XEYALÊ MIN

2021-03-27 CELAD

ŞÎMAL MARDÎN
Xeyal min bernade!
Çi bikim?
Dibim xeyalê xeyala.
Dibim baskê qaqlîbaz ji pêlê deryayan de min derbas bike jiyan
Wekî dengê deryayê yê qet nasekine.
Tûana, wek çemek bu diherikî bi herikandina xwe
Min şevan ji stêrkan re hişt.
Ronî diki rojek, rojê
Wê ya min jî ronî bibe?
Xeyalê min
Kêlîyê min
Dilê min.
Û
lîstokên min yê naqede
Bi rastî dikare bibe
Dixwazim bifirim ji van deran
Dixwazim bi çukên koçberan re biçim.
Bi 27 celladan re mijûl buyîn, berxwedayîn bu jîyan
Mîna 15 salî bûm.
Lîstokê min yê bêhna azadîyê jê dihat, hebû.
Rojên min û pêşerojekî min yê behna azadîyê jê dihat, hebû.
Di nêvenga jîyanê de min êdî xwe veşart.
۲۷ tarîtî û ۲۷ cellad!
Hûnê min di kîjan tarîtîyê de bibînin?
Ez dizanim, wê rojek ‘roja’ min jî bilind bibe.
Xeyalê min ronî bibe.
Û ava tûana dubare biherike.
Wê demê wê rihê min yê zarokatîyê azad bibe.
Bi hezaran tûana û îpek azad bibin.
Ji ber rihê me di xweşiktîya jîyanê de veşartîye.
Dilê min wekî dilê çukekî lê dide.
Û wekî çûkê bifire azadîya bêdawî.
Xeyalê min bi azadîyê tijîye.
Xeyal qirêj nabe, dest nayê dirêj kirin.
Xeyal safe û jîyana herî paqije.
Min ji baskên çukê koçber bigire, jîyan.
Lîstokê min û xeyalê min di wirde veşartîne…

Pirtûk

Nivîs