibînin ku asta êrîş û polîtîkayê li himberî jinan hatiye pêş xistin çiqas kur e. Ev nêzikatiyê civaka zayendperest û hişmendiya baviksalarî pêş dixîne dîrokî ne û bi armancin. Ji bo mirov di tekoşîna li himberî van kiryaran de serkeftî be pêwîste mirov di her milî de bikaribe parastina xwe ya cewherî bike. Dema jin xwe parastina xwe bikaribin pêk bînin wê bikaribin bi xwere parastina civaka xwe jî pêş bixînin. Ji ber ku civakek ne ewle de mirov nikare parastina şexs pêş bixîne, em nikarin kes ji civakê qût bigrin dest.
Ji bo parastin çê bibe pêwîst e herî destpêkê her jin xwe bighîne asta zanist bûyin, mirov bikaribe rewşê heyî rast bixwîne û binirxîne. Mirovek rewşa koletiya heyî nebîne û ji vê nefret neke nikare tekoşîna azadiyê jî bide. Ji bo xwe parastinê gava yekem mirov pêwîstiya xwe bi xwe parastinê dîtin e, pêwîstiya li himberî xeteriya tedbîr girtinê dîtine. Ji bo vê jî zanistî bûyin, ketina ferqa heqîqetê pêwîste. Jina xwedî zanist kesayetê ku xwedî seknek bi îrade û azad e, xwedî hêza xwe îfade kirin û rastî şaşitî ji hev derxistinê ye, xwedî pîvan û ehleqê civaka xwezayî ye. Jina dikare xwe rast îfade bike di pêşengtiya civakê de jî dikare aktîf rol bilîze. Jina ku di çerçeva etîk û estetîk de nêz dibe, bi zanista dîroka xwe û bi felsefe nêzî jiyanê dibe, xwedî hêza birdozî û fikirandinê entel e bi hêsanî dikare li himberî êrîşê dagirkeriyê bisekine û van vala derxîne. Kesayetê xwe di her milî de ava kirî û yekparebûyinê di hundirê xwe de dihewîne dikare kesayetê serkeftinê di şexsê xwe de ava bike.
Her çiqas ji bo xwe parastinê zanebûyin û ketina ferqa heqîqetê şertê destpêkê û yê jêneveger be jî ev tena serê xwe têrker nabe. Tiştê zanista heyî temam bike ketina nav liv û tevgerê, herikandina enerjiyê û aktîf bûyin e yanî rêxistin bûyin e. zanista ava bûyî belavî hemû jinan kirin û di wan de jî hişmendiya xwe parastinê ava kirin û li himberî pergala serdest pergala xwe ya xweser dayina ava kirin pêwîst dike. Mekanên jin bikaribin xwe lê îfade bikin ava kirin û li van dera parastina jinan pêş xistin ji rêxistin bûyinê mijara bingehîn e. Bi rêka parve kirin û rêxistin kirinê dema ev zanista hatiye ava kirin bû malê hemû jinan û di nav rehendê civakê de hat herikandin wê demê mirov dikare bibêje înşaya civakî û ava bûyina parastina cewherî pêş dikeve. Pergala xwe parastina jinan encax di nav civakê de bi avakirina sazî û rêxistin kirina jinan dikare were pêş xistin.
Di pergala parastinê de em tekoşîna huquqî kêm nabînin lê têrker jî nîne. Dema em dibêjin bila xwe parastin çêbibe em pergala huqukî ji nedîtî ve nêz nabin. Pêwîste nirxê civaka ehleqî û polîtîk esas bê girtin. Di civaka ehleqî û polîtîk de cihê huquqê nîne lê ji bo tekoşîna niha pêwîste bê meşandin û tê meşandin karê sereke; bêtir demoqratîk kirina pergala heyî ye, di vê çerçevê de kar û xebatê perwerde kirin û rêxistin kirina civakê meşandin yanî înşa kirina civakê ye. Her çiqas li himberî rewşê derdikevên holê kiryarên huquqî were pêk anîn jî eger ji milê civakî de li himberî vê rewşê bertek neyê nîşan dayîn, tewr û helwest neyê pêş xistin di wî şexsî de lêhûrbûyinek rast neyê ava kirin, kêmahiya heyî ji holê nayê rakirin. Eger guhertin hebe jî ev hundirîn nabe, şiklî û demdemkî dimîne yanî civak bi tenê vê rêkê nayê ava kirin. Tiştê vê yekê temam bike zanist û hişmendiya demoqratîk û azadîxwaz pêş xistin e. Heta ev zanist piştî demekê wê bighêje astek wisa ku êdî pêwîstî bi kiryarên huquqî jî namîne, nirxên civaka ehleqî û polîtîk wê ji bo rêvebirina civaka demoqratîk ekolojîk û azadîxwaz têrker be.
Di roja me îro de jin di her milî de bi êrîşên pergala kapîtalîzmê re û polîtîkayê wê yê şerê taybet re rû bi rû dimînin. Ev êrîş hemû jî îdeolojîkin û bi armancin, di çerçeva îrade şikestandin û hebûna jin ji holê rakirin de ye. Jin di taxan de tên tecawuz kirin, tên tecîz kirin, tên firotin, tên kuştin, bi cenazeyê wan tên lîstin û tên perçe perçe kirin, bi şîdeta zilam re ru bi ru tê hiştin, tên sunet kirin, di bin navê namus û toreyê de di bin nêzîkatiyê civaka zayendperest de dimînin û tên kuştin, di malê de muameleya girtî û xizmetkaran dibîne, tên îdam kirin, di nav çarşefê de tên fetisandin, tên recm kirin, pir zewac, sîxur kirin, qelen xwestin, di emrekî zarok de tên zewicandin, ji mahfê perwerde dîtinê heta mahfê ketina qada siyasî de her tim tê asteng kirin, ji bo bi deruniyek aram nekeve nav civakê her tim tê tepisandin….. hw. Li himberî van êrîşan di xwe parastina jinan de pêwîste hem di milê ruhî hem fikrî hem jî bedenî parastin hebe. Di jin de milê fikr- ruh û beden rasterast bi hevre girêdayî ne û hevdû temam dikin. Ji bo em bikaribin rewşa jinan ewlw binirxînin pêwîste di her milî de di nav tenduristiyekê de be. Bi ava bûyina zanebûnê re ji bo ewlehiya jinan û civakê, xebatê rêxistin kirina jinan pêş xistin, sazî bûyin û yekitiya jinan ava kirin xalek esasî ye. Her çiqas hemû cîhanê de xebatên di vê çerçevê de tên meşandin hebe jî pêwîste di hemû çavderên civakê de yekîneyên xwe parastinê bên ava kirin. Di van yekîneyan de jin bikaribin bighêjin hev, fikrê xwe bighînin hev û xwedî li hev derkevin. Dema hişmendiya yekitî û yekpare bûyinê hate ava kirin wê êrîşên ji derve de tên pêş xistin jî bi hêsanî bên vala derxistin.
Ji bo xebatên parastina cewherî û tekoşîna li himberî dagirkeriyê de em nikarin tekoşînê bi çek xebitandinê re sînordar bigrin dest. Rast e; artêş bûyina jinê di mijara xwe parastinê de pêşketinek dîrokî û bingehîn e, bûye îlhama hemû jinan, xwedî rol-mîsyon û bandorek pir mezin e. Di bin sîwana YJA Star û pêşengiya jinên Kurd de îro ava bûyina artêş bûyina jin, di tekoşîna azadiya jin de şoreşek e, ji bo hemû jinan stargeh û hêvî ye. Jin di qadên çiyayên azad de bi îdeolojiya Rizgariya Jinan ve xwe ji nûve ava dikin. Sekna jinên di xeta jina azad de di şexsê Zîlan û Bêrîtanan de hatiye raber kirin ji bo hemû mirovahiyê îlham e, pîrozbahiyek e û ji bo dagirkeran cihê tirsê ye. Dîsa di şexsê Arîn Mîrkan û Avesta Xabûran de di nav hêzê YPJ’ê de hemû cîhanê dît ku jina xwe di felsefe û îdeolojiya Apocî de bihilîne, ava bike, di xeta jina azad de bi îdîa û bizanist be xwedî îrade û cesaretek çawa ye. Li Rojhilatê Kurdistanê de di şexsê Şîrîn Elemholî û Zeynep Celaliyan de heman sekin û îradê em dibînin. Li himberî polîtîkayên tune kirin û înkar kirina jinan, di girtîgehên Îranê de berxwedana hatiye raber kirin carek dîtir dide îspat kirin ku jina di armanca xwe de zelal û rêxistin kirî li ku derê dibe bila bibe dikare xwe biparêze, bi sekna xwe dîwarê faşîzmê hilweşîne û dengê azadiyê belavî hemû jinan bike. Bi îlhama ji van pêşengan hatiye girtin êdî jin li himberî civaka heyî û pergala hişmendiya zilamê serdest di nav serî rakirinekê de ye, li pê şopa van pêşengê xwe dimeşin û berê xwe didin refê azadiyê. Di bin ronahiya van şêhîdê qehreman de pêwîste em bikaribin li rumeta xwe û gelê xwe xwedî derbikevin û ava kirina modernîteya demokratîk de bi hemû hêza xwe ve tevlî xebatê înşayê bibin.
Di ava bûyina pergala xwe parastinê de li himberî hemû curê êrîşê li himberî gel û jinan de çalakî bûyin û serhilder bûyin xalek esasî ye. Di çi astê de û bi şêwazî dibe bila bibe li himberî dagirkeriya heyî helwest û bertek dayina nîşandan îradeyek derxistina holê ye. Ji bo demoqratîk kirina pergala heyî û ava bûyina civaka ehleqî û polîtîk de gavê herî biçûk jî pir girîng e û dikare pir tiştan bide guhertin, rê li ber pêşketinên civakî jî veke. Di civakan de caran çiruskek bi çûk ji bo ava bûyina serhildan û raperîninên mezin têrker e. Bi vê zanistê yekineyên xwe parastinê yê hatine avakirin pêwîste her tim di nav aktîf bûyinekê de bin û hewil bidin dengê xwe bighînin hemû cîhanê. Di nav civakê de di milê siyasî- civakî- çandî- aborî- tendurîstî- perwerdehî û hw. di hemû qadan de rêxistin bûyin û sazî bûyinê xwe ava bikin û têkevin nav hemû çahvokên civakê. Bi taybetî ji bo jinan xebatên xweser yê were pêş xistin di nav civakê de hêza jin derxistina holê de xwedî girîngiyek mezin e. Bi xurt kirin û pêş xistina jinan ve civak jî bi guhertin û pêş ketinan re rû bi rû dimîne. Bi vê fikirandinê ve di xebatên xwe parastinê de taybet li ser rewşa jinan sekinandin pêwîst dike. Bi pêşengiya tevgera azadiyê û gelê Kurd ve roja îro de astek hatiye girtin û tekoşînek tê meşandin. Berxwedanî û tekoşîna di şexsê jina Kurd de tê meşandin ji bo hemû jinan hêvî dide. Hemû jinên azadîxwaz li xeleka derdora Rêberê Gelan Rêber Apo hatiye ava kirin de dighêjin hev. Yekitiya hatiye ava kirin ji bo hemû jinan dibe çavkaniya hêza tekoşînê û teqez serkeftina vê dozê dide nîşandan.

Pirtûk

Nivîs