ABDULLAH OCALAN
Civaka neolîtîk kengî ket tengavê yan jî hewl dan ji wê bibihurin? Di vê mijarê de mirov dikare li ser hîmê sedemên derve û hundir şîroveyan bike. Kengî zilam qelsiya xwe bihurand û bû nêçîrvanekî baş û bi kesên di xizmeta xwe de gihişt statuyeke baş, heye ku ji bo nîzama dapîrtiyê bûbe tehlûk e. Dibe ku gihandina nebat û heywanan jî rê li ber vê hêzê vekiribe. Bi giranî çavdêriyên me nîşan didin ku civaka neolîtîk ji ber sedemên derve hatiye helandin. Bêguman ev sedem, civaka dewleta pîroz a rahiban e. Çîrokên civaka şareza ya pêşî li Nîl û Mezopotamya Jêr bi giranî vê yekê piştrast dikin. Çawa ku me bi belgeyan jî got, bi çanda pêşketî ya civaka neolîtîk û tejaneya erdên bi bereket avdaniya bi teknîkeke baş, rê li ber berhemê zêde yê ji bo vê civakê hewce vekiriye. Civaka nû ya li dora berhemê zêde yê mezin bajar ava kirine, xwe bi şêweyê dewletê bi rêxistin kiriye, bi giranî bi hêza zilam xwe gihandiye pozîsyoneke gelekî cuda.
Çanda îdeolojîk û çanda maddî ya hindikayî xwe pê xwedî dike, rê li ber civakeke duserî ya nexweşokî vedike. Yên di nav maddeyê de xeniqîne jî ji hawîrdorê û îdeolojiyeke azad bi temamî qutbûne. Rewşa ez jêre ‘pirsgirêka civakî’ dibêjim jî encama van bûyerên diyalektîk e. Civaka şareza bi temamî ji ber vê sedemê ji civakê qut dibe. Weke tê zenkirin, sedema qutbûna ji civakê kalîtetî yan jî kalîte nîne, ontolojîk e. Ango hebûna civaka şareza qutbûna ji civakê ferz dike. Hawîrdor û ekolojî çi weke berê di çarçoveya yekparebûna xweza-civakê de, çi jî bi îfadeyeke zanistî yekbûna civak-xwezayê were fêhmkirin, ji bo civaka divê, hewce ye pîvanên bingehîn ên şaristaniyê pêk tînin, ango ji çîn-bajar û dewleta pêwîst tê dîtin bibihurin. Ez behsa çalakiya tinekirineke çor nakim. Divê çanda îdeolojîk û maddî ya civaka nû di nava xwe de bi wezin be û li hev bike. Çanda îdeolojîk û maddî ya civakê di nava xwe de bi wezin û li hevkirî, wê weke xwezaya azadbûyî (bi gotina Murray Bookchin ‘xwezaya sêyemîn’) ya dizane bi xwezayê re bibe yek pêk bê, di heman demê de wê bi xwe re nakokiya civak-xwezayê ya bê wezin a civaka şaristaniyê bibihurîne.
Berhemê zêde yê bi pêşketina zêhnî û ezmûneyê dikeve ser hev bi diyarî û xelatdayînê naqede, lê mêrê nêçîrvan ê li bend keys û firsendê ye, tevî karê xwe bazirganiya vî berhemê zêde jî dixe hişê xwe û li çanda xwe zêde dike. Li herêmên cuda berhemên cuda zêde dibin û ev yek bazirganiyê dixe dewrê. Berhem pêdiviyên beramberî hev ên aliyan tedarik dike, ev jî bi xwe re pîşeyê yan jî cara duyemîn dabaşkirina kar a civakî weke bazirganî û bazirgan derdixîne holê. Herçiqas bi fikaran barkirî be jî rewa dibe. Ji ber ku malên têne veguhestin dabeşkirina kar hêsan dike. Ew jî bi xwe re hilberîneke hînê bi bereket mumkin dike. Kengî li aliyekî zad û tevn, li aliyê din jî kanên madenê zêde dibin bazirganî jî manedar dibe.
DAWÎ
DI CIVAKA XWEZAYÎ DE ABORÎ
2021-04-28
Mezopotamya
arşîv
hashtag:
Abdullah Ocalan
abori
aşitî
bîrdozî
cinsiyetparêz
civaka çînî
demokrasi
dîrok
ekolojî
ekolojîk
estetîk
ETÎK û ESTETÎK
exlaq
eşq
felsefe
femînîst
femînîzm
hebûn
Heqîqet
hevjiyan
hevjiyana azad
jiyan
Jîneolojî
kapîtalîst
kapîtalîzm
kevneşopi
koçberî
krîz
lêdana hişmendiya desthilatdarî fêzîkî
lêkolîn
Mezopotamya
modernîteya kapîtalîst
polîtîk
pozîtîvîst
Rojhilata Navîn
saziya malbatê
sosyalîzm
sosyoloji
tekoşîn
utopya
Xanedantî
XEYAL
Zilamê Rojhilata Navîn
zîhniyeta mêr
ŞÎDET