JI PIRTUKA DESTPÊKE JI JINEOLOJÎ:
Ji bo di kêliyê de wate li herikîna jiyanê zêde bikin, kolana di çavkaniya demê de gelekî girîng e. Ji ber ku jiyaneke watedar, bi hişmendiyeke xurt a dîrokê mimkun e. Dîrok, herî zêde ji bo jiyaneke watedar pêwîst e. Ji bo vê jî zanîna sosyolojî û felsefeyê, lê van zanistan jî ji aliyê dîrokê ve xwendin girîng e. Ya ku wate dide jiyana civakî jî ev hişmendiya dîrokî ye. Ji ber vê sedemê xurt avakirina girêdanên dîrokî yên jiyana civakî ji me re vedibêje ku jiyan çiqas hêja ye.
Bi Jineolojiyê dest bi kolaneke wiha kirin, yek ji gavên herî girîng ên mirov bavêje jiyana azad in. Ji ber ku bi Jineolojiyê li dîrokê nêrîn û dîrokê bi nirxên ku jin pênase dikin sererastkirin, girêdanên dîrokê yên bi jiyan, civak û xwezayê re bi awayekî xurt ava dike. Dîsa nêrîneke Jineolojîk, dîroka di niha de jî dewam dike, nirxên parçeyek ji wê ne, çandên berxwedanê, ziman, exlaq, kult, çîrok û hê gelek jê çawa diherikin kêliyê vedibêje. Ji ber vê sedemê Jineolojî, dîrokê ji diyardeyeke hişk hatiye diyarkirin wêdetir, weke hebûneke di kêliyê de, demek, mekanek û bîrek digire dest.
Em di serdemekê wisa de dijîn ku yekparebûna civakî, demî, mekanî heta bi şaneyên xwe parçe bûne. Ev yekparebûna di bin navê zanistê de hatiye parçekirin, parvenebûna jiyana civakî ya bi dem û mekan re jî tehdît dike. Jiyana ji heqîqeta xwe hatiye qutkirin banga hawarê dike. Ne tenê di jiyana mirov de, di jiyana hemû zindî û nezindiyên xwezayê de em vê hawarê dibihîsin. Di çavkaniya van de ji gerdûn û dema ku herikîna wê ye weke organîzmaya zindî ye digire dest wêdetir, zîhniyeta pozîtîf a weke diyardeyeke divê bi qanûnên misoger werin hikumkirin cî digire. Nêzikahiya ku bi taybetî dîrokê, bi dîtina nivîsê dide destpêkirin û vê jî dispêre Sumeran, beriya wê beşa ji sedî 98’ê dîroka cîvakîbûna mirov a destpêkê jî jinedîtîve tê, îro rastiyeke ku bingeha zîhniyeta zanistperest ava dike. Zîhniyeta rahîbên Sumerî, di roja me ya îro de di mirovên zanyar de berdewam dike, ev rastiyeke ku pêdivî bi nîqaşê nîne. Her wiha, mirov bizanibe ku dîrok ji aliyê şaristaniya bidewlet ve tê nivîsîn û vê jî weke dîroka fermî di bîra mirov de dikolin; ji bo mirov bikaribe xwendinên dîrokê xurt bike destpêkeke girîng e. Û bi Jineolojiyê, jina ku dîroka fermî wê li derve dihêle, çandan, sazîbûnên civakî û yekeyan weke kirdeya (subjeya) rast destgirtin girîng e.
Mirov ji mîtolojiyan heta olan, ji felsefeyê heta zanistan, di her demên dîrokê de bi rêbazên cuda li heqîqeta xwe digere. Mirov ger ev qas ji jiyana azad dûr ketibe ev, girêdana xwe bi destgirtina dîrokê ya ji rastiya civakî qut ve girêdayiye. Xwe pergalîkirina şaristaniya bidewlet de cudahiya kirdetî(sûbje) û tişteyiyan (obje) roleke girîng dilîzin û dubendiyên xwe dispêrin van cudahiyan bêtir kûr kirin û demê bi awayê dîrokeke razber digire dest, xizmetê ji desthilatiyên heyî re dike. Lê feraseta dîrokê ya Jineolojiyê ya ji nav jiyanê tê, hemû nirxên civakî yên ne yên desthilatiyane yên çandî û civakî têde kom bûne, dubendiyan li ser esasê hevdu temamkirinê digire dest, yekpareyî ye û di niha de jî dewam dike.
Afirandina formên zîhniyet û vînî yên tekûz ên Rêber Abdullah Öcalan weke “Dîroka azadiyê (dîroka civakî)” îfade kiriye, bi feraseteke dîrokê ya wiha mimkun e. Li ser vî esasî, li şûna ku dîrokê weke berhema di ser kesan re deyne holê, civakan bi rastiya demî û mekanî re bigihîne hev esas digire û bi awayekî bi xwezayê re yek e destgirtin girîng e. Rêber Abdullah Öcalan bi gotina “Fernand Braudel bi gotineke gelek di cî de ku dibêje Sosyolojiyê dîrokîkirin, dîrokê jî sosyolojîkirin balê dikşîne ser şaşîtiyeke bingehîn a rêbaz û zanistê. Ev, di watenasiyê de yek ji şertê sereke yê pêşketinê ye. Avantajekî din ê vê rêbazê, ji nirxandina dîrokê ya weke wê re nêztir disekine.” Balê dikşîne ser ku civakîkirina dîrokê hîn nêztirî heqîqetê ye.
Rêber Abdullah Öcalan dibêje: “Dîroka şaristaniyê, di heman demê de dîroka windakirin û windabûna jinê ye. Ev dîrok, dîroka kesayeta serdest a mêr e ku bi xweda û qûlên xwe, bi hikumdar û tebayên xwe, bi aborî, zanist û hunera xwe ve xurt bûye. Her wiha windakirin û windabûna jinê, li ser navê civakê ketineke mezin û windakirin e.” Li ser vî bingehî Jineolojî, rêbaza derbaskirina pergala kedxwariyê ya li derdora jinê pêş ketiye pêş dixe. Ji bo vê berxwedan û seknên jinê yên di dîrokê de derdixe holê. Desthilatî di ser vê danehevê de xwe bi rêxistin dike û berdewamî dike.
Di çarçoveya diyarkirina Rêber Abdullah Öcalan ya ku dibêje “Dîroka koletiya jinê hê nehatiye nivîsin, dîroka azadiyê jî li hêviya nivîsandinê ye. Dîroka koletiya jinê bêguman di çanda Rojhilata Navîn de veşarî ye, derçûna wê jî ji ber vê sedemê wê li ser van axan pêk were. Lê aşkera ye ku wê bi şêwaze mêr pêk neyê. Jineolojî dibe ku bibe gava derketineke bingehîn.” de dîrokê di çarçoveya jinê de jinûve nivîsandinê esas digire. Dîroka jinê, ne tenê dîrokeke di çarçoveya cins de ye, dîroka kedê, hilberînê, kolektîvîzmê, civakîbûnê, di kêliyê de rêzdariya ji rabirdûyê re û herikîna ber bi dahatûyê ve, ne ya bêdawî û bêserî, dîroka wateya niha vedibêje.
Li ser vî esasî, yek ji erken herî bingehîn a Jineolojiyê gihandina heqîqeta jinê ye ku di tevahiya dîroka şaristaniyê de wateyeke mezin winda kiriye. Ev, di heman demê de lêgerîna gihandina heqîqeta windayî ya civakê ye. Dîsa jina ku li dijî hêzên şaristaniyê her tim di nav berxwedanekê de bûye û di ava şaristaniya demokratik de diherike,dilop bi dilop bi nirxên ji dîrokê girtiye afirandina niha û avakirina dahatûyê ye. Ev rêbaz, nirxên jinê yên di tariyê de mane, derdixe ser rûyê erdê. Li şûna ku li ser dîroka heyî zêde bike, bi nêrîna jinê jinûve avakirina dîrokê pêk tîne. Bi qasî rêzdariya ku dide cudahiya her hebûnekê, girêdana di navbera wan de xurt ava dike. Li dijî feraseta nêr a diyarker û dûz li ser xetekê, feraseta demeke vedigere, sehekî û herikbar e esas digire û her tiştên derbarê jiyan, xweza û civakê de digire nav xwe. Cudahiyên wan diparêze. Û lêgerînên azadiyê di niha de jiyanî dike.