RÊBER ABDULLAH OCALAN
Rola bingehîn a exlaq ew e ku civak bibe xwedî hêz û sepana rêsayên ku xwe bide berdewamkirin û li ser piyan bimîne. Civakek ku rêsayên xwe yên hebûnê û hêza xwe ya sepandinê wenda kiribe, tê wateya ku veguheriye komcivakên lawiran, ku di rewşek wisa de, bi qasî ku bê xwestin, dikare were bikaranîn û mêtin. Rola polîtîkayê jî di cewher de ew e ku rêsayên pêwîst ên exlaqî ji civakê re peyda bike û li gel vê, rê û rêbazên dabînkrina pêdiviyên bingehîn ên daringî û zihnî, bi berdewamî guftûgo bike û wana bike biryar. Polîtîkaya civakî, hêza gotûbêj û biryaran bi berdewamî pêşdixe û civakê, li ser bingeha van rastiyan, zindî dike û wê dike xwedî nêrîna zelal; her wisa wê digihîne şiyana ku karibe xwe rêve bibe û karên xwe çareser bike û bi vî rengî qada herî bingehîn a hebûna wê çê dike. Civaka bêpolîtîka, ew civak e ku, mîna mirîşka serjêkirî, hîn berî ku can bide, dipirpite.Rêya herî bibandor a hêştina civakek bêsazbar û bêhêz ew e ku ew civak were hêştin bêPOLÎTÎKA (bêsiyaset, bi gotina Îslamî bêşerîet), weke organa neçar a gotûbêj û biryaran ji bo hebûna wê ya cewherîn û pêdiviyên wê yên bingehîn ên daringî û arişî. Ti rê, ji bilî vê, nikare ewqas fikaredar be.
Ji ber van sedeman e ku emraz û têkiliyên desthilatî û dewletê bi dirêjiya dîrokê di serî de saziyên bi navê ‘huqûq’li şûna exlaqê civakê û ‘dewlet’li şûna polîtîkaya wê, bi cî dikin . Erkên bingehîn ên desthilatî û dewletê, yên her serdemê, ew in ku civakê dûr bixin ji hêza wê ya exlaq û polîtîka, ku rola du stratejiyên bingehîn ên hebûnê dileyîzin; û li şûna wê, rêveberiya huqûq û serweriyê deynin. Eger ev herdu erk nebin, daneheva sermaye û yekdestiyên mêtinê jî nabin. Tevahiya rûpelên dîroka şaristanî ya pênc hezar salî tijî ne bi şikandina hêza civakê ya exlaq û polîtîka û bi danîna li şûna wê hêzê huqûq û îdareya yekdestiyên sermayayê. Dîroka şaristaniyê bi sedemên xwe yên tazî û rastîn, wisa ye û nivîsandina wê ya rast, dikare ancax bi van sedeman wate derbibirre. Her wisa di cewhera tevahiya pevçûnên civakî yên dîrokê de jî ev rstî veşartî ye. Gelo, wê civak, ji alî exlaq û polîtîkaya xwe ve bijî, yan wê di rasterêya huqûq û rêveberiya yekdestiyên har ên mêtinê de, weke keriyek bê jiyandin? Ez dixwazim vê rastiyê derbibirrim, dema ez dibêjim ku çavkaniya sereke ya pirsgirêkan, ‘mezinbûna kanserolojîk e’, ku nakeve heşê mirov, a huqûq û rêveberî ya desthilatî û dewletê ye.
Lewre tevnên civakê yên exlaqî û siyasî (polîtîk) hatine kudkirin (seqetkirin) û bi vî rengî nikare kar bike; ev dibe ya sereke ya pirsgirêkên herî bingehîn. Bê gûman, tevn û qadên exlaq û polîtîka, nikare bi tevahî bêne tunekirin. Ta ku civak hebe, wê exlaq û polîtîka jî hebin. Lê ji bêr ku desthilatî û dewlet derketin, û hatin derxistin, ji bûyîna qadeke pisporî û ezmûnê, nikarin şiyanên xwe yên afirîner û sazbar bi cî bînin. Pirr eşkere ye ku civak di roja me ya îro de, bi rêya çirpîna emraz û têkiliyên desthilatî û dewletê (medya, her cûre îstîxbarat, yekîneyên taybetkirî yên operasyonan, doktrînên bîrdozî û wekî vana) heya çavikên wê yên herî zirav, hatiye xistin nava rewşekê wisa ku bênefes maye, xwe nas nake, nikare ti rêgeza xwe ya exlaqî bisepîne, her wisa nikare gotûbêjên polîtîk ji bo pêdiviyên xwe yên herî bingehîn bike û biryaran bigire (siyaseta demokratîk ava bike). Dîsa, ‘hevparî (şîrket) yên kûrewî’, angu yekdestiyên ‘ezel-ebed’, ên roja me ya îro, ku pirr têne gotûbêjkirin û hêzên rasteqîn ên serwer in, teqîna herî mezin a sermaye ya dîrokê di vê demê de pêk anîne û ev jî ji nêz ve bi xistina civakê nava vê rewşê ve girêdayî ye.