beşa siyemîn
RÊBER ABUDLLAH OCLAN
Bi awayekî eşekere anîna ser ziman bi feyde ye; dema kû yekî we diçin qadekî, divê bikaribin ferqa xwe deynin holê. Weke mînak, divê zilam bikaribin bibêjin; “ Ew kes cûda ye, cidîyet, nirx û giranîyeke we heye, heta başe jî, xweşik e, em we hildibijêrin, ev jî rêzdarî û hezkirina me ye”. Em dibêjin kû çareserî ew e. Hûn dibêjin “ wê çawa were jîyan kirin”. Ez ê bi çalekîyekî, bi şêwazekî şer, li gel te bim, piştgirî bidim te, şêwaz ew e. Nasnameya gelekan nîne! Gelek hatine dibêjin “ Em ji nasnameya xwe ya jin bêhtir dûr ketine.” Di refên şoreşê de zimanê wana qût bûye, bûye dûvelangek (uydu).
Gotin û nêzikbûnên wekî dibêje “jina wî zilamê, keça wî, nizanim tiştekî kesekî” em wekî nemerdane(alçakça) dibînin. Ew gotinên bi şerm in. Divê di destpêkê de bikaribin bibêjin kû “ ew jina rêzdar”. Heger kû îlehîn behsa hezkirîyekî bê kirin, divê bikaribin bibêjin “ ew keçik û hebûna kû nûnerîya nirxan dike”. Nirxandinên wiha hîn mezin in? Ez ji xîtapa bi kesê din re girêdayî nefret dikim. Di feodalizma Ereban de ew hîn bi bandore. Mînak, bi xîtaba kû dibêje “Ebû, Îbni”, navê mirovan tê dayîn. Ew gotin û nêzikbûn dibêje “Ebu, Îbni” ya filan kesî; nêzikbûneke feodalizmê ye. Cîhê vî divê pênaseyên wekî “ kesê kû şexsîyet û hêzekî wî-we ya xweser heye.” Tercîh hinekî wiha dibe. Tabiî, di vê de giredan heye, eleqeyeke kûr, nirxdayîn, hezkirin heye û gelek aliyên wê hene, bêhtir bi civakî, sîyasî û exlaqî ye jî.
Ma divê xwedîyekî we hebe? Ma divê hûn bibin xwedîyê tiştekî? Herdu jî bi rastîya milk ve girêdayî ne. Yek ji xala girîng eve. Mijara dûyemîn; me di dahûrandina zayendî de pêşketinek rave kir. Jin wekî meta, tiştekî kirin-firotinê nabe were bikaranîn, bi hesabên li ser jin encamên sîyasî nabe were bi dest xistin. Ne jin ne jî zilam divê li ser vê mijarê hesabên erzan nekin. Ew nêzikbûn bi pêşketina me ya exlaqî a di nava şoreşê de lihev nake. Ew encameke girîng e.
Yek jî mijareke girîng ya ku dahûrandinên me derxist holê ew bû. Tabûyên li derdora zayenditî hilweşandin, bandora wê ya bi zerar, ya ku ji asta sîyasî dixîne ji hole rakirin; Ne bi şêwaza serdestîya zilam bikaranîn, ne jî wek metayeke xwe pêşwazîkirina jinê û bi xwe spartina vê yekê ve jîyankirina we! Me ew bi qismekî mezin rave kir û ew girînge. Di vê aliyê de hinek pêşketin hene. Pêşketina din a sêyemîn jî ew bû; pêwiste têkilî li ser bingeheke kevneşopî, paşveroti, hestîyarî nebe, bi taybet di nava Partîyê de hêza şexsî wiha nikare were bikaranîn, bi hinceta rayeyên(yetki) Partîyê, tevlîbûna tekoşînê, nikare asta têkilîyên paşvero berdewam bike. Li cîhê vê pêwiste têkilîyên bihêz a kû aliyê we ya tekoşînê li pêş e, di ezmûna şer de derbas bûye bingeh bigre. Ji bo pêşketina şexsî yanî avakirin û gihaştina hawîrdor û navendeke têkilîyên azad, ew pir girînge. Yanî em dixwazin vê bibêjin; têkilîyekî kû nekeve xizmeta şer, li gor tekoşînê şekil negre ne maqûl e, naye qebul kirin, bê nirxe.
Dema kû ber bi tekoşînkirinê de bibe, şansê pêşketinê ji we re bide, wê demê ev têkilî wê xwedî wateyekê be. Ew, di nêzikbûnên jin û mêr de, aliyên kû dikare were qebûl kirinêne. Me jî ew esas girt. Berovajîyê vê, têkilî bi esas girtina hestan, ajoyan demdirêj nikarin werin jiyîn. Aliyê wan ya vezelokî jî heye. Di têkilîyan de ew çorsbûn divê werin derbas kirin. Ew eşkereye ku di têkiliyên de xweşikbûna diyar tine be nikare xwe ji çorsbûne xilas bike. Di kesayeta jinê de xweşikbûn girîng e. Divê jin ne xwe bi xwe înkar bikin ne jî nexweşiyên jina paşvero qebûl bikin. Divê bizanibin, xweşikbûna xwe derxin hole; zilam jî pêwiste çorsbûna xwe derbas bike, terbîya xwe ji nû ve qezenç bike. Hinek encamên wiha derketin. Hûn dizanin kû derxistina holê ya wan encaman jî bi tekoşîneke mezin çêdibe. Di pêvajoya rizgarîya netewî de, di nava Partîyê de me bi xwe tekoşîneke mezin da meşandin. Yanî, tekoşîna kû min daye dikarim bi çend merheleyên girîng jî bidim girêdan û di rastîyê de min ew gotibû.
Dema muhefezekariya dirêj: Feydeyekî wê ew bû; ev nêzîkatî me ji pîvanên zilamtî ya pêşwext parast, Ew pêvajoyeke pir girîng bû.
Merheleya dûyemîn: me têkilîya jinê weke têkilîya tekoşînê, tekoşîna şer hilbijartin bû. Ew merheleya gelek mezin bû, ne tenê asta têkilîyên yek kesî derxist hole, bi giştî asta neteweyekê derxist holê. Têkilîyeke şexsî a kû em ketibûn berbi dahûrandineke netewî ve çû. Gelek rastî derxist holê, heta di dahûrandina metîngehî de, li hemberî wê pêşxistina merheleya tekoşîna herî qrîtîk de ew têkilî xwedî risteke jîyanî bû. Rêbertî ew jî jîyan kir.
Merheleya sêyemîn: di bingeha vê tekoşînê de, merheleya pêxistina derfetên azadîya jinê bû. Heger kû em dîrok bidin; heya 1975’an merheleya yekem, ji 1975- ‘۸۵’ an merheleya dûyem,ji 1985-’۹۵ ‘an jî merheleya sêyemîn bu.
Divê hûn bi girîngiyeke mezin li ser van her sê merheleyan jî bisekinin. Ji ber ya kû jîyana we di kok de gûhert; ew merheleyên kû şêwazên Rêbertî jîyan kiriye û bi Partîyê re jî daye jîyan kirinê ye. Niha di Kurdistanê de ti kes bi dayîna aliyekî ya van merheleyan nikare dahûrandina xwe bike. Divê hûn bikaribin bi tena serê xwe taybetmendîyên van merheleyan nîqaş bikin, derbixin holê. Divê Rastîya Rêbertî di van her sê merheleyan de tê çi wateyê, bi encamên wê yên civakî, sîyasî bikaribin nîqaş bikin. Bi rastî jî her merheleyek ji wana di tekoşîna me ya azadîyê de xwedî cîhê mezinin. Bi giştî, dema kû me rizgarîya netewî pêşxist, di rizgarîya jinê de jî me ferqeke wiha jîyan kir. Eger em vê bibêjin, ev îfadeya rastîyê dike. Dema muhefezekarî, dema bîryarbûnê ye. Dema ku hîn me hêza çareserîyê neditîye, hêdî hêdî em dikevin nav pirsgirêkê. Merheleya dûyemîn; dema ku me metîngehî û bandorên wê ya civakî heya mêjîyê hestûyên xwe hîs dikir û li hemberî wê hêza tekoşînê nişan da bû. Merheleya sêyemîn jî ; demeke kû di pêşketina azadîyê de pêşketineke teqemenîyê derketibû holê ye. Û di rastîyê de hûn hemû jî berhemên vê merheleyê ne.
Li Ser Mebdeyên Birdozîya Rizgarîya Jinê Hebûn, Zanebûn û Teşe-form Girtin
2021-03-08
azadiya jinê
arşîv
hashtag:
Abdullah Ocalan
abori
aşitî
bîrdozî
cinsiyetparêz
civaka çînî
demokrasi
dîrok
ekolojî
ekolojîk
estetîk
ETÎK û ESTETÎK
exlaq
eşq
felsefe
femînîst
femînîzm
hebûn
Heqîqet
hevjiyan
hevjiyana azad
jiyan
Jîneolojî
kapîtalîst
kapîtalîzm
kevneşopi
koçberî
krîz
lêdana hişmendiya desthilatdarî fêzîkî
lêkolîn
Mezopotamya
modernîteya kapîtalîst
polîtîk
pozîtîvîst
Rojhilata Navîn
saziya malbatê
sosyalîzm
sosyoloji
tekoşîn
utopya
Xanedantî
XEYAL
Zilamê Rojhilata Navîn
zîhniyeta mêr
ŞÎDET