JIN BI ŞOREŞÊ, ŞOREŞ BI JINAN AVA DIBE

2021-09-13 dîrok

YEZDA HAVÎN:

Şoreş şêwazekî tekoşîna gel e, dengekî ji kûrahiya pêla civakê bilind dibe. Ev deng di nava alozî û qeyrana ewrê tarî de rû di de. Ev deng dengekî demokratîk, azadî, wekhevî û heqîqetê ye. Ev deng li beraberî zor û zilmdariyê serîrakirineke, bertekeke, nerazîbûneke û lêgerîneke mafê jiyaneke serbixwe ye. Ev deng hilma dilê civakê, xwestekê civakê, azadiya civakê, hebûna civakê û pêşeroja civakê dihewîne nava xwe. Di vê wateyê de armanca şoreşê ya sereke; yekîtî, biratî, aşitî û hebûna civakê avakirine. Wê wextê kî pêşengiyê ji şoreşê re dike? Jin, karker, sendîqa, xwendewan, rewşenbîr, hunermend, nivîskar û her wiha kesên navser û xwedî zanebûnê ne. Kî hîmê şoreşê ye? Ya rastî civak bixwe ye, jin, ciwan, yextîyar, zarok, dayik û herkes dinav de cih digre. Îro dinava wan de herî zêde pêwîstiyê jinan bi şoreşê heye. Ji ber ku di pergala Kapîtalîzmê de û baweriya olan de jin ji hemû mafê xweyi jiyanî, kesayetî, nasnameyî hati ye dûrxistin û berovajî bûye temamkerê berdewama pergala zilamê desthilatdar. Di bin navê zewacan de jin yek bi yek di hundirê malan de hem tekiliyê wê bi civakê re qut dibe û hem jî weke xizmetkarekî zilam tê bikaranîn. Rexmê wê jî jin bi kedek mezin bîst û çar saetan bi meyzandina zarokan, paqijî ye, xwarine û her wiha bikarê malê re mijûl dibe. Yek derdê wê heye, ew jî dilê herkesî xweşkirine, ev hevser dibe, bav dibe, bira dibe. Yanî kî xwediyê jin be ya da kî ji namûsa jinê berpirsyar be. Vîn û hêza jinê di bin îsyatîfa zilam de ye. Bi vê ve girêdayî jina ku bi serê xwe tevnegere, bi serê xwe bîryara xwe ne de, çarenûsa xwe bixwe dîyar neke, bizanebûn hati ye avakirin. Ev jî tê wateya jin hati ye kolekirin. Rêber Apo di vê wateyê de dibêje `zewac xefikeke` û koletiya herî kûr e`. Eger di malekê de dinavbera herdû hevsera de dengeyek wekhevî, azadî, parvekirin û hurmetek li beraberî hevdû nebe; çi wateya wê zewacê çêdibe? Tekez cehwera zewacê li ser bingeha heskirin û hîskirinê destpêdike. Lê berovajî dev ji heskirin û hîskirinê ber de, zilam roja ku jinê tîne mala xwe, êdî jinê weke malê xweyî teybet dibîne, mecbûrê xwe dibîne, biçûk dibîne û ti nirx nadê yê. Di alyekî de zilam bê jin nikare bijî, jin wî di de jiyandin, heta bi jinê ziruyeta xwe berdewam dike, lê di alyê din de ti nirx nade keda wê, wekî mecbûrîyeteke nêz dibe. Ji ber ku hemû zilam bi eynî zîhnîyeta zayendperestî nêz dibin. Ji bona vê yekê ti rol û mîsyon nedane jinê û dinava sînorê statoya koletiya koletî de dîl digrin.
Ji bo na vê yekê pêwîstiyê jinê ji yê herkesî bêtir bi şoreşa zîhnî, çandî û civakî heye. Li ser vî esasî jinan ji hemû şoreşên cîhanê re pêşengî kirine. Di vî alî de dîroka tevgera jinan dinava şoreşan de xwedî danehev û tecrubê mezinin û xwedî mîratek serkeftinê ye. Lê ev danehev tecrube û mîrata jinan ya serkeftinê dinava şoreşan de di bin sîya şoreşên giştî de wenda bûye. Divê em weke jinên azadîxwaz û têkoşer li ser dîroka şoreşên bihûrî de lêkolîn bikin û rengê rastiyê derxînin holê. Em dikarin bi pirsek wiha di malê xwe de, di karê xwe de û di her derên ku jin lê jiyan dikin bipirsin; jin çima di vê rewşê de ye?. Rewşa ku niha jin tê de ye, sedemê tevlêbûna şoreşê ye. Bi taybetî jî li hemberî zîhnîyeta pergala baviksalarî ya Îran`ê, hê bêtir tê bikoşin. Ji ber li îran`ê tenê jinên ku bi zîhnîyeta zilam hatine avakirin û ketine bin xizmeta zîhnîyeta zilam dipejirînin. Ew jî di astek pir jêr de ye. Yanî ne li gor pêwîstiyê jina, li gor pêwîstiyê xwe cih didin jinan. Niha yek ji armancê tevgerê jinan zanîsta jin, heqîqeta jin û rastiya jin di alyê zîhnîyeta çanda demokratîk de bi nerîn û fikrê jin hem derxistina holê ye û hem jî avakirine.
Di vê wateyê de, wexta mirov li ser dîroka şoreşê lêkolîn dike; tevahî şoreşên cîhanê bi tekoşîna jinê pêşketine, lê jin bi şoreşê pêşneketi ye, şoreş bi jinê biserketine, lê jin bi şoreşê biserneketi ye, Jin şoreşê avadike, lê şoreş jinê avanake. Jin di şoreşan de, têdikoşe, lê di şoreşan de cih, fikir, vîn û nerînên wê esas nayên girtin. Bi taybet di şoreşên rizgarkirina netewî de wekî şoreşa Vîyetnam, Kûba, Çîn, Rûsya, Fransa(parîs komînî) û her wiha bi fedekarî, ked û hewldanê jinan bi bedelek giran bi hêvî û xeyalê azadiyê şoreş gihiştine armancê. Heta di van şoreşaan de bi hezaran jinên azadîxwaz û lêgerîner ji alyê desthilatdaran ve hatine girtin, îşkencekirin û qetilkirin. Lê mixabin piştî şoreşên rizgarkirina netewî tu maf ji jinê re nehati ye dayîn. Heta jinan dîsa vedigerînin malê û dinav sînorê malê de tê hepiskirin. Ji ber ku di nêzîkatî û ferasetên wan de `destpêkê şoreş, paşê mafê jinê` bû. Piştî şoreş çêdibin, wekî ji jinê re bêjin `mala te ava, heta vê de bû`. Ev nêzîkatî xuya dike ku nêzîkatî û nerînên li jin ji yê zîhnîyeta dewletê ne cûdatir e. pirsgirêka jin ji alyê hebûn, sîyasî û felsefîk ve tahlîl nakin. Rêber Apo ji bo vê yekê li ser dîroka şoreşan lêkolîn kir, pirsgirêkên jinê tespîtkir û hêza di jin de dît, bi hêvî û baweriyeke mezin got `emê şoşerê bi jinê avabikin` û pirsgirêka jin weke pirsgirêka netewî û pirsgirêka netewî jî weke pirsgirêka jin girt dest. Li ser vî esasî di destpêkê de tevlêbûna jinan di nava rêxistinê de çêdibe. Mînak hevala Sakîne Cansiz bi tevlêbûna Kongra yekemîn de rol û mîsyoneke payebilind di asta pêşengiya şoreşê de cih digre. Pirsgirêka jin wekî pisgirêka netewî, cins, çînî, nasname û zîhnîyet pênasekir. Di vê wateyê de ji bo na ku jin bixwe, xwe birêxistin bike, perwerde bike, hêza xwe ava bike, vîna xwe xurt bike derfet û zemîn jê re amadekir. Jinan li ser van derfet û zemînî heza xwe gihand heta damezirandina partî, artêş û gelek rêxistinên cûrbicûr.
Di vê çarçovê de li Îran`ê statoya ku ji jin re hati ye dayîn, ne li gor rastiya jinê li gor rastiya ol hati ye dayîn. Ev jî rastiya jin îfade nake û ji rastiya jin dûre. Mînak zilam pîroze, jin di alyê fîzîkî û zîhnî de xizane. Ya rastî heqîqet berovajîkirine. Ji ber dizane şoreşa Xumeynî ya di sala 1979 an de di pêşengiya jin de çêbû ye. Ji bona vê yekê rejîma Îran`ê ji hêza û rêxistina jin ditirse. Lewma bi israr jinê di çarçova koletiyê de dihêle. Jin divê vê stayoyê ji xwe re nepejirînin. Lêgerînê xweyî azadiyê pêşbixînin û mafê xweyî sîyasî, civakî, aborî û perwerdê bi tekoşînê bidestxînin. Jixwe niha li Îran`ê şeklî û xapandinek be jî jin dinava hinek dernek, kovar, saziyên çandî û rojnaman de cih digrin. Lê ev têrnake. Ev jî di bin venêrîna wan de û di bin bandora wan de dimeşe.
Herî dawî em dikarin bêjin ku rejîma Îran`ê bi statoya jin dinav alozî û qeyranan de dikele. Civak dinava pirsgirêkên aborî û civakî de nakokiyê pir cîdî dijîn. Heta dem, dem bertek û nerazîbûne xwe li kolana raber dikin. Di vê wateyê de hem pirsgirêkên jin û hem jî pirsgirêkên civakî gihişti ye lûtka herî bilind. Niha şert û mercên Îran tê de ye, zemînê şoreşê xurt dike. Em di wê baweryê de ne, jin bi hêz û vîna xwe têbikoşe wê stûnê şoreşê bi rengê xwe deyne. Ji ber ku jinan hemû şoreş bi tekoşînê serxistine. Li gor demê berê hê zêdetir xwedî rêxistin, zanebûn, danehev û tecrubeye. Di vê wateyê de divê di her xeyalê jinekê de şoreşa jinê zindî be. Eger di xeyalê jin de avakirina şoreşê zindî be, hêvî baweriyê, bawerî hêviyê enerjîk dike.

Pirtûk

Nivîs