RÊBER ABUDLLAH OCALAN
Aliyê herî balkêş ê dîroka vê herêmê ew e, qûtûzad zêde lê heye, şênî bi lez pirr dibin û qadên cihûwarbûnê berfireh dibin. Ewqas rehên xwe kûr berdane, çanda cotkariyê ya neolîtîkê bandora xwe ya li ser tevgerên bingehîn ên mirov û zêhniyeta wî dewam dike. Çanda civaka dayikê demeke dirêj pêk hatiye. Cotkarî û kedîkirin bi awayekî bingehîn li dora jinê pêş dikeve. Dîsa herî zêde hewcedariya jinê bi jiyana bicihbûyî heye. Xwedîkirina zarokan, çanda cotkarî û hewşî zêdetir jiyaneke bicihbûyî ferz dike. Ev şert û merc rola jinê mezin dikin û çanda xwedawendiyê pêk tînin. Sembolên xwedayî yên pêşî ne bi şêweyê mêr, yên jinê ne. Di avabûna ziman de mêtî serdest e. Xwedawendên jin ên pêşî yên bi stêrkan hatine sembolîzekirin û weke `stêrk` hatine bi navkirin ji vê demê mane. Gotina `Star` ji stêrkê tê. Perestgehên pêşî jî li gundan hatine avakirin.
Herêma Ûrfayê navenda herî mezin a vê şoreşê ye. Piştî ku mirovatiyê li vir bicihbûyînê, di xwezayê de cotkarî û heywanxwedîkirinê bi zanistê û teknîkê, bi hêza rêveberî û îdeolojiyê baş biceribîne wê dakeve jêrtir erdên bi bereket ên aluvyon ên li devê çeman. Çiqasî bermahiyên arkeolojîk derkevin holê wê baştir were dîtin ku herêma Misr û Sumerê ji vê çanda daketiye jêr girtine. Şoreşa cotkariyê bi herhalî wê li çolên Erebistan û Efrîkayê pêk neyê. Herweha li tejaneyên çemên bi aluvyon çanda heywan û nebatan a cihûwarbûna pêşî bide destpêkirin nîne. Ev rastî bi awayekî eşkere nîşan dide ku çima serdema dîrokê daye destpêkirin tejaneya jor a Dîcle-Firatê ye, nexasim jî herêma Ûrfayê û dewrûbera wê.
Çi girtina nebatan ji bo cotkariyê, çi jî ji bo kedîkirina mîh, bizin û dewaran qadên behsa wan têne kirin xwedî derfet in, û ji aliyê cûrbicûriyê jî nêzî îdealê ye. Awayên erd, bereketa erd, şertên bahewayê, flora û fauna nebat û heywanan li gorî dema xwe herî îdeal e. Mîna xwedî şert û mercên avdaniyeke xwezayî be. Her weha erdên avdaniyê yên berfireh li ser Dîcle-Firat û şaxên wan her hebûn.
Ev serdem ew serdem e ku têde cotkarî û heywan têne kedîkirin, dar tên danîn, gund têne avakirin, perestgeh têne lêkirin û sembolên pêşî yên xwedayî li ezmanan têne bi cihkirin. Ev serdem li civaka dayikê ya li dora jinê pêk tê û hilatina bi hêz a çanda xwendawendiyê şahidî dike. Bandora vê serdemê li ser tevahiya mirovatiyê hê jî dewam dike. Çanda cotkarî, heywanxwedîkirin û dayikê li çi deverê çiqasî bi bandor be, mohra orjînal a vê serdema pêkhatî lê heye; li ser şopên ev şoreşa pêşî ya dîrokê pêl bi pêl ber bi her alî ve pêk tê.
Ji vê jî girîngtir di jiyanê de jin serek e, û di jiyanê de nakokî bi hawîrdorê re nînin. Wexta ku mirov bi roja me ya îro re dide berhevdu, ev xusûs bi tenê jî ji bo ravekirina serdestiya civaka wê demê têrê dike. Şaristaniya me ya îro gelekî zordestiyê li jin û hawîrdorê dike, ji lewra mirov ti carî nikare civakeke welê serketî û pêşketî bihesibîne. Eger mirov ê behsa tenduristî û serdestiya civakekê bike, divê krîterên me yên bingehîn femînîst û ekolojîk bin. (ne di maneya bûrjûva de) Ji vî alî ve, civakên roja me ya îro bi rastî civakên nexweş in.
Di jiyaneke bi cihbûyî de jin hînê bi hêsayî dikare zarokan bîne û mezin bike. Tevî jiyaneke bi cihbûyî, rewşeke baş a bahewayê, nebat û heywan, derfetên bingehîn ên jiyaneke malbatî diafirînin. Gelek darên mêwan û celebên nebatan ji bo xwarinê hene. Kedîkirina pezkoviyan û bizinê, bi xwe re hewcebûna bi hirî, şîr û goşt tedarik dike. Dar û nebatên bi ber têne danîn û ev yek hatinê qat bi qat zêde û dewlemend dike. Êdî heywan yekser nayên kuştin û serjêkirin, têne kedîkirin û xwedîkirin. Bi vî awayî ji şîr, hirî û goştê wan sûd tê wergirtin û bîra rojên tinebûn û xelayê tê kirin. Ji bo jin-dayik bi zarokên li dora xwe nîzameke malbatê deyne, di her du mijaran de jî xwedî tecrûbe ye. Derketina ji şikeftê, kedîkirina heywanan, danîna dar, pel û pincaran, avakirina xaniyan, dibe ku tiştekî sivik xuya bike, lê di dîrokê de bi qasî derketina mirov a heyvê gavavêtineke girîng û mezin e. Holikên têne danîn bi hêsayî gundan pêk tînin. Li gelek herêmên Kurdistana îro – li Amed Erxeniyê li Çayonu, li Batmanê li Çemê Xalan, li Ûrfayê li Newala Çolê û li Gobeklîtepe, Bradostiyan, Hekkarî Max – BZ di salên 11.000 de pir bi xurtî bermahiyên vê çandê tên dîtin. Li ti devera dunyayê mîna vê çandê kevin a bi cihbûyî nayê dîtin. Li vê derê gelek fîgur û peykerên piçûk ê jinê hatine peydakirin. Ev yek jî xurtbûna çanda malbat-dayikê îfade dike. Her wisa mirov dikare di zimanên herêmî de daçekên mê jî mînak nîşan bide. Di roja me ya îro de jî jin hînê di heman waran de hosta ye, û ev yek mijarê piştrast dike.
Ji ber ku jin di domdarkirina civakî de xwediyê hewldana zêde ye, li gorî mêr di civakbûnê de bi rola sereke radibe. Anîn, mezinkirin û parastina zarokan dihêle ku civakbûn li ser rêya dayiktiyê pêş bikeve. Civak bi giranî nasnameya jin-dayikê hildigire. Di bingehê ziman û dîn de hebûna hêmanên mêtiyê vê rastiyê piştrast dike. Di civaka gund-cotkariyê de deng û nasnameya jinê hêza xwe diparêze û dewam dike.
Kengî malbatên li dora dayikê çêbûne bi erdê re mijûl dibin û zêde nebe jî hin qût û zad hiltînin û dixin kewaran, mirov dikare êdî behsa ekonomiyê bike. Lê ev danehev û hilanîna qût û zad ji bo bazirganiyê nîne, ji bo malbatê ye. Jixwe ekonomiya rast û insanî jî ev e. Ji ber ku mirov danehevên xwe diyarî hev dikin, kes çavê xwe ber qût û zadê hev nade. Bi vî awayî danehev ji bo mirovan nabe sedema tehlûkeyê. Prensîba ‘mal timayiyê tîne’ herhal ji vê demê maye. Çanda xelat û diyariyê şêweyekî girîng ê ekonomiyê ye. Bi ahenga pêşketina mirov re jî têra xwe li hev dike.
Yên berhem di destê xwe de digirin û hiltînin, eger bi endamên komê re par ve bikin, rêz û hurmet, girêdan û dilsozî ji otorîteya wan re tê nîşandan. Berhem hilanîn wek gunehekî mezin tê dîtin. Kesê herî baş ew kes e ku berhemên xwe parve dike. Di civata qebîleyan de hê jî têgihîştina “comerdî-camêrtî” ji vê kevneşopiya xurt a dîrokê tê. Cejin û roşan wek merasîmên roja parvekirina van berhemên zêde dest pê kirine. Kom, ji destpêkê ve, hilanîna berheman wek xeterek li dijî xwe dibîne û dijderketina li vê yekê, wek têgihîştineke hîmî ya dînî û exlaqî dipejirîne. Pir zehmet nîne, mirov şopên vê kevneşopiyê bi awayekî xurt di hemû doktrînên dînî û exlaqî de bibîne. Eger hîyarerşî bikêr be û bi camêriya xwe tiştekî bide, ji aliyê civakê ve hatiye erêkirin. Hiyarerşiyeke bi vî rengî jî roleke erênî û bi kêr lîstiye. Hiyarerşiya jin-dayikê ya bi vî rengî hê jî di nav hemû civakan de cihê rêzê û otorîteyê dibîne. Ev yek di heman demê de bingehê dîrokî yê têgîna “dayikê” ye. Ji ber ku dayik di şert û mercên herî zehmet de dizê û xwedî dike. Di vî warî de jî xwediyê rola sereke ye. Bêguman, hiyarerşî, otorîte û çanda li ser vî hîmî pêk bê, wê girêdan û dilsoziyeke mezin bibîne. Têgîna “dayikê” ji ber vê yekê, heta îro wek bingehê hebûna civakê bi hêz hatiye û wekî din îzaha vê rastiyê nîne. Weke ku yeqîn tê kirin, hurmet û rêza ji dayikê re bi sedema taybetiya wê ya zayînê nîne. Hewce ye dayik, wek rastiya civakî ya herî girîng û têgîna “dayika xwedawend” were fêmkirin.
Çanda qurbankirinê jî mirov dikare ji vê demê bide destpêkirinê. Hatina aborî ya mirovan her diçe zêde dibe. Ji ber vê yekê, weke hurmeta wan a ji nasnameya wan re şêweyê qurban-kirinê ji têgîna xwedayan re çêdibe. Bi vî awayî mirov dikare me-selê fêhm bike û bibîne. Ji ber ku bereket malavahî û spasdariyê hewce dike. Têkiliyeke xwe ya xurt bi şoreşa cotkariyê re heye. Li gorî şêweyê koma mirovan ê beridîne, xwestine xwe bi nasname bikin, xwe mezin bikin, xwestine dua bikin, îbadetê bikin û bi pêşketina cîhana zêhnî hebûnên xwe pêşkêş kirine. Berhemên arkeolojîk vê fikrê bi awayekî balkêş piştrast dikin. Hînê bi awayekî berçavtir têgîna dayika xwedawend û dayika pîroz jî weke belgeyan li pêşberî me radiwest in. Pirrbûna fîgurên jinan jî vê rastiyê têra xwe piştrast dikin.
Di cihêbûna çanda neolîtîk weke çanda maddî û îdeolojîk de pirsgirêk ê nebe, lê zêdetir di pêvajoya xetimînê û li hemberî pêşketina civaka şaristaniyê de tinebûna hêza wê ya xweparastinê bi pirsgirêkan re rûbirû dibe. Lê berê pêşî hewce dibînim ku ez têgîna ‘pirsgirêkan’ a timî min di sernavên mijaran de jî bi kar aniye rave bikim. Ev têgîn li gorî maneya min bi kar aniye weha ye; çanda maddî û îdeolojîk ji aliyê civak û ferd ve êdî nabe dewam bike ango rewşeke kaotîk îfade dike. Kengî civaka nû bi awayekî manedar rengê xwe yê nû girt, ev yek nîşan dide ji rewşa bi pirsgirêk derketiye. Çanda îdeolojîk weke min gelek caran şîrove kiriye, avahî, sazî, şane û erkên wan, maneyên wan û rewşa wan a zêhnî îfade dike. Çanda maddî jî fenomen, diyarde, sazî, avahî, şane û têgînên ez hewl didim wan rave bikim, ango aliyê din ê maneyê ku beşê mirov bi destan dikare bipelîne îfade dike. Eger em bixwazin bi gerdûntiyê re bikin yek, hewl dide dualîteya diyalektîk a enerjî-maddeyê di rastiya civakî de bibîne û şîrove bike.
Li binê rohniya van têgînan, di nava hêmanên çanda maddî û îdeolojîk a civaka neolîtîkê de bi giranî xusûsên jiyanê bixin tehlûkeyê yan jî rê li şer vekin di qonaxa damezrandin û bi sazîbûnê de çênabin. Exlaqê civakî firsendê nade vê yekê. Sedema bingehîn a dike ku derz li civakê bikeve milkiyeta taybet e, û ew derfeta pêşketinê nabîne. Bi vê ve girêdayî, mijara din, dabeşkirina kar di nava cinsiyetan de ye ku heta hingî hînê têkiliya bi zorê û milkiyetê nas nakin. Her weha berhemê hevpar ê xwarinê jî hînê nebûye milkê taybet. Di tevahiya van xusûsan de çanda maddî û îdeolojîk a hevpar a civaka ku hînê ji aliyê hecm û hejmarê ve mezin nebûye, heye. Ji ber ku zor û milkiyeta taybet wê avahiya civakî xira bike weke tehlûkeyekê tê dîtin, piştgirî û parvekirina hevpar di nava civakê de weke pîvana bingehîn a exlaq tê qebûlkirin ku civak xwe pê li ser piyan digire. Civaka neolîtîk li ser hîmê vê prensîbê ji aliyê hundir ve gelek qehîm û tekûz xuya dike. Ji ber vê sedemê jî bi hezarê salan dewam kir. Di çarçoveya têkiliya civak û xwezayê de wexta mirov wê bi civaka şareza re bide ber hev û qiyas bike, li gorî pîvana ekolojiyê ji aliyê herdu çandan ve jî bi hêz dewam dike. Zêhniyeta civaka neolîtîk xwezayê bi pîroztî û xwedatiyê barkirî dibîne. Xwezayê jî weke xwe zindî qebûl dike. Ji ber ku xweza av, hewa, agir, her cure nebat û heywanî dide wan, wê weke xwedê dibînin, ya rastî weke hêmana herî bi hêz a xwedayetiyê qebûl dikin. Em dibînin ku têgîna xweda û xwedatiyê bi awayekî bi hêz bi van sedeman û rastiyan ve pêwendîdar e.
Herçiqas bi hin nebatên ku kiribin çanda xwe hin heywan kedîkiribin jî û di warê civakî de wan weke yê xwe dihesibînin jî hînê em nikarin ji vê yekê re milk bibêjin. Milk di nava xwe de subjektivîzmê dihewîne. Li naverastê rewş û zêhniyetek e ku rê li cihêbûna obje-subje veke hînê tineye. Obje jî weke wan têne hesibandin. Ew ji bo hev çiqas milk in, heywan û nebatên kedîkirine û kirine çand jî ewqasî milk in. Ji lewra mirov nikare behsa binpêkirineke ciddî ya ekolojiyê bike. Bêguman gavek ber bi rê vekirina li milkiyetê hatiye avêtin. Lê belê ji bo ev yek veguhere milkiyetê di şert û mercên cuda de wê demeke dirêj dewam bike. Ji rewşên em behsa wan dikin, divê kes civaka neolîtîk weke ‘buhuştê’ fêhm neke. Civak hînê teze ye, û paşeroja wê diyar nîne, şert û mercên xwezayê yên timî diguherin civakê gelek caran dibe ber qirbûne û ji ber vê yekê civak di tehlûkê de ye. Civak li hemberî vê rewşê serwext e. Jixwe ya mohra xwe li zêhniyetê dixe jî ev e. Çareya vê yekê jî çêkirina metafizîkeke mîtolojîk û dînî ye. Ev rewş herçiqas pirr weke saftî were dîtin jî rewşeke neçar xuya dike.
Li ser hîmê van şîroveyan, em dikarin metafîzika xwedatî û pîroztiyê ya li dora jiyana kolektîf a jin-dayikê hat avakirin, fêhm bikin. Dayika mîna xwezayê da, za, xwedî kir û kezeba xwe şewitî rola wê ya sereke di çanda manewî û maddî de destnîşan kir. Eger em zilamtiya mêr bidin aliyekî hînê siya wî jî li ser kolektîvîtiya civakê tineye, û nabe. Şêwazê jiyanê yê civakê destûra vê yekê nade. Ji lewra wesfên mêr ên weke cinsê serdest zilam, xwediyê milk û xwediyê dewletê bi tevahî xwedî karektereke civakî ne, û paşê çêdibin. Wexta civak tê gotin, jin-dayik, zarokên wê û birayên wê îfade dike. Eger namzetê mêrtiyê yê muhtemel zilam be, kêrhatina xwe ji bilî mêrtiyê bi marîfeteke din, mînak bi nêçîrvanekiyeke baş, bi gihandina nebatan û xwedîkirina heywanan îspat bike, dikare bibe endamê civatê. Hînê his û heqekî mîna mêrê jinê me, bavê zaroka me weke diyardeyeke civakî çênebûye. Em ji bîr nekin ku bavtî û heta dayiktî, herçend neyê gotin aliyên wan ên derûnî û psîkolojîk nîne jî ya esas diyarde, hiskirin, serwextbûn û têgînên sosyolojîk in.
DEWAM DIKE…..
DI CIVAKA XWEZAYÎ DE ABORÎ
2021-04-24
Batman
arşîv
hashtag:
Abdullah Ocalan
abori
aşitî
bîrdozî
cinsiyetparêz
civaka çînî
demokrasi
dîrok
ekolojî
ekolojîk
estetîk
ETÎK û ESTETÎK
exlaq
eşq
felsefe
femînîst
femînîzm
hebûn
Heqîqet
hevjiyan
hevjiyana azad
jiyan
Jîneolojî
kapîtalîst
kapîtalîzm
kevneşopi
koçberî
krîz
lêdana hişmendiya desthilatdarî fêzîkî
lêkolîn
Mezopotamya
modernîteya kapîtalîst
polîtîk
pozîtîvîst
Rojhilata Navîn
saziya malbatê
sosyalîzm
sosyoloji
tekoşîn
utopya
Xanedantî
XEYAL
Zilamê Rojhilata Navîn
zîhniyeta mêr
ŞÎDET