Pirsgirêkên Civakê Yên Aborî

2021-03-23 endustriyalîzm

RÊBER ABDULLAH OCALAN
Dema qala pirsgirêkên aborî tê kirin, morî an gêrgêrîk têne bîra min. Dema ku tew pirsgirêkên aborî (ji xwe aborî, ji bo her hebûnek xwe xwedîkirin e) yên lawirek hûrik weke morîan jî çênabin; ma çawa dibe ku pirsgirêkên yeman ên aborî yên hebûnek xwedî ezmûn û aqilê pêşketî weke mirov, heta rewşên weke bêkarî ku rûyê mirov reş dikin, tên jiyîn? Ma çi li xwezayê tine ye ku zekaya mirov li ser nexebite û nikaribe wê bike warê kar? Pirsgirêk, misoger, ne ji ber awayê xebitînê ye û ne jî bi jîngehê re têkildar e. Gurê zordar ê mirov, di hundirê mirov bi xwe de ye. Her pirsgirêka aborî, di serî de bêkarî, bi sermayekirina civakê re têkildar e.
Rosa Luksembûrg, dema ku pêkanîna sermayeyê, bi mercê civaka nekapîtalîst ve gire dide, di perava heqîqeteke pirr girîng de digere. Eger karîbûya ji peravê zêdetir ber bi hundir ve bimeşiya, wê karîbûya bidîta ku ew (sermaye), ne tenê girêdayî hebûna civaka ne kapîtalîst e, lê di heman demê de, wê civakê weke qijnikê dimije û dinepixe; her wisa dilopek xwîna ji vê jî bi karkeran dide vexwarin û wan ji xwe re dike hemtewan. Ez bi zelalî dikirpînim; ez hewldana karkeran înkar nakim. Lê ez diyar dikim ku çêbûna sermaye, dikare ancax di mêjereke pirr hindik de bi keda karker ve were girêdan; heta eger mirov felsefî-dîrokî-civakî bihizire, wê ev mêjer (mîqtar) wateya xwe hunda bike. Ji ber pirsgirêkên ekolojîk, herku diçe ronî dibe ku sanayîgerî (endustriyalîzm) çirpandineke li ser pişta civakê û jîngehê.
Kîjan mirova/ê zana û têgihîştî dikare înkar bike ku rêveberên damûdezgehan û karkerên westa (hoste), bûne beşên herî xwedî îmtiyaz ên civakê û beranberiya vê yekê bêkarî ye, ku weke aşûtê mezin dibe?
Eger mirov bêkariya di roja me ya îro de mîna guloka berfê mezin dibe weke hewldana sermayeyê ya ji bo peydakirina karkerê erzan an jî afirandina karkerê hêsan bibîne, wê ev bibe dîtineke gelekî kêm. Tevî ku aliyekî rastiyê ev e, sedema bingehîn ev nîne. Sedema bingehîn ew e, sermaye dixwaze civakê bi xebatên wê bi pey karê bibizîne girê bide. Xebatên ji bo kar-sermayeyê ji sedî sed bi pêdiviyên bingehîn ên civakê re li hev nakin. Eger hilberîna ji bo têrkirina civakê karê neyne, civak ji feqîrî û birçîna bişkê jî –jixwe di roja me ya îro de bi mîlyonan mirov di vê rewşê de ne –xema sermayeyê nîne.
Hingê em dikarin bibêjin, sermaye bi polîtîkayên rojane û demî ranabe û ji lewra pirraniya civakê bêkar û xizan nahêle, ev ji karektera avabûna wê welê ye. Gelekî erzan bixwaze bê xebitandin jî bêkariya di nava civakê de çareser nabe û ji bo fêhmkirina vê rastiyê hewcedarî bi lêkolînê nîne bi çavdêriyeke ji rêzê jî tê dîtin. Ez careke din dibêjim, divê mirov baş bizanibe, heta polîtîkayên karê yên li ser desteserkirina nirxê zêde hatine avakirin û sîstemê wê ji holê neyên rakirin, civak ji bêkarî û feqîriyê rizgar nabe.
Bi tenê ya pêdivî pê heye, destê kedkarê rastî û ax bigihîjin hevdu; divê şoreşa zêhnî ya firsendê bide vê were pêkanîn; polîtîka û exlaq dîsa weke organ û çaviyên bingehîn ên civakî bêne fonksiyonelkirin; ji ber van sedeman divê siyaseta demokratîk bi çar ling û çavan bi mejiyên rastî bazde wezîfeya xwe.

Pirtûk

Nivîs