RÊBER ABDULLAH OCALAN:
Pêvajoya civakbûnê ya bi destê mirov li dinya me pêk hatiye, diyardeyeke bingehîn e ku ji aliyê zanistê ve jî tê qebûlkirin. Bi giştî pêvajoya xwezayî ya beridînê ya li derveyî mirov dewam dike, li cem civaka mirov bi awayê têgihiştina li xwe û bi îradeya xwe ya serwextbûyî tê dewamkirin. Cinsê mirov ê di qonaxa xwe ya cinsê Sapiens de ji qonaxekê xwe çipkir qonaxeke din ku rê li awayê ziman ê roja me ya îro vekir û vê yekê derfet daye civakên bi îrade ji bo karibin ji qonaxekê derbasî qonaxeke din bibin. Komên mirovan ên di qonaxa komên kovî de bi awayekî di asta komên heywanan ên pêşketî de bûn. Kengî mejiyê Homo Sapiens mezin bû û di warê bi karanîna amûr û teknîkên jiyanê de pêş ket, ji qonaxekê dibihure qonaxeke girîng û bi vî awayî qonaxa yekemîn û herî bingehîn a şoreşa civakî pêk tê. Taybetmendiya herî bingehîn a vê şoreşa civakî ew e ku serwext bûye bi awayekî komî bijî wê di jiyanê de serdest be. Çawa ku di maddeyê de elementên pêşî pêk tên, di civakbûnê de jî komên qehîm yên her diçin mayînde dibin û li ser xeteke pêşketinê pêşde diçin, ava dibin.
Bi awayekî çîrokwarî di vegotina serhatiya mirovê difikire ango Homo Sapiens de para rastiyê gelek heye û bi giştî ev vegotina tê qebûlkirin bi kurî weha ye; tê texmînkirin ku dused hezar sal berê li rojhilatê Efrîkayê jiyaye, piştre ji dayikekê bûye û tê texmînkirin ku pêncî hezar sal berê jî gihiştiye zimanê sembolan, bi xilasbûna dema dawî ya qeşayî re bîst hezar sal berê li qûntara çiyayên Toros-Zagrosê ji civaka berî cotkariyê derdikeve û texmînî ji beriya panzdeh hezar salî û pêve nîzamekî jiyana civakî yê cotkariya qebîleyî û nêçîrvan-berhevkirina nebat-gîhayan di zikhev de pêkaniye. Li ev şêwazê jiyanê yê weke civaka gund-cotkariyê pêşket dema pênc hezar salî ya şaristaniya navendî jî zêde bû. Şoreşa cotkariyê di çanda maddî û manewî ya civakê de şoreşa herî bi kok a dîrokê ye. Civaka mirov weke bingeh li dora cotkariyê şikil wergirtiye. Mirov civakeke bêcotkarî nikare bifikire. Cotkarî ne bitenê pirsgirêka debarê çareser dike; di serî de mejî, ziman, şênî, rêveberî, bergirî, parastin, cihwarbûn, dîn, teknîk, lixwekirin û avahiya etnîk, di amûrên çandî ên bingehîn ên maddî û manewî de rê li ber veguherîn û pêşketinên bi kok vedike.
Kengî dema dawî ya qeşayî destpêkir qediya ango ji berî bîst hezar salî û virve civakîbûna nû ya li qûntara rêzeçiyayên Toros-Zagrosê hewl da xwe bi rêxistin bike ji cureyên dewlemend ên nebatan derbasî cotkariyê, ji heywanên dihatin kedîkirin derbasî heywan xwedîkirinê dibû. Ev pêvajoya derbasbûnê beriya deh hezar salî bi jiyana gund a bicihbûyî bi encam bû. Xebatên cotkarî û heywanxwedîkirinê civakîbûna cotkar û şivan derxist pêş. Serê jiyaneke mîna xewnê ji bo mirovatiyê xuya kir. Ev kêfxweşiya jiyanê ya mîna xewneke nû bingehê tevahî merasîm û cejnan e ku şopên wan hê dewam dikin. Ji civaka di nava tinebûnê de gavavêtibûn civaka di nava bereketê de. Li derdora deh hezar sal berê bêyî ku tîpên civakên din bêne naskirin ev şêwe pêk hat. Ev şêweyê cîhanê li tevahiya dinyayê belav bû. Herçiqasî fikrên der barê pirr navendan de hebe jî jiyana nû ya serê wê xuya kir bi rola navendî ya pêşî radibe û girîngiya diyarker a vê rolê bi gelek belgeyên xurt hê zêdetir tê destekkirin.
Serdema Komin a Destpêkê Ji mirovê destpêkê heta da-wiya serdema qeşayî ya çaremîn, heta 20.000 sal berê: Di pergala dayikê ya komin a destpêkê de hîmê çanda ekonomiyê tê danîn. Qût û zadê bi pincar berhevkirinê û nêçîrê têne bidestxistin yekser têne bikaranîn û ji çerm û rehikên wan sûd tê wergirtin. Bi giranî jin-dayik otorîteya plansaziyê ya klanê ye. Bi awayekî mirov dikare jêre bibêje hegemona dayik a pêşî ye. Nakokî û têkiliya dayika civaka klanê di nava şert û mercên xwezayê de ji kesên bibin sedema rîskê xwe diparêze, ji kesên derfetê kêrhatin û xwedîkirinê didin sûd werdigire. Di van şert û mercan de nas-nameya klanê ji bo kesan man û nemane. Têgîna zilam-pîrektiyê çênebûye. Diya dizê tê naskirin, lê partner, ango mêrê pêre têkel dibe, bi qasî neyê naskirin pirnisî û bintûte ye. Civaka mirov heta niha ji sedî ۹۸٫۵ jiyana xwe bi vî awayî dewam kiriye. Şêweyê herî demdirêj ê civakê ye. Ji ber ku di vê dem û dewranê de kevir têne verotin û niqirandin, û weke amûran têne bi karanîn, ji vê dewranê re dema verotina kevir (the Paleolithic Age) jî tê gotin. Ji aliyê sosyolojîk ve jêre ‘pergala komin a detstpêkê’ tê gotin. Zimanê îşaretan tê bi karanîn. Li keviyên gol û çeman, li şikeft û holikên li ser qazoxan hatine çêkirin dihewin. Tê texmînkirin ku bi qasî du mîlyon salan bi tenê li Efrîkayê, ji mîlyonek salê û vir ve jî li parzemîna Asya û Ewrûpayê bi vî awa-yî jiyane. Têgîna welat, sînor û milk hînê çênebûye. Aîdiyet li gorî klanê ye. Ji ber ku klan jî sembol e, bi objeyek an jî totemekê nayê temsîlkirin. Herçiqas di nava xwe de hin qonaxan bibihure û asta wan a pêşketinê kêm zêde hebe jî mirovatî bi vî şêweyê pergalê gav diavêje dawiya dema qeşayê ya çaremîn.
Şoreşa gund a neolîtîk di vê pêvajoyê de duyemîn qonaxa mezin e. Ev şoreşa ku nêzî duwanzdeh hezar sal berê pêk hatiye gava herî mezin a civakbûnê ye. Ev gava hat avêtin, di pêşketina avabûna zêhniyet û saziyên maddî û manewî yên mirovatiyê de bi tesîr bûye û vê bandora xwe dewam dike. Di serî de zêhniyeta jiyana azad a xwezayî ya îro jî mirov gelekî li pey digerin, dostaniya xweş a bi xwezayê re, avahiya rûhî ya hêzên xwedayî yên xeternak li ser wan hukim nakin û nikarin tesîrê li wan bikin, hisên bi hêz ên dayiktiyê, xwesteka wekheviyê ya di navbera jin û mêran de, amûr û berhemên cotkarî û heywanên kedîkirî yên îro jî şaristaniya Ewrûpayê xwedî dikin, îdeolojî, fikir, avahiyên ziman û têgînên zimanî yên xwe dispêrin van berhem û amûran, keşfa madenan û bi karanîna wan encamên şoreşa gund a neolîtîk in û ev hê jî şaristaniyê xwedî dikin û hêmanên wê yên bingehîn afirandin e.
Pêkhatina gundan heta niha bi şoreşa cotkariyê ve girêdayî hatibû nirxandin. Bi perestgeha Ûrfa-Girê Navikê piştrast bûye ku mirovan ji sîstema qebîleyên nîvkoçer gavavêtine avabûna gundan û ev rastiyeke din a civakî ya girîng e. Berê min derketina bajêr û dewletê bi perestgehên rahibên Sumeran ve girêdabû. Bi heman awayî divê ez bi giringî diyar bikim ku rêveberiyên komin û gundan ango demokrasiya destpêkê ya resen û orjîn jî li dora sîstemên hevpar ên perestegeha van qebîleyan pêk hatiye. Her perestgeha hevpar a bi cihbûyî, dibe hîmê danûstendina destpêkê û şoreşa fikir (huner) û hissa hevpar.
Şoreşa cotkariyê xwe spartiye sîstema qebîleyên nîvbicihbûyî û pêşketiye. Dîroknas û jiyan bi xwe xwedî hukmekî hevpar in ku ev yek xwedî maneyeke şoreşî ye. Mirov qada berfireh a jeobiyolojîk a Ûrfayê weke herêma bi bereket a Hîlala Bi Bereket qada navendî ya şoreşa cotkariyê ya herî demdirêj (texmînî ۱۰٫۰۰۰-۵۰۰۰ B.Z.) bigire dest, wê ev yekê vegotina dîrokî ya herî nêzî rastiyê be. Çi girtina nebatan ji bo cotkariyê, çi jî ji bo kedîkirina mîh, bizin û dewaran qadên behsa wan têne kirin xwedî derfet in, û ji aliyê cûrbicûriyê jî nêzî îdealê ye. Awayên erd, bereketa erd, şertên bahewayê, flora û fauna nebat û heywanan li gorî dema xwe herî îdeal e. Mîna xwedî şert û mercên avdaniyeke xwezayî be. Her weha erdên avdaniyê yên berfireh li ser Dîcle-Firat û şaxên wan her hebûn. Lêkolînên li qadê her roja derbas dibin rola herêmê di vî warî de derdixin holê.
Ûrfa, Amed û Mêrdîna îro û herêmên cîranên wan bi giranî navendên vê serdemê ne. Di rêwîtiyeke ji rêzê de mirov gir û tilên ji axê çêkirî yên ji van deman mayî xezîneyên dîrokî yên bêhempane û bi sedan ji wan li benda erdkolanên arkelojîk in. Xabeteke arkeolojîk a bi baldarî were kirin, wê karibe hûrûkûr yekemîn şoreşa mezin a mirovatiyê di van giran de bibîne. Ev rewş ne ji awartebûna herêmê ye, ji ber ku herêm ji aliyê cografî ve di cih de ye.
Dar û nebatên ji bo cotkariyê kêrhatî û heywanên bêne kedîkirin, hem li çiyê hem jî li deştê têra xwe hene. Şikeftên xwezayî ji bo xweparastin û ewlehiyê cihûwarên pêşî yê di cih de ne. Li her deverê ji bilî çem û rûbarokan, kaniyên avzê hene. Tevî baranê ev derfetên avdaniyê kengî bi îmkanên nebat, heywan û cihûwar re dibin yek, rewşeke herî di cih de derdikeve holê. Herêm ji ber van xislet û taybetmendiyên xwe ji bo mirovatiyê bi rola dergûşê rabûye. Bi pêşdebirina cotkariyê re jiyana gundewarî pêk tê; bi awayekî beriya şoreşa bajar şoreşa gund pêk tê. Ev şoreş, di cîhana ruh û zêhniyeta mirov de rê li ber guhertinên mezin vedike.