Ji pirtuka destpêke ji jineolojî:
Hin deman li tevahiya dinyaya me hiqûqa dayîktiyê hakim bû. Ji wateyên bêhempa tenê wateyek bû ku dayîk zarokan perwerde dike, xwedî dike û eleqedar dibe. Ew zarokên bi şans bûn ku bi gelek taybetiyên xurt ên dayîkê xwedî dibûn , hîn dibûn û wisa mezin dibûn. Di dîroka me ya nêz de zarokên bêtir bi şens jî hebûn. Aborjînan wisa bawer dikirin ku bi zarokên ku îhtimala zayîna wan heye, beriya bikevin malzaroka dayîka xwe dikarin têkilî deynin. Jê dipirsîn ka dixwaze were vê dinyayê yan na, amade ye yan na. Eger zarok bixwaze were dinyayê hemletî çêdibû, na naxwaze an ne amade ye hemletî nedibû. Wek tê zanîn hin qebîleyên Aborjînan, ger bawer bikirina ev dinya xera bûye û naxwazin li vê dinyayê bijîn, bi dilê xwe zêdebûnê didan sekinandin. Em nizanin Aborjînan bi vê zanyariya xwe ya kûr, bi enerjiya xwedî potansiyela bûyîna “zarok” a beriya bikeve malzaroka dayîkê re, girêdaneke çawa çêkirine. Lê fikir û xeyala îhtimaleke wiha jî muhteşem e. Her çend weke hebûneke potansiyel di enerjiya gerdûnê de bigere jî ji mirov re rêzdariyeke mezin heye. Ev felsefeya kur di rêgeza zêdebûna koman de etîk û estetîkeke bêhempa hildigre. Cewhera vê zanyariyê, ji hiqûqa dayîkê ya ku cinsîtiyê bi zêdebûn û rêgezên diyar ve girê dide derdikeve. Ajoya (xerîzeya) cinsîtî ya ku îro dinyayê mehf dike, berde bi rêgez û rêzikên diyar were sekinandin, bi her cure amûran tê sorkirin û cinawirkirin, ji bo bi zanyariya jina dayîk ji nû ve were destgirtin, weke qadeke Jineolojiyê em dibêjin demografya.
Di her zindiya gerdûnê de zêdebûn, di bingeha xwesertiya xwe de xwedî wate, etîk û estetîkê ye. Bi dozîn û xerîze yan jî bi jîrekiyekê çêbibe jî vê cewhera wê naguherîne. Zêdebûneke curbecurî û daîmî, yek ji bûyerên biraz ên sirdar a jiyanê ye. Gerdûn, bi gelek awayan xwe tîne ziman, di nav wan de ya herî zêde heyecan dide ev e. Lê xwezaya bi sedsalan me jêre digot hov û biçûk didît, ji bo zêdebûnê periyotan diafirîne. Xwedî jîrekiyeke wisan e ku sînoran datîne. Mirovên civaka xwezayî, berevajî mirovên roja me, bi hezkirin û pîroziyeke mezin nêzî xwezayê dibûn, xwe weke zarokê wê didîtin, li gel wan jî ev sînor hebûn. Ew mirov jî bi sedsalan li ber çavê me hov û barbar bûn. Lê dema dixwestin zarok çêbikin, şertên xwezayê, derfetên xwarin û starbûna klana xwe û yek jî têkiliyên bi klanên cîran re jî li ber çav digirtin û li gorî vê biryar digirtin. Bi gotina biryar digirtin, em dixwazin îfade bikin ku di van civakan de di vê mijarê de dezgeha biryarê tenê dayîk û jin bûn. Bi deh hezaran sal, bi xêra van dayîk û jinên biaqil, komên mirovan hevsengiya hebûnê bi dest xistin. Hevsengiya hebûnê, rêgeza zêdebûnê rast û biaqil diyarkirin bû. Yanê sînorkirina ajoya cinsîtiyê bû. Di şertên wan deman de di navbera jin û mêrekê de bi girêdana hevsertiyê bibin ê hev, aşiqî hev bin yan jî jin û mêr bibêjin zaroka/ê min e û ji bo zewqê bihevrebûneke çewalêhato tune bû. Hiqûqa dayîkê hemûyan bi rêzikên heta bibêjî etîk û estetîk û ji bo feydeya civakê ve girê dabû. Wê demê berjewendiya civakê, bi giranî berjewendiya kes bû. Ji ber ku di cewhera civakê de newekhevî û bêdadî tune bû.
Mixabin ev kesayeta civakê beriya pênc hezar salan dest bi xerabûnê kir. Dayîkên ku hiqûqa dayîktiyê afirandin, bi gund û bajarên xwe ve hatin şewitandin. Û zanyariya wan a her tim dad, hezkirin, şîfa, aştî û aramiyê dianîn vê dinyayê, xwestin ku bi destê xwedayên firtoneyan ji bîra civakê paqij bikin. Zêdebûna bi sir xera bû. Dema jin derbarê bedena xwe û bedena mêr de xwedî agahî bû, ne ji bo zarokan, ne ji bo mêran û jinan bêdadiyek hebû. Bi demê re aqlê mêrê deshilatdar, zanîna rola mêr a di zêdebûnê de, bi hêrsa desthilatiyê re gihand hev. Ev aqil, argumanên tunekirina îdeolojîk ên ku rola jinê ya di zêdebûnê de êdî tune dihesibîne û bedena wê dadixîne tenê zarokhilgirtinê afirand. Çandeke baviksalarî hat afirandin ku di çêbûna zarok de bav diyarker dike û ji bo zarok aydî kî ye zelal were zanîn jinê di hepseke di nav hepsê de digire. Zarok aydî kê ye, ji hezkirin û eleqedariya zarok wêdetir, berdewamkirina hêrsa nijada xanedaniyê bi xwîna ‘esîl’ diyarker bû.
Ji fikra sabit a ku zarokê kurik wê nijadê dewam bike û ya rastî desthilatiyê dewr bigire, kirin prensîb û kakilê çanda xanedan a jêneger. Di vê pêvajoyê de, pêkanînên qetilkirina bi hezaran zarokên kurik –bebek, pitik jî têde- di bin navê tehdîta li ser desthilatiyê qewimîn. Li ba deshilatiyê bênirxkirin û tunekirina bi hezaran zarokên keçik jî li kêleka vê rûdanê bû. Ne dayîkên van zarokan dizên li ser zarokên xwe, ne jî zarokên çêdibin li ser mafê jiyana xwe hêza wan a biryarê tune bû. Çanda xanedaniyê, ya rastî berdewamiya desthilatiyê çi pêwîst bike, wê hikma zayîn û mirinê li gor wê bida. Ev tenê ne diyarkirina polîtîkayeke kontrola zayînê yan jî zêdebûnê ya çarenûsa deshilatî di destê wan de bû. Seqetiyeke zîhnî bû ku ji serî heta binî li çaviyên civakî enjekte dikirin. Civakan jî zarokên keç û kurik li gor vê seqetiyê girtin dest.
Mêrên deshilatparêz ku li ser qoqên bi milyonan mirovî împaratorî û qraliyetan ava dikirin, diviyabû ji xanedaniyeke xurt bihatana. Bi pêşketina dewletparêziyê re ku sê mêr yanî fermandarê leşkerî, şaman û mêrê xasûk kakilê wê bûn, xanedaniya xurt qerebalixbûnê dixwest. Yanî gelek jinên hevser ku gelek zarokên kur ên bibin ewlehiya jiyanê û desthilatiya wî, gelek zarokên keçik ku di peymanên siyasî de bikaribe weke mulk bifiroşe bînin dinyayê. Wê êdî çarenûsa dayîk û zarokan jibinî ve biguheriya, bêguman a dinya û mirovahiyê jî. Wisa ku ajoya cinsî, bi qasî ku çavkaniyên xwezayî yên dinyayê, pergala ekolojîk, erd û esman li hember vê ajoyê binalin, wê bêserûber bimaya. Û mirovahî, wê dûrî aqlê selîmtiya qebîleyan biketa ku van qebîleyan hov didît û wê girêdayîna ti rêgezeke zêdebûnê nehişta. Wê jinê veguherandina amûra zarokanînê. Cinsîtî, wê ji hemû maneyên etîk û estetîk bihata kirin û bi ajoya berdewamkirina nijadê ve bihata girêdan. Ew zarokên bi hezkirin û narînî mezin dibûn, ew kulîlkên delal, wê êdî tene bibûna “dol”. Eger di vê dinyaya bêrehm de bikaribûya li ser lingan bimîne û bibe parçeyek girîng ji desthilatiyê, wê mîna ‘mirov’ bihata dîtin. Çand yan jî bêçandiya zêdebûnê ya bi xwezayê re, bi cîranan re, bi xwezayên jin û mêr re, bi wateya mirovbûnê re hemû têkiliyên xwe qut kiriye, tenê li gor pêwîstiyên desthilatiyê şekil girtiye hatibû afirandin.
Êdî ya ku ji aliyê desthilatiyê ve tê teşwîqkirin û destek-kirin, rewa tê dîtin ev bêçandîtî bû. Êdî di serê mijarên ku ol, felsefe, zanist derbarê wê de herî zêde diaxiviyan, rewşên dayîktiyê bûn. Ji ber ku dayîktî taybetiyeke bi deh hezar salan civakê welidandî, xwedî kirî bû, wê kirin hedefa hemû êrîşên pergala baviksalarî. Di zêdebûnê de rola yek alî ya mêr hat nepixandin û îdeolojîkirin û ji deshilatiya wî re kirin palpişta bingehîn. Wisa bû ku Martîn Lutherê di olê de reform pêk anî bû, ji kesên balê dikşandin ser xeteriyên hemletiyê re vê bersivê dide: “Eger jin ji ber zarokanînê bêhal dikevin yan jî dimirin, tu zirareke vê tune ye. Bihêlin heta ku dimirin bila zarokan bînin, jixwe hemû sedema hebûna wan ev e.” Mêrekî ku sedema hemû hebûna wî ji Cihûtî û ji kapîtalîzma ku dijminê mirovahiyê ye re vekirina Xiristiyaniyê be, derbarê hebûna jinê de ku hêza mûcîzewî ya bêsînor a xwezayê hildigire, ji nirxandina wî ya bî vî hawî divê meriv şaş û metel nemine.
Civak û bi taybetî jinên ku zêdebûn û etîk û estetîka dayîka xwedavend winda nekirine, heta merhaleya kapîtalîzmê, weke xeteriyeke ew qas mezin nedihatin dîtin. Ev, şîfakarên xwezayî bûn û civak, bi bîra xwe ya xwezaya civakî ya bi hêsanî winda nabe, bi xweşbîni li vana dinihêrt. Lê di dema sermayeya destpêkê ya kapîtalîzmê de ev jinên şîfakar, ji ber ku zanyariya tendirustî, zêdebûn, plankirina malbatê û pirsgirêkên cinsîtiyê û bi taybetî hêza zarokanînê diyar dikin di dest wan de bûn, weke xeteriya herî mezin hatin dîtin û bi milyonan ji wan bi qirçeqirç hatin şewitandin. Ew zanyariya jinên hatin şewitandin ji bo ji ariya xwe ji nû ve xwe biafirînin em demografyayê di bin banê Jineolojiyê de weke zanist pênase dikin.
Karê me yê destpêkê, lêkolînkirina hemû xebatên demografyayê yên heta niha ne. Lê di vê mijarê de xala ku em stratejîk dibînin, zindîkirina rêgeza ew demên ku hiqûqa dayîkê serwer bû û rêgeza ku bi milyonan jin ji bonê hatin şewitandin e. Ev rêgez ev e; “Ev beden a min e, ez ê kîngê, li ku derê û ji bo çi di vê bedenê de caneke din hilgirim, encax ezê biryar bidim” Ev rêgez, wê çarenûsa dinyayê biguherîne.
Derbarê bedena xwe, cinsîtî û zayîna xwe de îro bi milyonan jin, wê zanyariya ku ji dema xwezaya civakî heta sê sed salên dawîn maye wendakirine û bi vê wendakirinê dijîn. Nizanin ku ev zanyarî bi êrîşên mîtolojî, ol, felsefe û zanistên îdeolojîk ên mêrên serdest hatiye wendakirin. Ew zanîna ku jin ji bo vê zanyariyê biparêzin bêhempa li ber xwe dane ji bîra wan hatiye derxistin. Îro ev terora bêrehm a mêr li ser bedena jinê hê jî tê meşandin. Ji ber vê yekê jî derbarê bedena xwe, zayokiya xwe û cinsîtiya xwe de ne xwedî agahiyên têr in. Zanyariya jinên ku karê tiba xwezayî dikin, şîfakar in û heta roja me hatine jî bi navê “pîrejin” bêqîmet tên dîtin. Ji ber vê yekê jî zarokanîn, cinsîtî û bedena jinê, bi temamî ji însafa polîtîka û sîstema baviksalarî û dewletparêz re hatiye hiştin.
Bêguman weke ku aqlê kapîtalîst, oryantalîst û pozîtîvîst îdîa dike, esas sedema van polîtîkayên demografyayê ne ev rewşa jinê ye. Her jin bi sehekên xwe jî be dizane wê bedena wê bikaribe çend zarokan bîne. Lê kapîtalîzm bi her cure tundiya propagandayê, ۲۴ saet cinsîtiya mêr har dike û bedena jinê jî weke amûreka ku ev cinsîtiya harbûyî bikaribe jê zewqê bistîne empoze dike. Ji aliyê din ve ol, kurtajê, heta di dolgirtinê de, li derve valabûnê û dolan bereday xerckirinê, hemû rêbazên kontrola zayînê qedexe dike. Yanê polîtîkayeke nufûsê ya ku dewlet, ol, desthilatî, hevser û bav li ser xwedî maf in heye. Rewşeke şikandina vîna kesên ku zarokan di malzaroka xwe de hildigirin, diwelidînin, dimêjînin, mezin dikin heye. Di feraseta demografya ya Jineolojiyê de rêgeza yekemîn, ji holê rakirina şikandina vê vînê ye.
Rêgezeke din a bingehîn, pêşxistina zihniyeta ku di tevahî civakê de berdewamkirina nîjadê, ji bûyereke fizîkî wêdetir aliye wê yê felsefî jî ber bi çav dike. Bi civakan qezenckirina zanyariya Aborjînan e. Çanda xanedantiyê, di rastiya serdema me de bi girêdanên xwînê nayê afirandin, bi girêdanên “pereyê fermandar” tê afirandin. Zarokên îro, bi spermê kê ber bigirin jî, di malzaroka kîjan dayîkê de neh mehan mezin bibin jî, her kêlî bi xeteriya nihîlîzma vê çaxê, lîberalîzma wê, bêkokiya wê û wehşeta wê re rû bi rû ne. Dema rewş wiha be mirov dikare behsa berdewamkirina nîjada bike an jî dol dayîna bênîjadîkirinê?
Di qada demografyayê de yek ji rêgezên bingehîn ku wê Jineolojî esas bigire, analîzkirina feraseta nufûsê ya Malthûswarî ye. Li hember vê ferasetê serwextkirina civakê û bilindkirina têkoşîneke civakî ya îdeolojîk û rêxistinkirî di bergeha Jineolojiyê de ye. Li hemberî vê bi tevger û kesên ku dijberî vê feraseta demografyayê alternatîf pêş dixin re, hevpar çalakî û xebatan meşandine. Ev ne Antî-Malthûswariya tê zanîn e ku hin welat kêmbûna nufûsê weke xeteriyekê dibinin û doktrîneke zayokiyê teşwîq dikin. Dijderketina Malthûsê ku xwe dispêre lîberalîzmê û nîjadperestî, antî humanîzmê, dijminatiya jin û feqîr û bindestan e. Jineolojî, teoriya polîtîkaya nufûsê ya ku Malthûs pêş xistiye, Neo- Malthûswariya di sedsala 20an de bi pejirandina fikrên Malthûs pêş ketiye, bi taybetî ji bo welatên dinyaya sêyemîn polîtîkayên plansaziya nufûsê ji xwe re kirine destek, felaketên afirandiye wê têxe rojeva xwe û lê hûr bibe.
Jineolojî rêgezên feraseta berdewamkirina nijadeka baş, li gorî jin û zarokan diyar dike. Ji bo vê lêkolîn û lêhûrbûn, bi rêgeha anketan ji civakê kom kirina daneyên şênber, analîzkirina van daneyan û pêşxistina tezên bi hêjayiya sosyolojîk û bi vê rê hilweşandina qalibên paşverû yên zanista demografyayê û bi zîhniyeteke nû pêkanîna destgirtina wê, wê bibe esasên nêzikahiya demografyayê ya Jineolojiyê.
Demografya jî weke qadên din ên Jineolojîyê bi hev re di nav têkiliyekê de tê destgirtin. Felsefeya berdewamkirina nîjadê ya şaş û encamên vê, bi aboriyê re, bi ekolojiyê re, bi hemû çaviyên civakê re, bi qadên tendirustî û perwerdeyê re, bi polîtîkayê re girêdanên xwe yên şidiyayî hene. Demografya bi van zanistan xwedî dibe, daneyan vediguhêze van zanistan û wan xwedî dike.
DEMOGRAFYA
2021-03-12
demografya
arşîv
hashtag:
Abdullah Ocalan
abori
aşitî
bîrdozî
cinsiyetparêz
civaka çînî
demokrasi
dîrok
ekolojî
ekolojîk
estetîk
ETÎK û ESTETÎK
exlaq
eşq
felsefe
femînîst
femînîzm
hebûn
Heqîqet
hevjiyan
hevjiyana azad
jiyan
Jîneolojî
kapîtalîst
kapîtalîzm
kevneşopi
koçberî
krîz
lêdana hişmendiya desthilatdarî fêzîkî
lêkolîn
Mezopotamya
modernîteya kapîtalîst
polîtîk
pozîtîvîst
Rojhilata Navîn
saziya malbatê
sosyalîzm
sosyoloji
tekoşîn
utopya
Xanedantî
XEYAL
Zilamê Rojhilata Navîn
zîhniyeta mêr
ŞÎDET