DESTÎNA ÇIYA
Di dem û dewranek de pîrek temen mezin û kurê xwe hebûn e. Pîrê li beranberî zorahiya jiyanê di nava gelek hêjariyek de dijîn. Kurê pîrê, şivanê golikê gund bû ye. Rojek ji rojan kurê pîrê golikê gundê xwe, digre û dibe ber qeraxa çemê gund. Dema li qeraxa çem digere, mêzedike ku sê şivên ter û mîna hev zirav û dirêj, li kêleka çem e. Hema destê xwe davêje şivek ji wan şivan û bi du golikê dikeve û bi wê şivê lawirên xwe dimeşîne heta malê. Dema êvarê kurê pîrê, tê mala xwe, dil nade ku şiva xwe ya ter û xweşik pê gavantî bike. Ewqas kêfa wî ji şiva wî re tê ku şiva xwe, di hewşa xanyî de diçîne û diçe ser karê xweyê her roj. dayika wî jê re dibêje; kurê min tu çi dikî? Ew jî dibêje min şivek ji xwe re, li qeraxa avê dît, li ewqas xweşike ku ezê ji xwe re biçînim. Ji bo ku dara wî zû şîn bibe kurê pîrê her roj dara xwe av dide.
Pîrê car ji caran ji xwe re dice nava malên gund digere û serdana dost û cîran dike. Rojek pîrê diçe nava gund dema êvarê tê mala xwe pîrê, çi bibîne! mala wê pir paqij e. Pîrê dihizire ku ji ber ku bê hêze, dilê cîrana pê şewitiye û hatine mala wê dane hev û jê re paqij kirine. lê ev alîkariya mala pîrê ,ne rojek û nejî du roj e. Dema bê navber malpaqijiya pîrê tê domandin, di hişê pîrê de guman çêdibin. Pîrê ji bo binase ka ev xêrxwaza hanê çi kese, ji bo malavaniya cîranên xwe bike diçe mala ciranênin xwe. Le dema ji bo wan sipasiyên xwe dibêje, cîranin wê wate nadin malavaniyên wê. Ji pîrê re dibêjin; ev demeke em nehatine mala te. Di serê pîrê de guman zêdetir dibin. Ji bo ku vê xêrxwaza xwe binase, dikeve nava hewildanên fêlbazî. Rojek sibê zû weke heman cara xwe amede dike, mîna ku ji mala xwe derdikeve, lê xwe di derekî nêzîkê hewşa xwe de vedişêre. Pir xemên mezin deke ka ev kî ye.
Pîrê çi bibîne! bala xwe dide wê dara ku kurê wê di hewşê de daniye, dibe jinek ewqas xweşik ku mîna hîverojê liheve. Hêdî hêdî ber bi hundirê malê ve dimeşe û dest bikarê mala bîrê dike; dûre jî diçe şûna xwe û dibe darek şîna ya xwezayî. Pîrê jinek zanyare, ji kurê xwe re tiştke nabêje. Ji ber ku tenê ye dixwaze wê Darşînê li gel xwe bigrê. Pîrê ,roja din xwe li malê vedişêre. Darşînê dikeve, mala Pîrê dide hev û xwarina wê çêdike. Berê ku pîrê û kurê pîrê bên mal Darşînê hewl dide ku biçe şûna xwe; Pîrê ji nişkave derdikeve û dest davêje kirasê Darşînê. Darşînê xwe davêje bextê pîre ku wê, bihalê wê bihêle. Ama Pîrê wê bernade û jê daxwaz dike ku bibe keça wê û lê ba wê bimîne. Darşînê ji Pîrê re dibêje: “ heke ez bimînim dê bela wer ber deriyê te”. Pîrê jî dibêje çi dibe bila bibe divê tu li ba min bimînî. Ji ber ku ez pîrekim û kurek min tenê heye. Ezê te ji belaya biparizim.Darşînê ji ber ku pîrê wê bernade û dema wê derbas dibe û ji xwezaya xwe derdikeve. Ji ber ku zindiyek xwezayiye; divê ku di dema xwe de biçe ciyê xwe. Dema ku di wextê xwe de naçe ew jî mîna dara ku ji rehên xwe ve ji axê qut bibe; êdî nabe weka berê. Ew şiva ter, bibû dareke şîn û bexçeyê pîrê dixemiland. A niha ji ber ku destwerdan li ser jiyana wê çêdibe, êdî nikare vegere xwezaya xwe ya berê.
Pîrê ji bo ku kes keça wê nebîne biher awayî tevdigere. Ewqas kêfxweşe ku heke perê wê hebe wê ji dilxweşiya bifire. Dema êvarê kurê pîrê tê malê, kurê pîrê çav li Darşînê dikeve li hember xwşikbûna wê şaşopaşo dibe. Pîrê wî dide rûnştandin meseloka dara ku wî haniye ji re dibêje. Kurê Pîrê li hember dayik û Darşînê dicemide û nizane çi bêje. Ji bo ku kes keça Pîrê nebînin, nahêle Darşênê derkeve derê malê. Pîrê bi awayek bê deng Darşînê bi kurê xwe re dizewicîne. Pîrê bi vî şêwzî êdî xwedî bûke. Kurê pîrê her roj diçe gavantiya xwe dike. Weke di jiyana wan de tu guhertinek çênebûye.
Li wî warî şahiya kurê paşê çil şev û çil roj tê li darxistin û her kesî vexandinê şahiya kurê paşê. Ji ber ku daweta kurê pêşêye nabe ku kes di mala xwe de bimînin. Ji bo vê jî neçarin ku pîrê jî biçe şahiyê. Pîrê dihizire ku keça xwe jî bixwe re bibe şahiya kurê paşê. Dixwaze bûka xwe hinek bi ciwantiya xwe şabibe. Ji bo ku kesek bûka wê nebîne bi çarşeva pûşîkirî ve amade dike û dikevin nava girsaya jinan. Şahî gelek berfirehe û qelebalixe. Dîlanek pir dûdirêj bê serî û ber, hatiye lidarxistin. Kurê paşa û wezîr jî bi heval û hogirên xwe re li pêş şahiyê li reqisvan temaşe dikin. Darşînê ji tirsa qelebalixiyê ji kêleka pîrê ranabe. Dilê pîrê birewşa bûka xwê dişewite. Ji re dibêje keça min tu jî ji xwe re hinek têkeve dîlanê. Darşînê di nava wê kelecana şahiyê de nabêje na. Ew jî dikeve dîlanê, lê dîlan ewqas germe ku haya wê ji wê namîne. Bayek tê û rûpûşiya wê radike , Darşînê ji ber kelecana dîlanê haya wê jê namîne. Ji nişkava çavên kurê paşê rûyê Darşînê yê lihev dibîne; Hema dil jê diçe û kurê paşê ji piya tê xwarê. Her kes li hember ketina kurê paşê dikevin nava tirsek mezin, kes nizane ku ka çi biserê kurê paşê ve hat. Ama pîrê baş dizane çi bû sedemek ku kurê paşê kete vê rewşê. Hema pîrê û bûka xwe di nava qelebalixiyê de didin wendakin û berê xwe bi bayê bezê didin mala xwe. Ama ji ber lezbûnê ferek şimika lingê Darşînê dikeve, hewil dide ku bibîne lê pîrê, ji tirsa bi çepelê xwe digire û ji tirsa kurê paşê li xwe dikiş =kişîne.
Piştî kurê paşê hişê wî tê serê wî çavê xwe li der û dorê xwe digerîne ku wê jina ku weke hîv û rojê xweşik bibîne, ama dibîne ku ne di nava şahiyê de ye. heval û hogirê kurê paşê jê dipirsin dibêjin,ma çi biserê te hat? Ew ji heval û hogirin xwe re dibêje: “ şahiya min bidawî bû, hûn karin biçin malên xwe ez nazewicim”. Hemû şahîvan belawela dibin lê tu wate nadin biryara kurê paşê. Dema her kes diçin mala xwe xulamên kurê paşê li şûna şahiyê şimikek pir xweşik û zêvîn dibînin. Digirin tînin didin kurê paşê, kurê paşê çewa çavên wî bişimêkê dikeve ew dizane ku xwediyê wê şimikê kî ye. ferman dide û dixwaze hemû civaka der û dora li ba xwe kom bike û ew jina ku xwediyê wê şimikê bibîne. Ferman kurê paşê li her derî bela dibe û heya ku dighîje guhê pîrê jî. Darşînê û pîrê ji tirsa nizanin çi bikin, ew baş dizanin ku çi lipêşa wanin. Kurê paşê hemû xelk û alemê kom dike, lê xwedyê wê şimikê nabînin. Lê kurê paşê li ser ya xwe ku wê jina ku xwediyê vê şimikê bibîne. Kurê paşê lêpirsînek berfireh dide dest pêkirin. Agahî digre ku li gundek du jinên ku çûne dawetê neçûne ba mala paşa. Kurê paşê fermanek ji bo hatina wan jî dide parazvanê xwe. Ferman ji pîrê re dibin, pîrê ji neçarî ji darşînê re dibêje: “Darşînê ji pîrê re vê dibêje: “,min ji bo te gotibû heke ez bimînin ezê bibim xeteriya serê te. Ama te guh neda min, a niha jî tu bixwe dibînî çi xeterî ber deriyê te ye”. pîrê gelek poşman dibe ama poşmaniya pîrê derdê Darşînê derman nake.
Pîrê bi amadekariyek baş ve bûka xwe Darşînê digre û dikevin rêya mala kurê paşa. Çewa Darşînê dibînin şimikê dixin lingê wê dinirin ku şimik ya wê bixwe ye. Piştî demek dirêj dîtina xwediyê şimikê, weke mizgîniyek ji kurê paşê re dibin. Kurê paşê hema ferman dide ku dîsa şahiya wî bê destpêkirin. Pîrê û Darşînê ji neçarî ji bo ewlaya giyana kurê pîrê daxwazê kurê paşê dipejirînin, darşînê û kurê paşê dizewicin. Kurê paşê nirxek pir mezin dide darşînê. Ji ber darşînê dev ji têkiliyên xwe yên civakî û karê xwe yê bingeh berdide. Êdî cîhana wî tenê dibe Darşînê. ji ber hezkirina wî ya mezin û xwendakirina wî, der û dor ji Darşînê aciz dibin. Dibêjin hiş û aqil di serê kurê paşê de nehîştiye
Piştî dem û dewranek darşînê ji ducanî dibe, lê xizmetkarên wê ên jin; ji darşînê gelek hesûd û acizin dibin. Dihizirin ku kurê paşê ji destê wê rêzgarkin. Ji bo vê yekê jî şeva ku Darşînê wê biwelide,filbaziyek tînin serê Darşînê. Dema darşînê diwelide dibîne ku xwedê kurkekî didê; lê xizmetkarin wê ji bo ku Darşînê di çavên kurê paşê de bidin reşkirin,di şûna kurê wê de du çewrikên dêlikan (kuçûkan) dixin ber sînga wê. Pitika (bebik) Darşînê digirin dixin nava dergûşek û wê dergûşê li ber çem berdidin. Dergûş ji ber ku sivike biser avê ve diçe. Kalikek pir bitemen, li ber çem ji bo xwe masiya digire temaşe dike ku dengê pitikek tê. Kalik ji ber ku qet zarokê wî çê nebûne û her tim bihesreta dengê pitika maye; dibêje diyare ku ez ji xwe re xeyala dibihîzim. Ama ew deng bê navber tê, kalo hinek bikêleka cem de diçe; dergûşek dibîne. Mêzedike pitkek nû çêbûyî dinava landikê de xweşik pêçayiye. Kalo ji kêfa ji bo xweda duwaya dik. Dibêje belkî xwedê dengê min bihîst û ji min re vî pitikê şand. Kalo pitikê tevî dergûşê digir û dibe ji pîra malê re. Pirê biçavek matmayî li kalo dinere; ji kalo re dibêje malmîrat emê di vî temelî de nikarin debara xwe bikin , emê çewa li vê pitikê binerin. Kalo ji pîrê re dibêje; diyare xwedê dengê me bihîst û bersiva me da, divê em jî vê bitikê xwdîkin. Heke min nedîta wê lawira bixara. Kalo û pîrê navê bitika Darşînê dikin îsa.
Kurê paşê gelek xema dike ,ji bê sebrî di çiyê xwe de rûnanê û li hêva mizigîniyek e. Dema kurê paşê agahî digre, di şûna xwe de dicemide. Naxweze bawerke bi xwe diçe lê dinere, dibîne ku du cewrê dilika li ser ciyê Darşînê ye û Darşînê ne li ser hişê xwe ye. dema çavê kurê paşê bi wan cewra dikeven dîn dibe û bi çola dikeve.Cîhana wî bi serê wî de tê xwarê, tu xewin û xeyalên kurê paşê êdî namînin. Di nava heval û hogorê xwe de tu nirxê wî namîne. Ji kerba desthilatiya xwe naleta xwe li Darşînê tîne û bi rêbazên wê demê dide naletkirin. Kerek dide sejêkirin û postê kerê li Darşînê dikin; wê dibin nava daristanek dûr didin girêdan û şonikek didin ser pişta wê. Kurê paşê fermanek dide nivîsandin; çi rêwiyek ku di wê derê re derbas be bira carek tûkên û bişonikek carek lêdin. Her roj nan û ava wê ji re dibin û rojê carek naletdikin.
Di ser naletkirna Darşînê çarde sala derbas dibe, her nîçîrvanek dema di wê derê re derbas dibe naletê xwe duxînin. Îsayê kurê Darşînê ji hêla kalo û pîrê ve baş tê perwerdekirin. Tu pêdiviyek ku ji îsa re derewa bêjin nabînin. Rastaya îsa piştî temelek şûn ve pêre par ve dikin. Îsa jî bi wê rastayiya xwe ve xwe baş perwerde dike. Car caran ew jî ji bo xwe diçe nîçirê. Di seferê nîçirvaniyê de rastî bavê xwe ye kurê paşê tê. Kurê paşê piştî weldandina Darşînê dev ji paşatiyê berda ye. Jiyana xwe binîçirvaniyê dide derbaskirin.Kurê paşê dema çavê wî bi îsa dikeve, kêfa wî pir ji îsa re tê. Xwîna herdûka li hev pir dikele û bihevre dibin hogir.(dost) Sozdidin hev ku rojek bihevre biçin nîçirê. Dema wana tê û herdûk bihev re diçin nîçîrvaniyê. Kurê paşê berbi daristanê ve diçin, û hev wenda dikin.îsayê kurê Darşînê, rasî dayika xwe tê, ji dayika xwe bê agahiye. Temaşe dike ku jinek bi eyarê kerê hatî piçandin, şonikek û hinke xwarin û av li ber wê ye. dema vê dîmenê dibîne kurik di çiye xwe de ditevize û nizane çewa bike. Darşînê, dema dibîne ku kurikê ciwan bi matmayî lê temaşe dike;jê re dibije were kurê min tu jî naleta min pêk bîne. Ev çarde sale ku dibin vê tometê, zilm û zora giran deme,tu jî zû pêk bîne û ji vir biçe. Kurik pê gelek bandor dibe û ber pêde diçe; dixwaze vê jina porsipî û belengaz têbighê ku ka çima di vî rewşê de ye.
Îsa jê re dibêje tu kî ye û çima di vê rewşa hanê de yî? Darşîna porsipî, dema vê nêzîkatiyê dibîne, jê kurikê ciwan alîkarî dixwaze. Dibêje kurê min tu xêra xwe min ji darê vekî ku ez derdê xwe ji bo te bêjim.Darşînê ji serî heya binî serpêhatiyê xwe yek bi yek ji lawikê ciwan re vedibêje. Îsa kurek pir jîre, ji vê serpêhatiya jina ku hatiye tewambarkirn pir bandor dibe. Ama di serê wî de pirsnîşanek pîr girîng tê avakirin. Dîroka kurê Darşînê dema ku ji hêla xizmetkarên wê de tê dizîn û dîroka li kêleka çem ji hêla kalikêkî ve li erdê dîtina wî heman dîroke. Li jin û dayika porsipî dinere pir nêzîkê xwe dibine. Ji hila kurê paşiyê ku qala wî dikir, bihev re bûne hogir. Dîmenê herdûya di serê xwe de tîne ba hev, di şeklê wan de taybetmendiyê xwe dibîne. Îsayê kurê Darşînê di derbarê mijara pitika wendayî de ji wî bêhtir tu gumanê wî namînin.Dema serpêhatiya dayika wî bi dawî dibe, ew jî xwe bi dayika xwe dide nasîn ku pitika wê ya wendiyî ji wî pêvetir ne tu kese. Dema qala xwe ji dayika xwe re dike, dayîka wî bidengek ku êşa çarde sala digşîne qîrînek kûr ji nava dil û cergê wê bilind dibe. Xwe davêje sînga kurê xwe û bidengek bilind ji xwe re digrî. Hê di wê rewşê de ne kurê paşê bi ser wan ve tê. Ji kurê xwe dipirse dibêje te bikîjan wirekiyan ve wê jina naletkirî ji darê vedikî. Divê heta bimre bi wê darê ve be. Îsayê kurê paşê, bizimanek pir bihêz ji bavê xwe re dibêje raweste. Di vê mijarê de neheqiyek heye,divê ev mijar bê zelalkirin. Kurê paşê şaş û paşo dibe, ji kurê xwe re dibêje, em hogrê hevin ama nayê vê watê ku tu yê xwe tikilyên vê mijara mina malbatî bîkî. Kurê paşê îsa di yê xwe de bibawere û bavê xwe dide bawerkirin ku tiştê dayîka wî tîne ziman rastayîne. Ew pitika ku li benda mizgînaya wî bû dervê wî ne tu kese. Paşa bi çavek kûr bala xwe dide kurê xwe, dibîne ku pir dişibin hev û dîroka dayikbûn û wenda bûnê yeke.
Kurê paşa ji bo lêborîna xwe ji Darşînê re bide dikeve nava hewildanên balkêş. Ama Darşînê piştî ewqas zilim û zoriyî nikare li rûyê kurê paşê binêre. Radibe û bikrê xwe re diçe. Kurê paşê,vê jarê ji kerba ku neheqiya ku bi hezkirya berdilê xwe kiryê dîn û har dibe. Diçe heft hespan tî dihêle, heftan jî pirçî; wan jinin ku wê bêbextiya ku li hember Darşînê pêkanîne, digre ji lingên wan ve bi wan hespan ve girê dide. Hespan bera ser av û êmên wan ve ber didin, wahşetke waha dike ku herdûk jina ji hev perçe dike û dikuje.
PÎRÊ Û KURÊ XWE
2021-09-07
AQILÊ PÎRÊ
arşîv
hashtag:
Abdullah Ocalan
abori
aşitî
bîrdozî
cinsiyetparêz
civaka çînî
demokrasi
dîrok
ekolojî
ekolojîk
estetîk
ETÎK û ESTETÎK
exlaq
eşq
felsefe
femînîst
femînîzm
hebûn
Heqîqet
hevjiyan
hevjiyana azad
jiyan
Jîneolojî
kapîtalîst
kapîtalîzm
kevneşopi
koçberî
krîz
lêdana hişmendiya desthilatdarî fêzîkî
lêkolîn
Mezopotamya
modernîteya kapîtalîst
polîtîk
pozîtîvîst
Rojhilata Navîn
saziya malbatê
sosyalîzm
sosyoloji
tekoşîn
utopya
Xanedantî
XEYAL
Zilamê Rojhilata Navîn
zîhniyeta mêr
ŞÎDET