
DESTÎNA ÇIYA
Tê gotin ku di deme û dewranek de ,li jînwarek ango gundekî xurtek bi navê Gurî hebû ye. Gurî (Keçelok) xurtek xêzan û weke mirovek di halê xwe de ango di nava jiyanek bê deng bûye.
Ji bernexweşiya bîrova di serî wî de malbata wî bi navê Gurî tê bang dikinê.
Rojek ji rojan xurtê bi nave Gurî , şevek xwenek dibîne. Ji xwena xwe gelek bandor dibe. Serê sibê zû bi kelekcanek germ, dixwaz xewna xwe,bi dayika xwe re par ve bike. Lê mixabin dayika Gurî, şîrmaqek li nava serê wî dide û weke bihenekî nêzîk wî dibe û ji kurê xwe re dibêjê: ‘’ ka bêje Guryê min te çi di xwena xwe de dîtiye.Gurî bi vê nêzîkatiya pêhenekî gelek bandor dibe û xwena xwe ji dayika xwe re nabêje. Ji dayika xwe re dibêje: “ te çima ji min re negot, xwena te li ser xêrê be, ji ber vê yekê ez xwena xwe ji te re nabêjim” Dayika Gurî , lêburîna xwe ji kurê xwe dixwaze û dibêje: ‘’ Xewna te li ser xêrê be ka bêje te çi di xewna xwe de dîtiye’’. Dayika, Gurî gelek liber kurê digere ku xwena wî pê bide gotin, li mixabin Gurî nabêje. Gurî, bi nava gund dikeve û kî tê pêşperî wî ji wan re dibêje min îşev xwenek balkêş dîtiye. Lê kes jê re navêje xwena te pîroz be an jî li ser xêrê be. Gurî, dema bersiva xwe ya li bendê ye nagre, biryar dide heta bersiva xwe negre dê li pê xwena xwe bikeve. Gurî malbat û gundê xwe terk dike û serê xwe digre bi çol û çiyan dikeve. Weke dînek li dû xewna xwe dikeve. Malbat û Gundiyên wî hemû li der û dorê wî tên hev hemû jî bihev re dibêjin:’’ Gurî, xewna te li ser xêrê be ka ji me re bibêje te çi di xewna xwe de dît. Her çiqas hewl didin ku ji bo Gurî bidin zîvrandin, lê tu hewldanê wan biser nakeve .
Gurî bi salan wenda dibe, heta ku rojek ji rojan rastî jîngehek ango navçeyek tê. Di nava wî jîngehê de bi weke derwêşek digere û êvarê jî ji bo razê di nava bax û bexçeyan de dimîne. Şevek ji şevan li ber dîwarê qesrek mezin, di nava kolênê de bê hal xwe dirêj dike û radizê. Wê şevê jî qewlê keça paşê jîngehê û kurê wezîr heye ku bi hev re birevin. Kurê wezîr wê şevê bi hespek xemilandî ve, tê ber dîwarê qesra paşê. Ji nişkava tê bîra wî ku kîsê zêr û pereyê xwe li mal ji bîr kiriye. Di keve nava kelecanek lê nizane çi bike. Bi awayek bi lez li der dorê xwe dinere dibîne ku li ber dîwarê bexçe reşayîk heye. Diçe ba kesê razayî wî şiyar dike û ji re dibêje: ‘’ ka xêra miriyên xwe serê hespa min bigre ez ê, a niha werim’’. Gurî bi çavê nîv xewî hema bi hevsarê hespê digre. Kurê wezîr çewa diçe, keça paşê bibuxçika xwe ve, xwe ji ser dîwarê qesrê davêje xwarê. Bi tirsek pir mezin, bikelexwêdan xwe divaje ser pişta hespê. Keça paşê wa dizane ku hezkiriyê wê li benda wê ye.Bê ku rewşê fam bike, ji Gurî re dibêje : ‘’ zûke li pişt min siwarbe. Gurî jî bê ku bipirse di halek matmayî de hema xwe davêje ser pişta hespê. Navê keça paşê Zeynebê ye. Zeyneba keça paşê ji bo ku şopa xwe bi leşkerê bavê xwe bide wenda kirin, heta sibê bê birs û bê suwal hespê, dide çar gaviyan. Zeyneba keça paşê bi şefeqa sibê re êdî ji xwe bawere ku şopa xwe ji parazvanê jîngeha bavê xwe daye winda kirin. Êdî bi zimanek dev li ken li ken, weke ku ji hezkiryê xwe yê kurê wezîr re bipirse: ‘’Ma malmîrat! qey tu ji tirsa bavê min lal bûyî, ji êvar de gotin ji devê te derneket? Lê tu bersivek ji Gurî dernakeve. Zeynebê ji bê bersivmayîna xwe nerehet dibe û wate nadê bê dengiyê. Zeynebê ji nişkava li paş xwe dizîvire. Ma çi bibine. Mirovek serû çavê wî ji qirêjî qalik girtî dibîne. Zeyneba keça paşê, weke avekî germ û sar bi serê wê de birije bi awayek matmayî li Gurî dinere. Dibêje ma tu kîyî? ka sawar û xwediyê vê hespê? Gurî bi belengaziyek mezin, ji Zenebê re dibêje: “ez çi bêjim xanim, ez tiştek nizanim. Ez li ber dîwarê qesrê tî û pirçî ji xwe re razabûm, yekî ji min re got: ‘’ xêra xwe serê vê hespê bigre ez a niha têm’’. Min jî serê hespê girt. Tu jî hat û te got: ‘’ zû siwar be’’ ez jî siwarbûm. Min wa zanî ku tu xwediyê hespiyî”. Zeyneba keça paşê, ji neçarî di ciyê xwe de rûdinê û dihizire ka wê ji vir pêda çibike. Baş dizane ku êdî zîvrandina wê ne gengaze, ya rast rêka daye pêş xwe bidomîne. Yadin tenê biserê xwe jiyan kirin jî wê ji bo wê ne hêsan be. Ji ber ku Zeyneba keça paşê, jinek mîna rojê xweşikbûye. Ji bo parastina xwe neçare ku Gurî li ba xwe bihêle.
Roj li Zeynebê û Gurî dibe nîvro, birçî dibin dixwazin navberek bidin meşa xwe û xwarinek bi hev re bixin. Tên nava xanîbaxek û li ser kaniyek avê radiwestin. Zeynebê ji bixçika xwe xwarinê derdixe û sofreyek amede dike. Lê mixabin ji ber gemara serê Gurî û şîlaqa çavên Gurî dilê wê naçe xwarinê. Bi zanebûn radibe diçe ser kaniya avê û neynika xwe derdixe davêje nava kaniya avê û ba Gurî dike, ji Gurî re dibêje : ‘’ ey wax Gurî ka zû werê neynika min ji destê min kete nava av ê, ka ji min re, alîkar be û derxîne.’’ .Gurî bi bayê bezê diçe gel Zeynebê. Dema destê xwe dirêjê binê avê dike Zeynebê ji nişkave, serê Gurî loqî bin avê dike û bi qûma kaniyê ser û rûyê wî dişo. Gurî bi darê zorê xwe ji nava destê Zeynebê rêzgar dike. Xûwîna sor bi ser, ser û çavê Gurî ve, tê xwarê. Dema bi xîz û axa bîrî di serî Gurî dide, ji ber ku qermûşkên Gurîbûna serê Gurî radibe, lewre ser û rûyê Gurî xûwîn dibe. Dilê Zeynebê pêve dimîne, radibe bi pelên dara serê Gurî hemû dipêçe û baş girê dide. Paşê tîne ser sofra xarinê û ji re dibeje : ‘’ li min biborîne min nikaribu bi halî te ve, li ser sofra rûniştima. A niha keremke em bi hev re, pariyek nan bixin, ji ber ku hê rêka me dirêje”. Gurî tu cî û war nizane, ya şareza Zeyneba keça Paşê ye. Piştî taştê dixwin û şûn ve, Zeynebê berê xwe dide warekî kevnar û li gor ku berê amedekariyê xwe û yê kurê Wezîr kiribû xaniyek ji xwe re pêyda dike. Ji derve de weke malbat xwe dide nasîn û xwe li wî warî bi cî dike. Li milek din jî Gurî ji bo nava civakê amede dike. Piştî wê serşûştina Gurî, serê Gurî roj bi roj baş dibe. Bi alîkariya Zeynebê Gurî ji nexweşiyên Gurîbûnê xilas dibe. Zeynebê Navê Gurî dike Miho. Zenebê amedekariya ji bo reva xwe kiribû, heta demek dikarin debara xwe pê bikin. Divê ku Miho bi xwe û bi Zeynebê re, dest bi karekî bike. Lewre Zeynebê di nava jiyana xwe de Miho ji bo ku pê re alîkar be wî hêdî hêdî perwerde dike. Demek dêrêj derbas dibe rewşa wan ya aborî ne baş dibe , ji ber ku zêrê Zeyno ber bi qedandinê ye. Zeyno dihizire ka çi bike. Radibe bi Mihore dipeyve û ji re dibêje: ‘’ divê yek ji me karek bike. Heke dest bi kar nekin dê rewşa me wê nebaş be’’. Miho, dibêje Zeynoxan bes tu destûrê bide min, ez ê bişixulim. Zeynoxan dibêje başe sibê zû rabe û biçe pêş qehwexaneyek tu yê karek ji xwe re peydakî. Roja dîtir Zeyno xan serê sibê zû radibe û amedekariyê Miho dike dişîne kar. Miho piştî çend rojan çûn hatinên vala, rojek rastî kalekî pir temen mezin tê. Kalo ji Miho dipirse tu li van kolan çi digerî? Miho dibêje: “ez li karek digerim, dixwazim ji xwe re bişixulim” Kalo ji re dibêje: “bide du kalê xwe karek li ba min heye”.
Miho dide du wî kalokî û ber bi avahiyek kevanar ve, dimeşin. Di encam de diçin pêş deriyek pir mezin.Miho dema bala xwe did avahiya kalo, bi çavê matmayî dimîne. Tu kesek di xanî de jiyan nakin,lê ji derve ve, malek bê xwedî diyar dike. Miho bi awayek bêdeng li du kalo dimeş e. Di destê kalo de çirayek û ber bi jêrzemîna xanî ve dimeşin. Piştî meşek dirêj digîjin dawya jêrzemîna avahiyê. Di quncêkê dawya jêrzemînê de komek kevirên weke komirê reş diyer dikin û li kêleka wê koma kevira jî torbeyek pembû heye. Kalo, ji torbe hinek pembû digre û ji wan koma keviran, kevirek digire û bi pemû paqij dike. Ew kevir dema tê paqijkirin, çirîskên ji kevir belav dibe,ew jêrzemîna tarî dibe weke orta nava rojê . Gurî şaşo, pêşo dibe. Hişê wî ranek ku ev çi kevirin. Hema li wan kevira bi awayek matmayî temaşe dike, lê tu wate nadê û dest bi xebata xwe dike. Kalo hişiyarî dide Miho dibêje divê ku kes nizanbe tu tê û diçî vî avahiyê. Miho êdî karê wî sibê heta êvarê wan keviran bi pemû paqijkrine. Bitena serê xwe her roj , sibê heta êvarê wan kevira paqij dike û her roj kalo tê heqê destê wî didê û diçe. Bi wî perî Zeyneb xanim, debara mala xwe dike. Piştî demek dirêj şûn ve, rojek ji rojan Zeyneb xanê, meraq dike ku Gurî çi karî dike. Ji Gurî re dibêje : ‘’ Miho ma tu çi karî dikî? tu qet ji min re qal nakî’’. Miho bi coşek mezin bersiva Zeyneb xan dide. Dibêje: “ wele xanima min hema ne, tu karekî girane. Ez sibê heta êvarê di jêrzemînke tarî de kevirên reş paqij dikim. Kalo jî her roj tê heq destê min dide û wan keviran digre diçe. Lê kevirên wî pir bi pirqin û gelek xweşik in”. Di serê Zeynep xanê de guman çê dibin. Ji meheme re dibêje: “ ma tu nikare bi awayek bê ku kalo xebera wî jê çêbe, tu ji min re du kevirek bînî’’. Miho dibêje: “ xanima min bes tu bixwaze ez ê, ji bo te çiwalek bînim”. Zeyneb xan ji Miho re dibêje : ‘’ na tu bes yek du kevira bîne wê bese be’’. Miho dema diçe karê xwe,bi xwe re du kevira digre û ji Zeyneb Xan re tîne. Zeyneb Xan bala xwe dide kevir, dibîne ku ev kevir ne ji kevirên rêzê ne. Kevir’ ji kevirên AQÛTİN (elmas) Zeyneb Xan rêyek peyda dike û wan bi destê Miho dide firotin. Bi pereyek pir baş debara xwe li ser perê wan du keviran’ dide guhetin. Rewşa jiyana xwe û Miho êdî tîne astek baştirîn û bi Miho re zewacek bê deng pêk tîne.
Lê piştî demek kurt Meho rojek diçe karê xwe, mêzedike derî girtî ye û kalo ne diyar e. Du sê roja ev bê dengî didome e. Lê rojek dîsa diçe ber derî disekine mirovek jê dipirse: ‘’ ma te xêre tu her li ser vê rêkêyî û li benda çi disekîn?” Meho dibêje: “ ez li vê avahiyê kar dikim, lê ev çend rojin xwedyê avahiyê nediyar e”. Ew mirov jê re dibêje: ‘’ qey tu nizanî berê çend roja xwedyê vê malê mir’’. Miho matmayî dimîn e. Bi dilek xemgin dizîvire gel Zeyneb Xan. Zeyneb Xan ji bê dengiya Miho têdighê ku tiştek çêbûye. Zeyneb xan jê dipipirse: ‘’ Miho xêre, tu ne li ser karê xweyî?’’Miho bi dilgiraniyek ji Zeyneb xan re, dibêje: “ ev çend rojin ez bêkarim,ji ber ku kalo ev çend rojek çûye ser dilovaniya xwe”. Zeyneb Xan ji Miho re dibêje: “ tu zanî mirovê kalo hene an nîn. Pêwîste tu şopdarê wî avahiyê bî û divê tu wî avahiyê ji dest bernedî. Dema ew avahî kete bazarê, ji bo kirîna wî xaniyî çi pêwîst be emê bikirin”. Miho ne ji bazarê û ne jî debarê tiştek fam dike. Miho dibêje: “ ma derfetê me heye ku em wî avahiyê bikrin” Zeyneb Xanê dibêje: ‘’ bese tu bişopîne ka kengê wê bê firotin, tu dizanî ku wan kevirê ku te paqiş dikiri hemû AQÛTİN’’. Miho çav li serî fire dibe û ji Zeyneb Xanê re dibêje: “baş e xanima min. Miho karek nake. Tenê karê wî bûye şopandina wî avahiya kalo. Piştî demekî li ber deriyê kalo qelebalixek dibîne, temaşe dike ku bazar xaniyê kalo ye. Meho jî xwe dighîjîne nava bazara xanî. Temaşe dike ku kurê begê wê navçeyê, dixwaze xanî bikire. Kurê beg, bixwe jî cîranê kalo ye. Ji ber vê jî fiyeta herê zêde kurê beg datîne bazarê. Miho jî ji bo xanî ji destê kurê Wezîr bigre fiyeta herê zêde ew datîne û xanyê kalo dikire. Zeyneb Xan û miho dibin xwediyê wî xanî ango tevahî avahiya kalo. Miho bi alîkariya jîrbûna Zeyneb xanê gelek xweşhal û dewlemend dibe. Wer dewlemend dibe ku bala beg û kurê begê herêmê jî dikşînê ser qesra xwe. Avahiyek dîrokî û xwedî jêrzemînek xezînê ne. Navê Miho êdî dibe Miho Axa.
Piştî dem û dewranek jiyana Zeyneb Xan û Miho, Zeyneb Xan ji Miho du canî dibe. Miho bi vê rewşê Zeyneb bandor dibe û Sêbeyek bi hev re dema taştiya sibê dixun, Zeyneb Xan siberoja rewşa xwe bi Miho re niqaşek vedike. Miho, bi dilek xemgînî kûr dihizire û li Zeyneb Xanê dinere. Ji Zeyneb Xanê re dibêje: “ tu dizanî ku min zemanek ku berê te nas bikim min xwenek dîtibû”. Zeyneb xan bi dilek bêsebir jê re dibêje: ‘’ ka ji min re bêje: “ te çi di xewna xwe de dîtibû”. Miho bala xwe dide Zeyneb xanê jê re dibêje: “ xwezîka te ji min re bigot xewina te li ser xêrê be”. Çewa ji dayika xwe re xewna xwe negotibû, bi heman dilêşiyê ve, ji Zeyneb Xan re nabêje. Miho dîsa dest bi lêgera heqiqeta xewina xwe dikeve. Ji Zeyneb Xan re dibêje: “ Divê ez xwe bighînim rastiya xewina xwe”. Zeyneba Xan gelek li ber Miho digere ku xewna wî pê bide gotin. Lê mixabin Miho jê re nabêje. Biryara lêgera xwina xwe ji Zeyneb xan re dibêje. Zeyneb Xan, pir bandor dibe û qewlek ji Miho re datîne. Dibêje: “ heta neh mehan, heke tu nezivîrî, ez ê, dawî li jiyana xwe û zarokê xwe bînim. Ez naxwazim zarokê xwe bê te bînim cîhanê”. Miho ji neçarî nizane çi bike dibêje: “baş e, ez ê hewl bidim ku li te bizivîrim, lê ez nizanim çi li pêş min e”. Dîsa weke ku çewa ji Gund derdikeve dîsa bi heman şêwezî ji wî warî jî derdikeve. Zeyneb Xan bi dilek şikayî û bitena serê xwe di wê qonaxa xwe yê dîrokî û baldar de dimîne. Ji bo ducaniya xwe neçare ku xwe bi xwe debara jiyana xwe bike. Lê ji ber ku tu pêwîstiyek wê ne kême ji mala xwe qet dernakeve derê qonaxa xwe. Zeyneb Xan ji bo zarokê xwe bi tena serê xwe jiyana xwe birêve dibe. Bi hêviya ku rojek Miho li wê û zarokê wê bizivîre di nava xeyalên xweş û bêş de derbas dike. Zeyneb xan ji ber pişta xwe daye dê û bav û giştxwediyên xwe, neçare ku jiyanek li gor xeyalên xwe hilbijare. Bi hêz û îradeya xwe jiyanek ji xwe re bi alîkariya Miho daye avakirin. Lê weke ku xeyal kiribû jiyana wê weha nemeşiyabû. Di şûna evîndarê wê de Miho derketibû ser rêka wê. Serpêhatiya xwe weke ku heye pejirand û jiyanek bi îradeya xwe dide avakirin.
Piştî demk kurt kurê Beg herêmê ku mala wî, li kêleka xanyê Zeyneb Xanê ye. Ji bo xaniyê xwe ji yê her kesî bilintir be, xaniyê xwe dide çêkirin. Bilindiya xaniyê xwe bi biser yê Zeynebê dikeve. Zeynebê dema li hewşa xwe tevdigere, Kurê Begê herêmê, bala xwe dide nava hewşa Miho Axa. Lê çi bibîne jinek weke şahbanûyek xweşik, bitena serê xwe li ser sofra xwarinê dibîn e. Lê hember xwşikbûna Zeyneba Xan nikare xwe bigre, yekser ji xwede diçe. Piştî demek bi serxweve tê, nizane çi biserê wî de hatiye. Ji wê rojê pê ve, êdî kurê Begê herêmê tu rehetiyê nade Zeyneb Xanê. Jê re agahiya dişîne û ku bi wî re bizewice, bi dil an jî bê dil divê Zeyneb bibe ya kurê Behê herêmê. Zeyneb xanê daxwaza kurê Beg napejirîne. Bi baweriya ku Miho lê bizîvîre jiyan dike. Biryar digre heta neh meha ku Miho Axa nezîvire, ji ber zilma kurê Begê herêmê dawiyê li jiyana xwe bîne. Ji ber ku ew kes, biryar daye ku bi Zeyneb xanê ji xwe re bike yar. Ji der û dora xwe re jî dibêje: “ jinek bitena serê xwe ye û bê xwediye, divê mirov lê xwedî derkeve. Jiyan li Zeynebê Xanê dike zindan.
Miho , dîsa weke berê bê serûber serê xwe, girtiye û li çol û çiya digere. Piştî demek dirêj, çavê xwe li bexçeyek vedike. Weke dînê çolan tî û pirçî di nava xewin û xeyalan de li nava xanebaxek navberek dide meşa xwe. Ji bo avê vexwe li bîra avê digere, diçe ser bîra avê, du sê kulm av ji bîrê, têra xwe vedixwe û li wir bi halek perîşan ve, xwe dirêj dike. Ew bexçe bexçeyê ŞANAZA QÎZA MÎRÊ CİNA YE. Li hembe bavê xwe rabûye û bi afreneriya hişmendiya jiyanek li dora xwe hûnandiye. Jiyanek ji cîhana jina daye avakirin, parazvanên wê hemû jinin. Du parazavanên, Şahnaza qiza mîrê Cina bi şiklê Kewan, tên ser bîra avê, dibînin ku kesek biyanî li ba bîra avê, raza ye. Her dû kevoka bi hev re dipeyivin û qala rewşa Miho ji hevdû re, dikin. Gurî dengê wan dibihîze û dixwaze. Miho yekser diçe gel wan û ji wan dawa alîkariyê dike. Parazvan piştî qala rewşa Miho dikin, Şehnazê yek ser ferman dide ku Miho were huzûra wê. Parazvan diçin Miho tînin qesera Şehanzê. Şahnazê ferman dide û dibeje: ‘’ wî ji min re bînin ka çi kese” Bi çebilê Miho Axa re digirin û dibin cem Şanza qîza mîrê cina. Şanazê bala xwe dide Miho, dibînek ku yekê perperîşan û belengazek li hev e. Lê cilê li ser bedena Miho wî dide dest ku ew ne mirovek weha ji rêzê ye. Şahnaza qîza mîrê cina Miho, li ba xwe digre û eleqederiyek baş weke mirovek li gor nezekata qîza mîrê Cinan dide nîşandan. Kêfa Şanazê gelek jê re tê û wî weke ku li ba xwe bigre pire têkildar dibe. Miho dike şirîkê jiyana xwe û pê re zewacek dide pêkanîn. Miho ji bo kerameta Şahanaza qîza mîrê cinan di nava xewin û xeyalan de hê li ser wê bîryara lêgera xwe ye. Miho ne qala xewina xwe dike û ne jî tiştek din tê bîra wî. Weke belegazek çolan di nava qesir û qonaxa Şehanazê de dest bi jiyanek nû dike. Bajarê ku lê ji milê Şanaza qîza mirê cianan ve tê birêve birin. Şahanaz bi keremata xwe ya jiyanî û bi hêza ramanên afrîner hêza bavê xwe derbas kiriye û jiyanek bi hêza xwezayê sazkiriye. Bi hezaran parêzvanên jin û zilam li dora bajarê xwe bi awayek veşartî li beraberî êrîşên bavê xwe sîstemek parastinê daye avakirin. Miho li beranberî hêza Şahnaza qiza mîrê cinana matmayî maye. Xwe li beranberî Şahnaza qiza mîrê cina weke reben û dilek dibîne. Şahnazê li beranberî sekna Miho ya bi bawer û lêgera derwêşî gelek bawerî û nirxek girîng dide Miho. Şahnaz miho li ser hunera pêşengiya civakê û berpirsyariya jiyanê dide amadekirin.
Rojek ji rojan, Miho dema diçe nava bexçeyê ku cara di nava xewek girande şiyar dibe. Dixwaze hinek ji xwe re bigere. Du kevokên Şehanzê li ser kaniyê li ser Miho bi hev re diaxifin. Dema diaxifin Miho dengê wan dibihîze ku ji hev re çidibêjin: “ Ev kes ketiye nava bê xemiyek kûr û li vê derê ji xwe re jiyan dike. Lê haya wî ji Zeynebê tuneye ku ji ber Zexta kurê Begê herêmê di nav jiyanek perîşan de ye.Kurê begê herêmê ev demeke, dest bi amadekariyê zewaca xwe û Zenebê dike. Ev her dû kevokên Şahnazê bi hev re vê agahiyê parve dikin. Miho piştî wê agehiyê dikeve nava hewldana xwe bighîne Şahanazê. Li ser esasê ku rewşa xwe ji Şahanazê re bêje dizîvîre qonaxê. Bi Şahnaza qîza mîrê cinan re, pêkve taştêya sibê li ser text dixwin. Bayek hênik ji milê bakur ve, xwe li rûyê Miho dide, ji nişkave tê hişê wî ku Zenebê qewlek jê re dabû diyarkirin. Miho dikeve nava xemgînyek û ji kelegerma dilê wî hêsir, bi ser rûyê wî de dibarin. Şahnaza qîza mîrê cina têdighê ku derdek vî mirov heye. Weke ku qet hêsrê çavî wî nedîtibe, hêdî hêdî Miho dide axaftin. Heta wê demê Miho qet ne axifiye. Şahnaza qîza mîrê cina ji Miho dipirse:’’ Kesên ku çav rê ne, wan li dû te mane gelo henin, tu mirovek gelekî xemdar diyarî?” Miho ji Şahnaza qîza mîrê cina re dibêje: “ Hevsera min Zeyneb xanê ducanîbû û min wê bitena serê wê hiştiye. Qewla di navabea me de 9, mehbû. Lewre heke ez heta 9, mehan nezivirim ewê rewşa wê nebaş be.
Şahnaza qîza mîrê cina, bi vê agehiyê re dest bi amedekariyan dide kirin ku ji bo dilê Miho bi cî bîne. Çend perêyên xwe weke kevokan amade dike û ji bo agahiyek ji Miho re bîne; berê wan dide warê ku Zeynebê lê jiyan dike. Periyên Şahnaza qîza mîrê cina diçin ser xaniyê Zeynebê disekin, li xwe şanê Zeyneb xanê nadin. Bala xwe didn rewşa wê ne tu rewşe, Kurê wezîr çil roj û çil şev şahiya xwe li bajêr diyar kiriye ku bi Zeyneb xanê ji xwe re bibe. Zeyneb xan jî çav rêyê Miho ye. Heke Miho wan çend rojên dawî nezivîre, wê dawî li jiyana xwe bîne. Periyên, Şahnaza qîza mîrê cina agahî didin Şahnaz ê. Şahnaza qîza mîrê cina bê ku ji Miho re bêje, ferman dide hemû periyên xwe ku Miho bibin ba Zeyneb xanê. Periyên Şanaza qîza mîrê cinan, bê ku Miho pê bizane, wî dibin di hewşa Zeyneb xanê de datînin û dizivîrin gel Şahnaza qîza mîrê cinan. Zeyaneb xanê serê sibê zû dema radibe ku biçe serçavê xwe bişo bala xwe didê ku yek li hewşa wê razaye. Despêkê ditirse û dikeve nava xofek nebaş. Lê dema bala xwe didê ku Miho ye. Lê Miho hê ji xewa sibê bi xwe nehesiyaye ka li kîjan wariye. Zeyneb xan bi dîtina Miho kêfxweş dibe. Ba Miho dike wî ji xewê şiyar dike. Miho dema şiyar dibe ku li ba Zeyne xan e, wa dizane ku di nava xwenek nû de ye. Dema hişê wî tê serî wî fam dike ku ev başiyê Şahanaza qîza mîrê cinan pê kiriye. Zeyneb xanê derdê xwe û belaya ku li ber deriyê wane ji Miho re vedibêje. Miho nizane ji Zeyneb xanê re çi bêje. Dilê wî pir bi halê wan dişewit û xwe sûçdar dibîne. Periyên Şahanaza qîza mîrê cianan bi zanebûn di nava civaka wê jîngehê de hatina Miho bela dikin. Agehî dighîje guhê kurê begê herêmê. Ev agehî qet bi xweşa wî naçe û yekser di derbarê Miho de fermana tunekirinê digire. Agirek mezin dide pêxistin ku Miho bişewitinin. Lê periyên Şahnaza qîza mîrê cina, agahî didin Şahnaz ê ku rewşa Miho û Zeynebê di xeteriyê de ne. Şahnaz qîza mîrê cina tevî periyên xwe difrin ser herêma kurê begê û giştî wî bajarî dorpêç dikin. Ji ber ku mirov nikarin bi çavê serê xwe periyan bibînin Şahnazê bi giştî parazvanên xwe ve hatine wê jîngehê.
Kurê beg di nava kêf û şahiya xwe de ye. Bi bavê xwe re li ser textê xwe rûniştin e û şahiyek dorfereh lidar xistine temaşe dikin. Li kêleka şahiyê jî agirek mezin pêketiye û li bendene ku Miho bidin şewitandin. Parazvanên kurê begê herêmê diçin Miho jî dîl digin û dixwazin bikin qurbana şahiya kurê beg. Şahnaz ferman dide periyên xwe ku berî ew têkevin tevgerê divê beg û tevî kurî wî bavêjin nava agirê ji bo Miho amedkirine. Dawetvan û berbûriyên ku biçin zeynebê bînin, hew dibînin ku textê beg û yê kurê wî bi hewa ketin. Herdûk zilmkar jî divajin nava agirê ku ji bo Miho hatibû amedekirin. Şahî ji hev tar û mar dibe kesek nizane ku çi biserê wan ve hat. Şahnaza qîza mîrê cina bi hemû periyên xwe li wî bajarî kom dike û şahiyek ji bo hatina Miho li dar dixe. Êdî berpirsyarê wê herêmê ji şahnaza qîza mîrê cinan tê pirsîn. Ji ber ku ji Miho pir hez dike bi Zeyneb xanê re peymanek çêdike ku Miho jî bixe nav şirîktiya wê herêmê. Zeyneb xanê diwelide. Zeynebê xan û Miho di wê herêmê de dibin xwedan otorîteyek wê serdemê. Şahnaza qîza mîrê cinan jî ji Miho zarokek xwe çê dibe. Êvarek zorkê Miho li ser sînaga wî heta derengê şevê bi hev re dilîzin û heta ku di xwe re diçin. Miho bi herdû zarokên xwe pir şa dibe û bi wê dilxweşiyek pir mezin serê sibê radibe.
Miho dîsa dikeve nava fikara xewina xweya berî çend salan. Ji xwe dipirse gelo xwina min ev bû an na?. Lê dîsa dilê wî bi guman e. Li ser taştiya sibê, ji nişkava ji Zeyneb û Şahnazê re dibêje min xwenek dît. Şahnaza qîza mîrê cina û Zeyneb xan bi yek dengek dibêjên: xewna te li ser xêrê be’’. Dema herdûk bi hevre bi yek dengek wa dibêjin Miho pir bandor dibe û ji serî çîroka xwe heta ku şeva dawî ku bi herdûk zarokên xwe re çewa derbas kirî ye yek bi yek ji wan herdû zeriyan re vedibêje. Di xewna xwe de dibîne ku 2 Stêrk li ser sînga wî li hev dikevin û ji wan şoq û ronahiyek derdikeve; dure jî ew Stêrk yek di milê wî yê çep de yek jî di yê rastê de dişemitin û ew ji xewina xwe pir bandor dibe. Lê dema dayika wî ne got xewna te li ser xêrê be, ew gelek pê bandor dibe. Ji wê rojê heta wê demê Miho her li pê naveroka xwina xewe dikve. Ji her jinên zanyar re dibêje: “ ez ji niha û pê ve, îkana bûme ku xewna min hûn rastiya jiyana min a nihaye. Hûn herdû jinên zanyar û herdûk zarokên me bûn. Heke we jê negota xwena te li ser xêrê be, min ê dîsa serê xwe bigirta û ezê li pê xewna xwe biketima. Heta ku ji min bersiva rast a xewna te li ser xêrê be, bigirtana. Şahnaza qîza mîrê cinan pê dikene û dibêje: “ baş e, me pêkve got xwina te li ser xêrê be. Û em bûn sebeb ku rastiya xewina te pêk were. Heke ne em bûna negengaz bû ku xewina te pêkbihata. Divê tu vê yekê bike guhar û têxe guhê xwe.