
DESTÎNA ÇIYA
Yek hebû yek tunebû ji çêtiran mezintir kes tune bû. Keçek bi navê fatê hebûye. Rojek ji bo lîstoka diçe nava hevalên xwe yên keç, ji xwe re dilîze. Dema ku dest bê listikan dikin, ji lîstokvanek dengek (tir) derdikeve, her kes ji bo xwe paqij derxîne dest bisondan xwarinê dikin. Her kes dibêje: “bi serê birayayê min ez nebûm. Fatê jî bê deng dimîne û difikire ku birayê xwe nîne dê bi serê kê sond bixwe nîzane. Fatê tişta tê bîra wê golika wê ye. Ew jî dibêje: ‘bi serê golka min a enîbeş ne ez bûm. Hemû hevalên wê bihev re pê dikenin. Fatê pir zora wê diçe û dibêje, ‘hûn çima bi min dikenin”. Ji koma lîstokavana yek ji fatê re, dibêje: “xweliya germ biserê te ve hatê, ma qey tu nizanî heft birayên te hen e?”
Fatê şaşo pêşo dibe û digrî diçe ba dayika xwe, ji dayîka xwe re dibêje: “ ma dayê ev yek raste, hevalên min ji min re dibêjin, heft birayên te hen e?”Dayika, fatê jê re dibêje: “ raste qîzamin. Heft birayên te hene, ama ne livirin, li ser çiya ji xwe re dijîn. Fatê ji dayika xwe daxwaz dike ku biçe çem birayên xwe.
Dayika fatê ji fatê re Kerek ji heryê çêdeke û kerê bi ruh dike û fatê lê siwar dike. Ama ji fatê re dibêje: “ divê heta ba birayên xwe qet neaxivî, heke tu biaxive dê Kera te xera bibe”. Fatê dibêje: “ baş e, dayika min”. Fatê dide rê û ber bi warê her şeş birayin xwe ve diçe. Hinek diçe hevaleke wê rastî wê tê û jê dipirs e. “Fatokê tu yê bi ku ve biçî?Fatê ji kêfa çûndina ba birayên xwe, şîretên dayika xwe jibîrdike û bersiva hevalan xwe dide. Bi denê fatê re , kera wê dibin wê de diruxe. Fatê bi çavek kele girî dizivirê çem dayika xwe. Dibêje: “kera min ruxiya divê tu yeka din ji min re çêkî”. Dayika wê dilê wê nahile û ji bo wê kereke din çê dike û jê re dibêje: “ ev ya dawî ye, divê qet nepeyîvî”. Fatê vê carê kî jê çi dipirse ji tirsa kera xwe qet dengê xwe dernaxîne.
Fatê piştî meşek dirêj dighîje wî çiyayê ku birayên wê lê dimînin.Piştî meşek dirêj xwe dighîne ba birayên xwe. Her şeş biraya dema Fatê dibînin matmayî dimîn û ji hev dipirsin ev kî ye. Piştî Fatê xwe bi wan didie nasîn şûne ve, jê dipirsin tu livan çola çi digerî. Fatê dibêje:” ez xwişka şeş biraya me ez dixwazim li cem birayên xwe bimînim. Birayên Fatê bi hatina wê gelek kêfxweş dibin. Fatê ji bo xwe weke piştgiriye dibînin û hêza heskirina biratiya xwe hewl didin ku bi xweşika xwe bidin diyarkirin.
Her şeşe brayê Fatê piştî demek kurt, ji bo debara xwe dixwazin biçin nîçirê, ji Fatê re dibêjin: “ xwişka me divê tu qet dervî mal der neyê, heke tu derkevî wê dêw te bixun. Ya din jî divê tu pisîka me qet birçî nehile, heke tu pisîkê birçî bihilî wê bi agirê te de bimîze û agir li vî warî zû peyda nabe.
Fatê bi tena serê xwe çend roja ji bo birayên xwe malvaniya malê dike.Her roj, li gor şîretê birayên xwe her roj xwarina pisîkê didê û pêwîsitiyên malê pêk tîne. Her roj bi tena serê xwe di malê de dimîne. Rojek ji bîrdike ku xwarinê bide pisîka birayên xwe, pisîk ji aciziya birçîbûnê diçe bi agirê Fatê ve dimîze û agirê fatê ditemirîne. Fatê ji bê ocaxa germ nizane çi bike. Fatê di keve nava hewildana beriya ku birayên wê bên malê, ji bo ku xwrin çêke divê agirek ji bo xwe peydake.
Fatê derdike ve dervê malê û berê xwe dide der û dorê xwe. Dibîne ku li çiyeke dûr dûmanek gelek zirav ber bi ezmana ve hildikiş e. Fatê berê xwe dide wî agirî, diçe dibîne ku pîrejinek por spî, li ber agir rûniştiye û keçên wê ji nava porên wê sipiyan dineqînin. Pîrejina zanyar bîhna kesek biyanî ber bi wan ve tê. Ba Fatê dikin Fatê li baxwe didin rûniştandin û sipiyên serê xwe bi wejî didin neqandin. Fatê hêdî sipyên serê pîrê yek yek diguje. Pîrajina zanyar dibêje,” ma keça min tu çi kesî û tu çi karî dikî?” Fatê dibêje: “ ez sipiyên nav porên te dixum”. Pîrê ji gotina wê pir bandor dibe û jê dipirse, dibêje ma tu li van deran bitena serê xwe çi digerî?” Fatê derdê xwe ji pîrê re dibêje: “ divê hun agir bidin min, heke ez agir peyda nekim wê birayên min pirçî bimînin û wê min bikujin. Pîrejina daristanê, hinek pizotên agir dide Fatê û Fatê birê dixin. Fatê tê malê û weke ku têştek nebû ye ji birayên xwe re qala tiştek nake. Piştî demek pîrê pê şopa Fatê dikeve tê ber derî. Ba Fatê dike dibêje derî li min veke divê ez te bibînim. Fatê di kuna derî de li pîrê dinere, lê tirsa birayên xwe newê re li Pîrjinê derî veke. Fatê dibêje: “ ez derî nikarim li te vekim ji ber ku birayên min ne limalin”. Pîrê ji Fatê re dibêje heke tu nikarî derî li min vekî ku ez te bibînim, qet nebe li pişt derî bi min re biaxive. Fatê dilê Pîrejinê nahêle û her roj li Pişt derî bi Pîrejinê re, diaxive. Armanca Pîrejinê Fatê bi tenê nehiştine. Lê Fatê roj bi roj ji tirsa birayên xwe zeyîf dikeve. Birayên we jê dipirsin. Ma tu nexewşî an jî heke tu xemê dayika xwe dikî:” Fatê ji tirsa qala tiştek nake, ama birayên wê ji rewşa wê têdighên ku tiştek heye. Ji bo vê jî birayên wê der û dorên mala xwe dişopînin, dibînin ku jineke temel mezin û por spî, tê ber derî û gazî Fatê dike. Birayên wê tên û wê Jina temel mezin dikujin.