JI PIRTUKA DESTPÊKE JI JINEOLOJÎ:
Xwedavenda Dadê ya Sumerî Nanşe, ji hin tiştan tiştekî qet nedieciband; yê tiştê neaydî xwe bixwe û nebêje “min xwar”, vexwe û nebêje “min vexwar”. Çanda Sumer a ku ev xwedavend jê tê, tevî ku çavkaniya dewlet, perestgeh û gelek tiştên destpêkê yên desthilatparêz e, dad ji aliyê xwedavendekê ve tê parastin. Di demên diyar ên salê de ji ber sûcên kirine, mirovan didarizîne. Ya herî girîng jî; yek ji pîvanên dadê yên vê xwedavendê, bi nêzikahiya faliyetên aboriyê re têkildar e. Mirovek tiştekî bi keda xwe çênekiribe bixwe û vê înkar bike, xwedavend vê naecibîne. Her sal dema dor tê ser didarizîne. Serdema Sumeran ew serdeme ku xwedavendên dayîk û xweda di nav hevsengiyekê de ne. Bi alîkariya vê zanînê mirov dikare pêvajoyên beriya vê xeyal bike. Yanê dada pêvajoyên ku aborî bi destê jinê, bi dilê jinê hatiye afirandin.
Yek ji rêbazên bêhejmar ê lêgerîna heqîqetê, bêguman mîtolojî ye. Xwedavend faliyeta aboriyê ji pîvanên bingehîn ên dad û exlaqê dihesibînin. Tenê mîtolojî behsa vê rastiyê nake. Xwedavend, weke Nanşe, çi tiştê afirandibin pîroz dibînin û diparêzin. Ya rastî ev, razberkirineke ku civakê bi xwe afirandiye. Ji bo civakên wê demê, bi qasî yê ramanî di qadên aborî, olî û hunerî de jî bi gelek delîlan tije ne. Rastiyeke bingehîn ku bermahiyên arkeolojîk datînin holê; di civakên dayîksalarî de, faliyetên jinan ên hilberînê ya bingehîn, demeke dirêj berhevkarî bûye. Yanê jinê, bi vê şêwazê hilberînê, civakîbûnê li ser piyan girtiye û daye jiyankirin. Di dema vê faliyeta xwe de, di heman demê de derbarê nebat û axê de gelek agahiyên nû girtiye.
Jinên ku serdema hilberînê dan destpêkirin, teknîka ku mirovahiyê bi hezaran sal xwedî kiriye, çandinî, sewalkarî, xurek û endustriya cil û bergan, matematîk û hwd. Bingeha gelek qadan ava kirine. Remezan Çeper di pirtûka bi navê Ferhenga Etîmolojiyê de etîmolojiya jimar (hejmarê) wiha rave dike. ‘‘Jî + mar / e. Hejmar / ejmar / hûmare / jmar. Mare, di zaravayê Dimilkî de bi maneya dayîk e. Jî+mare: ya dayîkê, ya aydî dayîkê ye, karê dayîkê. Peyva Mare jî Marya ya Huriyan tê. Hûrî ji jinan re dibêjin Marya. Jîmer kirin: di maneya karê hesabê ye, matematik e. Her çiqas jimar weke kare rahibên Sumer werin zanîn jî di dema Neolîtîk a beriya Sumeran de ji ber ku debar, aborî û parvekirin ji aliyê jinan ve dihatin kirin, bi hesab û jimaran re jî jin mijûl bûne.” Ev ravekirin, ji bo karên têkildarî hesab û matematîkê ne, yanî yên dayîkê, yên jinê ne, delîleke cuda pêşkêş dike. Dîsa gelek daneyên zanistî hene îspat dikin ku çandinî jî îcada jinê ye.
Rastiya em ji Nanşe fêr dibin ewe ku; pêşketina faliyeta aboriyê ya ku jiyan bê wê nabe û di pêşengiya jinan de û bi saya zanyariya wan pêş ketiye. Fêrkirina vê zanînê, tavilê me tîne dinyaya roja me. Hemû tabloyên ku dilê mirov reş dikin li dû hev tên ber çavên me. Xizanî, bêkarî, birçîbûn, bêmalî, cureyên zilmê ne ku zêdetir jin êşa wan dikşînin. Ya herî bi êş jî; ya dewlemendiyê afirandiye ew e, ya ku karên civakê mezin bike dîtiye ew e, ya zad dîtiye û nan pijandiye ew e, ya xanî çêkiriye ew e. Lê çi bû ku tabloya destpêkê veguherî ya îro? “Xwedayên xasûk, tim dizî kirin, firotin. Bi tevahî bi jinê dan windakirin. Her ku bi jinê dan windakirin, xizanbûna mezin a destpêkê ya civakê, weke çarenûsek dest bi pêkanîna hikmê xwe kir.” Ev hikmê weke çarenûs, hê jî derbasdar e û êşên giran bi gelan dide kişandin. Ev hemû derbarê aboriyê de bi biryarên hilweşîner ên ku mêr distînin û ji aboriyê qet fêhm nakin ve girêdayiye. Li gelek welatên dinyayê çandinîtiyê anîn ber qedandinê, di vê mijarê de welatan bi xwe ve girêdane û gelan fêrî tembelî û tiraliyê kirine. Sedema vê zilma ku her diçe li ser civakê zêdetir dibe, li derve hiştina jinan a bi aboriyê ve girêdayiye.
Jineolojî, jina dayîk a di vê destpêka de ye esas digire; aboriyê yek ji qadên xwe dibîne, lê hûr dibe, lêkolîn dike, bi proje dike. Di vê mijarê de rêgeza wê ya sereke; bi civakê re rêxistinkirina faliyetên aboriyê yên hevpar e. Ji aboriyê qut kirinê çawa civakê radest digrin û di vê mijarê de zext û polîtîkayên li ser gelan çawa pêktînin, bi serê xwe mijara lêkolîneke dîrokî ye. Ji bo civakekê, qutkirina ji aboriyê hilweşandin e.
Peyva aborî di kurdî de di heman demê de tê maneya ‘tiştê pê debar tê kirin’. Yanê her tiştên ku mirov ji bo pêwîstiya jiyana xwe ya xwezayî pêk tînin aborî ye. Eger civakek ji vê were qutkirin nikare bijî. Îro tiştê ku pergala kapîtalîst dike, qutkirina civakê ji aboriyê ye. Piştre jî mirovan mecbûr dike ku li ser sergoya wan debara xwe bikin. Di tevahiya dinyayê de, qada mirovahî zêdetir bi zilm û bêçaretiyê re rû bi rû tê hiştin qada aboriyê ye. Jineolojî, di wê baweriyê de ye ku ev zilm û bêçaretî ne çarenûsek e û bi rêxistinkirina hevpar a beşên civakê wê ev bi dawî bibe. Ji bo di civakê de jî vê baweriyê pêş bixe, vê qadê bi teorîkî, rêxistinî û çalakvanî dinirxîne.
Qada aboriyê, zemîna bingehîn e ku qirkirina civakî xwe dispêrê. Dixwazin civakê bi vê radest bigirin. Di vê mijarê de, para bêçaretiya civak û kesan ku hatine hînkirinê pir girîng e. “Bêçaretiya hatiye hînkirin”, bawer nake ku di vê qadê de guherîn, çalakvanî û vînek were pêşxistin. Şoreşa bingehîn a divê Jineolojî li dar bixe; hilweşandina vê bêçaretiya hatiye hînkirin e. Ji ber vê sedemê bi civak û kesan bide hînkirin ku li axê, ava di ber wan re diherike û keda destê mirov, weke barîna çavkaniyên bereketê binihêrin. Heta ku di nav dewlemendiyê de feqîrî û hînbûyîna jiyankirina vê neguhere, faliyetên me yên aborî wê negihîjin cewhereke demokratîk û komunal. Jinên ku di destpêka dîroka civakî de aboriyê pêş xistin, dikarin îro jî vê cewherê bi dest bixin û hemû civakê tevlî aboriya weke “pêkhateya hebûna bingehîn” a civakê bikin.
Jineolojî wê qada aboriyê bi hin rêgezên bingehîn bigire dest. Beriya her tiştî wê bi perspektîfa teoriya keda dayîkê ya Rêber Abdullah Öcalan pêş xistî li diyardeya kedê binihêre. Bi vê perspektîfê, wê wate û nirx bide keda jinê ya nav malê ku tevgerên jinan bi salan in têkoşîna wê didin. Di faliyetên aboriyê de keda dayîkê çavkaniya bingehîn e. Wê xebatên ku vê fikrê di civakê de bi cî bikin bimeşîne. Wê hedef bigire ku teoriya nû ya ked û nirxê ya me di ser keda jinê ya dayîktiyê pêş xistiye ava bikin, di vê çarçoveyê de perspektîfeke nû pêş bixîne. Weke di çaxên dayîka xwedavend de, wê bi analîzên aboriyê yên ku projeyên aboriyê teşwîq bike dest pê dike. Bi armanca zindîkirina çanda aboriyeke kolektîf a her civak, kom, bikaribe têrî xwe bike, bi cîranên xwe re di nav piştgiriyekê de hev temamkirinê esas digre wê tevbigere. “Aboriyeke bê sermaye mimkun e, lê sermayeyeke bê aborî ne mimkun e” ev diyarkirin, xala destpêkê ye ku faliyetên aboriya divê em rêxistin bikin zelal dike. Hizirkirina hêza xwe ya hilberînê û di jiyanê de cihê vê. Ev baweriya xwe bixwe, li dijî karên kapîtalîzmê ku hemû pêkhateyên demokratik ên gêlan bi aboriya ne aboriye hildiweşîne wê me xurt bike. Em nikarin aboriyê di destê kapîtalîzma ne aborî ye de bihêlin.
“Aboriya misoger divê di çarçoveya kom, ekolojîk û esasên berhemdariyê de were rêxistinkirin, şertê hebûna bingehîn a civakê ye. Ji bilî civak û civatan, ti kesên din ne dikarin bibin xwedî vê hebûnê, ne jî vî mafî ji holê rakin.” Faliyeteke aboriyê ya li gor van esasên Rêber Abdullah Öcalan diyar dike; divê girêdana xwe bi ax û çandiniyê re hebe. Ji bo vê zemînên herî guncaw gund in. Ji bo pêşxistina komunan jî faliyetên çandîniyê yê li gundan xwedî zemînên guncaw in. Çandînîtî, li derdora xwe çand û şêwazê jiyanê diafirîne. Ji ber vê sedemê Rêber Abdullah Öcalan dibêje ku pêwîstiya Rojhilata Navîn bi “şoreşeke gund û çandiniyê ya duyem” heye. Weke ku daneyên zanistî jî datînin holê, yên şoreşa gund û çandiniyê ya yekem afirandin, dayîk, jin in. Îro şansê şoreşa gund û çandiniyê ya duyem ku pêwîstiya Rojhilata Navîn pê heye û şoreşa jinê ya duyem di zik hev de pêş bikevin pir zêde ye. Ji bo her duyan jî şertê bingehîn; ji hînbûyînên jiyana kapîtalîst û bêçaretiya em hîn kirine jiyankirina berdana heta bi hetayî ye. Jin dikarin weke hêza pêşeng a şayestaya rola wan a di dîrokê de, rêxistinkirin û çalakvaniyeke aborî bidin destpêkirin.
Heta ku zanatiya dîrokê nebe mirov nikare dîroka qirkirina civakî û aboriyê diyar bike. Heta ku zanatiyeke ekolojiyê nebe girêdana aborî û xwezayê, etîk û estetîk nebin em nikarin rêgezên bernameya me ya aboriya alternatîf diyar bikin. Her wiha bi Jineolojiyê em ê perspektîfa aboriyê bigirin dest, li ser lêhûrbûnê bikin, proje û plansaziyên berbiçav hilberînin. Ya girîngtir jî em bigihîjin zanebûna ku aborî “yek ji çalakiyên demokratîk ên qada civakî ye” em ê tevlî çalakiya avakirina zanistên civakî yên alternatîf bibin. Van qadan, bêyî ku parçe bikin, dijberî hev bikin, nekin pêşbirkê, bi hev re û bi aheng, bi awayekî hevdu temam bikin destgirtin û nirxandin, wê bi her kesê/î bide qezenckirin. Ev, bi taybetî li erdnîgariya Rojhilata Navîn, pêwîstiyeke çiqas lezgîn e û divê bibe zemîna ku şoreşa duyem a gund û çandiniyê xwe bispêrê, Rêber Abdullah Öcalan wiha balê dikşîne ser: “Di zanistên civakî de weke nexweşînek, tevahiyê li kadavrayan veqetandin û çareserkirin, encamên xwe yên herî bi xeta, herhal di xebatên şaristaniyê yên Rojhilata Navîn de nîşan dide. Aborî di serê van xebatan de tê. Şer û desthilatdarî, zîhniyet û civakîbûn ne di nav hev de bin, dahûrandinên aborî, tenê wê nezaniyê zêdetir kûr bikin.”
Di pêşxistina perspektîfa aboriyê de, di rêgeh û jêravahiya wê ya zanistî û pêkanîna bi zanebûn de, pêşketina Jineolojiyê wê alîkariyeke pir girîng pêşkêşî vê qadê bike. Her ku qada aboriyê bigihê perspektîfa Jineolojîk, divê birçîbûn, tunebûn û bêkarî di dîrokê de bimîne. Bi vê hedef û biryardariyê qada aboriyê ku stûna nav malê ya jiyana civakî ye wê ava bibe. “Pirsgirêka aboriyê,kengî jin ji nava ekonomiyê tê derxistin, dest pê dike.” Ev tespît; dide bawerkirin ku ji bo pirsgirêka aborî ji holê rabe, divê jin ji nû ve bikeve aboriyê û faliyetên aboriyê bi destê jinê, bi aqil û zihniyeta wê werin avakirin. Jina dayîk, cîvakîbûnê afirandiye ku keda herî mezin e. Faliyetên aborî ku yek ji şertên bingehîn ê hebûna civakî ye, bi tevlîbûna hêzên modernîteya demokratîk wê rêxistinkirinê jî bi ser bixe.